p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
-
Beşa çaremîn
Ji pirtûka “jinofobiya a Ocelan” ya nivîskar Aso Kemal
Nerîna dû abûrî, abûrî ya jina berhemhêner û zelamê talanker!
Ocelan dibêje:
-“Hêza destpêkirina şorşa çandinîyê û xwedî kirina heywanan jin bûye, her wiha dibêje, jin xwedîya rasteqîne a abûrê ye”.
-“Çalakiya nêçîrvaniyê ji karên zelamî ye, ji ber ku nêçîrvaniyê pêwîst bi kultûrê şer û pişt bestinê li ser desthilata tund dike”.
– Ocelan li vir nasekine û dibêje: “taybetmendiyên leşî ên zelamî wiha li zelamî dike naçar bibe li pey nêçîrvaniyê bikeve”!
Ango li gor Ocalan jiberku zelam xwedî zevlek, mû û dengek stûr e, êdî ew nêçîrvane! Eger xwe çi bike jî wê her bibe nêçîrvan, jiberku ew sîfet wî pal didin tenê nêçîrvan be! Ango eger xo jinek jî biçe holên sporê û zevlekan ji bo xwe çêbike, tenê nebêjin Apo eve jine, ew dê bibêje; jiberku zevlek hene ev dirindeye yan nêçîrvan bûye yan jî dixwaze bibe nêçîrvan! Ev lujîkê Apo ye!
-
Da bêhtir têzên Ocelan lekolîn bikîn ji bo ku serê dezî li ber me winda nebe
Wî digo dû abûrî, carê nexweyaye çavkaniya vê dîrokê ji ku derê aniye ku dibêje: “dû abûrî hebûne, yêk çandinî a jinan, dû nêçîrvanî a zelaman.
Rola jinan çandinî û genim û dan bûye û rola zelamî jî nêçîrvanî bûye?
Ji bo ku bizanîn zanist çi dibêje; li gorî zansitê li destpêkê civakî ji nêçîrvaniyê dest pê kirîye piştre ber bi heywdariyê û çandinîyê ve çûye, da van rolan bêhtir ruhin bikîn, li gorî wan selmandinên zansitî ên berdestê me, ji bo ku biselmînîn têza dû abûrî û çandinîya jinan û nêçîrvaniya zelaman a Ocelan li serdema dayksalariyê de çi binemayên zansitî nebûne.
-Li cem Morgan, civaka mirovatî di sê qonaxan de derbas bûye, hovîtî û berberî û şaristanî.
-
Hovîtî: ew qonaxe ku siruşt li ser mirovan zal dibe, di vê qonaxê de ew berhemên mirov dirust dike pêk dihên ji wan alavên alîkariya mirovan dike ji bo bi dest xistina berhemên siruştî, mînak ji bo ku nêçîrvaniyê bikî te pêwîstî bi darek yan alavekî heye.
-
Qonaxa berberîzmê: qonaxa destpêka cotkariyê û ajeldariyê ye, di vê qonaxê de mirov karîye berhemên siruştî ji encamê çalak bûna mirovan zêde bike.
-
Qonaxa şaristanî: ew qonaxe ku mirov têde fêrî çareser kirina berhemên siruştî bûy, bo mînak mirovî dizanî çawa reftarê digel berhemên xwe bike û dema rastî pirsgirêkekê yan nexweşîyekê dibû fêm kir çawa çareser bike wek danana reşe ”batirsok” li nava genim ji bo dûrxistina ajelan.





