Tevlîheviyên hizra Ocalan di mijara «Jin û Sex û azadiyê de» – Beşa 3

“Tevlîheviyên hizra Ocalan di mijara Jin û Sex û azadiyê de” – Beşa 3

Ji pirtûka jinufobiya a Ocelan ya nivîskar Aso Kemal

Beşa sêyemîn

Jin firîşte ye û zelam dirinde Ocelan di pirtûka jinulojî de, cîhanê liser du Beşa parve dike, Beşa xêrê û şer, bê guman di vê parve kirinê de xêrê dide pal jinê û şerî jî dide pal zelamî bi tu away? Fermûn daku em herin di nava têzên Ocelan de:

Ocelan dibêje: çanda jin—dayik ev çande “Kiltûre” li pêşiyê ji şêwazê kom kirina berhema derbazî berhemanîn yan daçandina genimî bûye, ev çalakî  jî çalakiyên aştiyê ne û pêdvî bi şerkirinê nîne, ger çi çalakiyên zelamî nêçîrvanî ye ev jî pişta xwe li ser şerî û tundiyê germ dike, bi vê yekê di encam de zelam Salarî dirust dibe, helbet zanist bi temamî berevajî vê dibêje, li gorî lêkolînên zansitî: ev her du regeze jin û zelam, her li destpêka dirust bûna civaka mirovatiyê de bi hevre û yeksan jiyane, vê yeksaniyê roleke mezin û karîger hebûye di guherînên giring ên rêkxistina civakî de, ji wan pêwendiya cut bûnê û mezin bûna me, pirs li vir eve gelo ger zelam dirinde bû û jin jî firîşte qey wê çaxê dibû ev piroseye rû bidin!?

Her di vê nîqaşê da, “Hubert Bankert” dibêje: jin û zelam wek hev bûn jiberku abûra malê li ser binemayên Komonîstî bi rêve diçû, bi tu awa? Anku jin û zelaman bi hevre abûra malê dirust kir û bikar di îna milkê hemûyan bû weke (Xanî û Bîstan, alav ) bo mînak “Haytiya” malên wiha hebûn, ku nêzîkî 700 kesa dikarî têde bijîn û yek serban li ser hemûyan bû, li cem “Notkakanyade” komeke hozan di malekê de di jiyan .

Têza zelamê dirinde û jina firîşte ne bi tenê ti binyata zansitî nîne, belku têzeke ewqas ne ya mirovatî ye, zanist şerim dike mîna têz qebûl bike, lê Ocelan ev bi tenê weke piropaginde bikar aniye daku bala jinê ji bo xwe rakêşe! Başe ger binyata tundutîjî li gorî Ocelan ji karê nêçîrvaniya zelamî serhildabe, gelo Ocelan dikare berisva vê pirsê bide, erê çima dema karê zelamî bûye şivanî û cotkarî û karkerî, tundutîjî bi dawî nehat? Di demekê de çi ji van karan mîna nêçîrvaniyê tundutîjî têda nehatîye bikar anîn?

Ocelan berdewam dibe li ser rîswakirina zelaman ta wê astê ku teoriyek ji binê pê xwe çêkiriye û avêtîye ser hesaba fisyolojî lewma dibêje: zelaman ji aliyê fisyolojî fêl û direw û talanên kirîn! Dîsan dibêje: zelam êkem rêkxistina tundutîjiyê ye, ku bi tenê candar ne êxistîne telha xwe, belku jin û zarok jî êxsitîne telha xwe! Ev rîswakirina zelaman a berdewam ji aliyê saykolocî wê çendê dide diyar kirin, ku Ocelan helgirê nexweşiyên derûnî ye, mirovek li ser rîswakirina regezê xwe jiyan bike ji bo bilind kirina regezê din ji bilî kêmasiyek kesokî tiştekê din nîne!

Da hêşta pirsyara li dûr têzên Ocelan rêz bikîn, gelo ger li gur lojîkê Ocelan jin xwedî û berhemdera berhemên çandinîyê û abûrî ye, çewa lojîk qebûl dike, jin xwediya xwe van berhema be, û êxsîrî zelamî be û bin destiyê qebûl kit? birêz Ocelan dema tu dibêjî jin xwedîya van hemû dahênan û çalakiyên abûrî ye lê ew bûye koleya zelamî, ma qey li wî demî tu jinê kêm nakî ku nikare serkirdatiyê bike? Jiberku tu dibêjî xwe çi be zelam ê fêlbaze û dê jinê êxît bin sîbera xwe! Jibo vê yekê Ocelan çi şiroveyên zansitî nînin, ji bilî ku bibêje zelam di ezel de candarek tundrew û fêlbaz û dil req û talankere ” erê gelo qey ev şiroveyên zansitî ne yan jî xurafat û çîvanokin di demekê da ku zansitî ji mêj de ev xurafate betalkirîne, li gorî zansitî: saxletên fêlbazî û talankirin û dil reqî sîfetên ezelî yên çi mirovan nîne, çi mirov ji dayik nabin û fêlbaz, lê li gorey lojîkê Ocelan zelam dema ji dayik dibe fêlbaze, ev têzên Ocelan ji bilî henek û yariyan tiştek din nîne !

Pustên heman beş