p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
-
Beşa yekemîn
Ji pirtûka jin û fobîya Ocalan ya nivîser Aso Kemal
Jinulojî pirtûka Ocalan di sala 2012an de ji aliyê Akadîmîya jinên PKK’ê ve hatiye çapkirin, di vê pirtûkê de, nerînên xwe li dor zanistê jinê, modêla blind ya jinê, sêks û eşq û taybetmendiya jina Kurd û pisgirêkên jina PKK bas kirîne.
Ocalan di vê pirtûkê da wiha nîşan dide ku pirsa jinê zansitî kiriye û ew dibêje: “karakterê nêrsalariya civakî ta serdema niha derfet nedaye nirxandineke zansitî ji bo diyardeya jinê bê kirin”.
Pêşde da ku bizanîn Ocalan ê feylesofê axir zeman, çend şaşitî û karesatên zansitî di vê pirtûkê de encam dane, emê hinek pirsan rêz bikîn ji bo ku bizanîn gelo ya Ocalan nivîsandî zaniste yan jî karesateke edebî û zansitî ye!
Li pêşiyê behsa diyardeya jinê dike, erê gelo merem ji diyardeya jinê çiye?
Gelo Ocalan behsa sitema jinê û çawaniya peyda bûnê dike? Yan jî behsa rola jinê di civak û abûrê de?
Ji ber ku di van 200 ropelên ku bi destê Ocalan hatine nivîsandin, çi metod û nirxandineke zansitî bikar ne aniye daku bizanîn ew çi zanisteke nû ye eşkere krî, ew kesê jêre dibêjin jin nas !
Pisgirêka sereke di vê babetê de her li destpêkê ewe, nayê zanîn Ocalan çi rêbaz û metodên zansitî bikar anîne himber diyardeya jinê?
Gelo Ocalan weke şûnwarnasek, metodê xwandina nivîsên kevin ên Somerî û Babilî û Aşûrî li ezmûngehan sax kirine heya ku têzên zanista xwe a nû li dor cuda kirina jinê ji zelamî û qedexe kirina sêksî di jiyana jinê de Burhan bike?
Yan jî li ser binemayê zansitê meydanî lekolîn di hoz û ‘Eşîran de kiriye daku bizanîn werara malbatê û dirust bûna malbatê li kuderê dest pê kiriye?
Lê li gorey lekolîn û dûv çûna me ji bo vê mijarê, di vê pirtûkê de, tu rêbaz û metod û nirxandineke zansitî li dor dîroka mirov, malbat û mulkdarî amaje pê nehatîye kirin, ji wan rêbaz û metod û nirxandinên ku li sedsala 20an li ser destê hizirmend û feylesofên weke “Morgan û Baxofin û Kovalevsky û Markis û Engels” dest pê kirî û ber bi zanîngeh û peymangehan çûy, heya ku bizanîn zanista Ocalan çi metod û rêbazeke zansitî bi bingeh wergirtiye.
Ya ji vê karesatbar tir eve ku Ocalan wiha xwe nîşan dide ku yekem însane li ser diyardeya jinê nivîsandiye!
Herweke ew bi xwe dibêje: “ez ne bawerim yeke din weke min hebe peywendîya serbazî û siyasî û civakî di mijara jinê de şirove kiribe”!!
Gelo ger em wiha fikir bikîn ku ev gotine raste, lê belê pêdvî dike Ocalan ji mere zelal bike ew zanistê eşkere kirî çi rêbaz û lekolîn û metodeke zansitî bi bingeh werdigire! Heya ku lêkolînên wan feylesofên me amaje pê kirî ret bike ku ji encamê dehan salên lêgerîn û lêkolînên meydanî ye!
Nizanim bi tu awayî mirovî ew wêrekî a merîfî heye bibêje têz û bûçûnên xwe zanist, di demekê de ew bûçûn bi taqîgeh û lêkolînên meydanî û rêbazên zansitî nehatbe selmandin! Ev yek dibe bûçûna kesokî, lê belê tu caran nabe zanist!
Lê belê dema lekolîn bi tenê di baregehên PKK’ê de be, ew bûçûn jî wê bi tenê li cem PKK’ê bibin zanist!
Li vir emê çend mînakan li ser wan dahênanên zansitî yên Ocalan li dor diyardeya jinê anîn ziman rêz bikîn, daku fêhim bikîn erê gelo nirxeke zansitî di van tiştên ku bi zanist didin diyar kirin heye? Yan jî xurafatin!
Ocalan dibêje: “kiromosomên jinê ji yên zelamî zêdetirin”
1-Derbara zanistê mirov nasiyê û baylojîyê, Ocalan dibêje: “kiromosomên jinê ji yên zelamî zêdetirin”.
Lê zanist dibêje: kiromosomên zelamî û jinê yeksanin û her yek ji wan 46 kiromosom hene, zelamî û jinê 23 cot kiromosom hene ku 22 cut wek hevin û jêre dibêjin Awtosom û ya 23an cudaye û jêre dibêjin «Sex kiromosom», jinê «2 X» kiromosom hene û zelamî kiromosomekê «X» û kiromosomekê «Y» heye .
-
Tevlîhevî û hevdijî ya Ocalan di van nerînan de ewe li cîyekî «Sex» û dirust kirina xêzanê ji jinê qedexe û heram dike û li cîyekî din jî dibêje kiromosomên jinê ji yên zelamî pitirîn !





