Reftarên bi gomanên PKK ê li himber xwepêşandanên gel li Îranê – Beşa 1

Reftarên bi gomanên PKK ê li himber xwepêşandanên gel li Îranê

Di yekem salvegera van xwepêşandana de dixwazîn di hinek sîlsîle gotaran de, rewşa Rojhilatê Kurdistanê bi giştî û helwestên PKK  ê li himber van xwepêşandana û xwepêşandanên berî niha yên gelên Îranê û Rojhilata Kurdistanê li dijî rejêma Îranê bi taybetî, şîrove bikîn.

Payîz û zivistana sala rabûrî pêleke berbelav a xwepêşandanên gelên Îranê li dijî rejêma îslamî ya Tehranê, destpêkê bi hênceta buhabûna buhayê benzînê û paşan xistna balefira Okraynî û can ji dest dana 176 kesan û hevdem hewlên rijêmê ji bo şûlî kirin û veşartina rastiyan û derewên rayedarên mezin ên Îranê û dezgehên çapemeniyê yên ser bi desthilatê di vê mijarê de, piraniya parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi xwe ve girtin.

Siloganên xwepêşanderan û Sosyal medyayê eşkere kir ku xwepêşandanên payîz û zivistana rabûrî, bi hevberkirin digel yên bera wê, pêgehiştîtir, rêxistîtir û armancdartir bû. Vê yekê jî wisa kir xetere û hevdem jana wê ji bo rayedarên rejêma îslamî ya Îranê biêştir be. Van xwepêşandana destpêkê li bajarê Ormîyê û pişt re li Sine û Kirmanşan, 3 bajarên mezn ên Rojhilata Kurdistanê bi awayekî berçav bi rêve çûn.

Ji aliyên cuda, cuda şirove ji bo van xwepêşandana hatiye kirin, heya niha çendîn gotar û lêkolîn li ser hatîne parvekirin û her hemû tekezê li ser vê yekê dikin kênc û girîngî ya wan xwepêşandana bi radeyekî bû ku ger vîrusa Koronayê nebaye dibe heya niha dîsa hinek girseyên cemawerî li dijî rejêma Îranê hatiban kirin. Hevdem di niha de jî  tirs li cem rijêmê peyda bûye ku gel di bîranîna wan xwepêşandanan de werin ser caddeyan û ev care dawyê bi desthilata rijêmê bînin, ji ber vê yekê ji bo asteng kirina teqîna van nerazîbûna xelkê ya ku pêwîst bû rayedarên Îranê ji bo bêdeng kirina dengê caddeyê encam daye.

Di demekî de ku nerazîbûn li dijî rayedarên mezn ên komara îslamî ya Îranê roj bo roj zêdetir dibin û Rojhilatê Kurdistanê li rêza pêşiyê ya van xwepêşandana bûye û pêtir tirîn xwîn ji bo herifandina komara îslamî da, ya ku cihê bal kişandin helwesta Partiya Karkerên Kurdistanê ye.

PKK e di rewşekî de xwe bi qeyoma her 4 parçeyên kurdistanê dinasîne û hemû aliyên nasyonalîstî ên wan parçeyan dûr dixe, helwestên wê li himber xwepêşandana bi radeyekî ne zelal û şûlî û di heman dem de li dijî gelê kurd in ku mirov rastî gomanê tê. Kiryarên PKK ê li himber van xwepêşandanan de gelek caran di berjewenda rejêma sitemkara Komara Îslamî ya Îranê de bûye.  Baştirîn mînak xwepêşandanên payîza rabûrî bû ku bi dehan hemwelatiyên Rojhilatê Kurdistanê têde şehîd û birîndar bûn û bi 100an kes jî hatî binçavkirin û îşkencedan ku hejmarek ji wan di bin îşkenceyan de şehîd bûn û beşekî din heya niha di zindanên tarî yên Îranê de ne.

Her weke amaje pê hate dayîn hinceta xelkê ji bo xwepêşandanên sala rabûrî, blind bûna buhayê benzînê û xistina balefira Okraynî û kuştina 176 rêvîngên wê balefirê bû ji bal supayê pasdaran ve û pişt re haşa kirin û xebat ji bo veşartina wê bûyerê ji bal rayedarên rijêmê ve. Anku rijêmê li jêr navê tolhildana li dijî kuştina Qasim Suleymanî çend mûşek arastey Îraqê û Herêma Kurdistanê kirin û li gor gotna fermandarên supayê pasdarên Îranê ji ber tirsa wan li berisva emerîkayê balefira rêvînga liber çavên wan bibû mûşekek Kirûz û lêxsit û xiste erdê.

Ya ku cihê balkişandinê ye daxuyaniya KCK ê ye li ser kuştina Qasim Suleymanî, di nava rêze nivîsînên PKK ê di vê daxuyaniyê de bi zelalî bandora Îranê li ser vê rêxistinê diyar dibe. Di daxuyaniya nivîskî de bas li şerê cîhanî hatbû kirin. Diyare rêxistineke din a kurdî ya hevpeymana Komara Îslamî û alîgirên din ên rijêmê jî ev destewaje bikar anîbûn. Destewajeya şerê cîhanî bi wê wateyê ku Îran zilhêzeke cîhanî ye û himber wê “zulma” Emerîkayê lê krî, bêdeng nabe û wê dinê li ser emerîkayê xerab bike û Îsraîlê jinav bibe! Bi vê yekê jî wê şerê cîhanî yê sêyemîn rû bide. Lê belê, pişt re derket holê ku rayedarên PKK  ê yan desthilatdarên Îranê bi rastî nas ne kirîne û li karînên wan bê agehin û bawera wan bi derewên Komara Îslamî ya Îranê tê, yan jî dixwazin û hêviya wê yekê ne ku Îran ewqas bihêz be ku zilhêzek hevalê wan yê stratejîk be. Yan jî eve ku cîhana wan ew qas biçûke ku piştî demekî kurt li kuştina Qasim Suleymanî bi dehan hezar kes li wilatê Îranê hatin ser cadeyan û ragihand ew bikuj bûye, wê şerekî cîhanî rû bide.

Piştî destpêkirina xwepêşandanan ew kesên ku berniyasn û bi lîderên rêxistinên PKK ê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanî tên hijmartin li cihê ku bi awayek cidî kar li ser wan xwepêşandana bikin, xwe bi tiştên bê buha û rûdanên biçûk ve mijûl kir. Her weha hewl da bi veşartî na rasterast xelkê bê hêvî bikin.

Di rastî de ev bê helwestî û xwe şaşkirina PKK ê bû binaxeyek ji bo nivîsandina vê nivîsê, jiberku cara yekemîn nîne ku PKK e bi vî awa li ser wan rûdanên ku bi awayek cidî xetereyê têxin ser komara îslamî helwestek şûlî û bi guman diyar dike. Ev jî bi taybet ev liv û tevgerên li payîz û zivistana rabûrî ku bi silogan û texên beşdar di xwepêşandanê de diyar bû ku ji xwepêsandanên berê rêxistîtir, radîkaltir, siyasîtir û cidîtir bû û herçend nebûne sedema jinavbirina rejêma îslamî ya Îranê, lê belê bê guman binaxeyek bi hêz û etmosferek baş dirust kir ji bona ku binyata jinavbirina rijêma îslamî ya Îranê liser were avakirin. Ji ber vê yekê hewl tê dayîn bi analîzeyek kûrtir ji bo kar û kiriyarên PKK ê li himber xwepêşandanên payîza rabûrî, şirove ya poletîkayên vê rêxistinê li himber Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bê kirin.

Ev mijar didome…

Pustên heman beş