Tevlîheviyên hizra Ocalan di mijara «Jin û sex û azadiyê» de – Beşa 5

jin-apo-5

Ji pirtûka “jinofobiya  a Ocalan” a nivîskar Aso Kemal

  • Beşa pêncemîn

Jiyana sêksî û eşqê

Di vê beşê de wê behsa têzên Ocalan li derbara “Sex û Eşqê” bikîn, li gorî min pirtûka jinulojî a Ocalan hênceteke ji boy qedexe kirina sêksî di nava rêzên PKK ê de, ji bo vê Ocalan têzên cura û cur bi navê zanistê jin nasî dirust kirine, lê a rastî her weke ew bi xwe dibêje: “ji bo rizgar bûnê bû ji wê belaya bi rêya jinê hatîye serê min û tevgera min”.

“Zelam dil reqe û bê exlaqe, wek wê yekê ye di qefesê de li gel pilingî birazî, teybet heger piling ê birsî be, man li gel zelamî jî heman rewşa pilingê birçî ye”

Komêdya li vir eve Ocalan dibêje zelamî jî: “man ligel jinê sifkatîye”

Ocalan her li destpêkê dixwaze; bi dirinde bûna zelamî ji egera regezê wî, jinê wiha razî bike ku li gel zelamî zirar bi can û azadiya wê dikeve, herweke ew bi xwe dibêje: “zelam dil req e û bê exlaq e, wek wê yekê ye di qefesê de li gel pilingî birazî, tayîbet heger piling ê birçî be, man li gel zelamî jî heman rewşa pilingê birsî ye”.

Komêdya di vir deye Ocalan dibêje zelamî jî: “man li gel jinê sifkatîye, ez bi xwe li gor vê statoya heyî jiyana li gel jinê, gelek kirêt, pîs û şaş dibînim”.

Ev nerînên Ocalan ne li derbara jinê û zelamî, piştre bê ku ti belgeyeke zansitî û dîrokî bîne, careke din jinê dike xwedîya hemû dahênan û destketiyên dîrokî, lê bi hebûna zelamî ev destketyên henê ji dest dane, lewma pêwîste jin şorşê bke, PKKe jî ew şorşe ku pêwîste jin tevlî bbe, bnern Ocalan car jinê berz dke rêza xwedawenda, carna jyanê li gel jinê bi pîs û krêt wesf dke, gelo rastî ev zaniste? Yan jî texdîrkirna mejîkî ye?!

Li gor Ocalan dema jin dibêje: “min heza grêdana pêwendîya li gel zelamî heye, ev dibe serneketina erkên şoreşgerî”.

Çareseriya Ocalan ji bo ku jin xwe ji vê yekê xelas bke pêwîste jin biçe di peristgehên PKK ê de û ji bo wexteka dirêj dest bi xwe tewandinê bike û bigehe jineke ji eqil û zanistê heya bigehe rêza xwedawenda, lewma Ocalan digo: “pêwîste jin heza Sex î bike dilê bilîmetîya xwe a serdem”.

Anku li gor xeyal û efsaneyên Ocalan, heger jin li ser azadiyê mukir be, wê demê pêwîste xwe li ber jiyaneka dijwar û tenê bigre, diyare li vir jî dîsan ji bo ku jinê bixapîne û daxbarî jiyana zehmet a li gel PKK ê be, Ocalan dibêje: “aha li wê demê wê bibî xwedawend, helbet pêwîstîya xwedawendî jî zewacê tuneye” !

“Jin pêwîste Sex î di jiyana xwe de qedexe bikin, heger na, nagehe azadiyê”

Li vir herçend hûn baş dizanin ku hizra Ocalan a dûr ji olî, lê jiberku ol li vir di berjewendiya wî daye, lewma nerîn û yasayên olî li ser qedexekirina pêwendiya jin û zelamî mezn dinirxîne, her wek ew bi xwe di jinulojî de dibêje: “helwestên bi guman ên Ocalan li hemberî pêwendiya sêksî watadare”.

Bi kurtî Ocalan Sex pirr kirêt û eybdar kirîye, ji ber ku di berjewendîya wî daye, da pitir ciwanên kurd bike sotemeniya aydolojîk a xwe, lewma dibêje: “jin pêwîste sêksî di jiyana xwe da qedexe bikin, heger na, nagihin azadiyê”!

Diyare ya Ocalan ji azadiyê fêm kirî, berevajî hemû wan rêkên fîlosofî ye, ewên kar ji bo azadiyê dikirin, azadî têgeheke fîlosofî ye, çawa azadiya hizrê bi xwe ve digre, wiha azadiya leşî jî bixwe ve digre, lê Ocalan ev alî hemû mandel kirine, ew bi jinê dibêje ji bo ku azad bibî, pêwîste nebûye xwedîya cesedê xwe, belku pêwîste cesedê xwe ji bo şoreşê û aydolojîya PKKê terxan bikî, gelo ev azadî ye yan jî koletî ye?

Pirs eve, gelo Ocalan li ti demekê Sex î weke mafekî xwezayî ji bo jin û zelamî rewa dibîne?

Bê şik berisva Ocalan a zelale ew jî wexta jin digehe pileya xwedawendiyê! A ecêb jî eve dema jin digehe rêza xwedawendiyê, heya wê demê ne amadeye li gel zelamekê li jêr pileya xwe zewacê bike !

Çareserî çî ye?

Zelamê reben jî di çavê Ocalan de kole ye, lewma ji bo ku ew jî ji vê rewşê xelas bibe, pêwîste bibe ‘arîf û pileya ‘arîfbûnê bi dest xwe bixe

Çareserî eve, jin li gel zelamî “hevjiyana azad” dirust bke, lê li vir jî pisgirêkek heye, ew jî ewe zelamê reben jî di çavê Ocalan de kole ye, lewma da ew ji vê rewşê xelas bibe, pêwîste bibe ‘arîf û pileya ‘arîfbûnê bi dest xwe bixe.

Baş lê binêrin çima Ocalan peyva “‘arîf” bikar anî, ‘arîf anku me’rîfa îlahî bi dest xwe bixe, ne ku zanist yan jî jinolojiya wî bi xwe nivîsandî, ev daxwaze renge ji bo we a ecêb be, lê ev ji bo wê yekê ye, ji bo ku zelam jî weke jinê di piroseya xwedawendiyê de derbaz bibe û bibe xwedawend, paş li gor Ocalan wexta mirov dibe xwedawend, êdî dê ji kirêtî û ‘eyba sêksî rizgar be û piştre piroseya Sex weke heywanan wê were kirin salê carekê, ev zanistê Ocalan ye, çareseriya wî di sedeya 21an de ji bo pirsa eşq û cut bûnê û Sex ewe mirovan bike xwedawend, xwedawend bûna mirovan hezeka qehremanên efsaneyî ên dîrokê ye, daku ji mirovên asayî werin cuda kirin, heger çi piştî hezaran salan ji nû Ocalan yê vê daxwazê dike, mirov bibin xwedawend û ya ecêb van nerînan weke zanist û mirov nasî dide diyar kirin !

Pustên heman beş