Reftarên bi guman yên PKK ê li himber xwepêşandanên îranê – Beşa 4

Reftarên bi guman yên PKK ê li himber xwepêşandanên îranê-4

 Çend sedemên serekî hene ku we dikin hêjan jî hejmarek ji ciwanên rizgarîxwaz yên Rojhilatê Kurdistanê “herçend hejmara wan bi hevberkirin di gel rabûrî de kêmtire” lê tevlî PKK ê bibin.

-yekem sedem û giringtirîn sedem pîlan û hevkariya hevbeş a komara îslamî ya Îranê û PKK ê ye di vî warî de. Di Îran a dîktatorî de pir bi asanî derfet ji bo bangeşe kirina PKK ê dirust bûye û qadroyên wê di roja rûn de bê hebûna ti xetere yekê piropaganda ya ji bo partiya xwe dikin. Lê belê Komara Îslamî rê li wan nagire. Xwe baregehên PKK ê û rêxistinên wê yên sîber weke PJAK ê li piraniya cihên Rojhilatê Kurdistanê hene û gerîlayên wan bi eşkere tên û diçin. “Bo mînak çiyayê Şaho”. Eşkereye ji bo ku gerîlayên wan rastî pirsyaran nehên ku gelo karê rijêmê bi me nîne lê belê ger pêşmergeyên rêxistinên din yên Rojhilatê Kurdistanê biçûktirîn çalakî encam bidin, wê dem dê çiya û dar û beran li wan kin agir, rayedarên PKK ê ew wisa perwerde kirîne ku Îran li me ditirse jiber vê yekê çi l me nake. Ger bi rastî PKK ê ew qas hêz heye çima rojhilat yan jî her hîç nebe beşekî ji Rojhilatê Kurdistanê azad nake?!

Sedemeke din, ew valahî bû ku di xîyaba rêxistinên netewî yên weke Demokrat û Komele di civaka rojhilat de dirust bûbû. Ew partî ji ber berjewendiyên Herêma Kurdistanê bo dema 20 salane hemû çalakiyên xwe yên leşkirî di kûrahiya axa Rojhilatê Kurdistanê sekinandîne û vê yekê jî derfetek bêhempa ji bo PKK ê dirust kiriye ji bo ku potansîyela rizgarîxwazane ya wê parçeya Kurdistanê bikar bîne. Ew ciwanên ku şeydayê rizgariya Kurdistanê di mejîkê wan de bû tevlî refên PKK ê bûn. Komara îslamî jî ev yek pê ne xweş nebû jiberku komî serhevkirina enerjî ya rizgarîxwazane ya vê parçeya Kurdistanê di nava rêxistinekê de ku rayedarên wê fermana li wê wergirin, bê guman pirr baştire ji vê yekê ku tevlî alî û rêxistinên din bibin ku basî jinavbirina komara îslamî û rizgarkirina Kurdistanê dikin. Her dema ku ciwanên kurd li Rojhilatê Kurdistanê xwastibe bi navê PKK ê daxwazên xwe yên rewa bas bikin komara îslamî û PKK ê bi hevre ew serkut dikirin. Li virr emê bi du mînakan baştir rûn bikîn.

Piştî girtna Ocelan û vegerandina wî ji bo Tirkiyê, kurdan li her cihekê be û çend karîba weke erkek netewî xwepêşandanên girseyî encam dan. Li Îranê jî rijêma komara îslamî dixwest suwarî vê pêlê bibe û rê bi xwepêşandanên girseyî û nerazîbûnan da. Herçend ku delîve ji bo xwepêşandanên girseyî li jêr desthilata Komara Îslamî de pirr dijware lê belê rijêmê hinek mebest hebûn ku yên ji hemûyan girîngtir di axaftinên “Kemal Xerazî” wezîrê karên derve yên wê demê ê Îranê de li ser girtna Ocelan û pirsgirêka kurdan bi eşkere xweya dibe. Kemal Xerazî di kongireyeke rojnamevanî de ragihand ku me di Îranê de kurd hene lê tu tiştek bi navê pirsgirêka kurdî li cem me nîne, jiberku di Îranê de kurdan û neteweyên din hemû mafek heye û pirsgirêkên wan tunene. Xerazî di dirêjahiya axaftina xwe de ragihand: “kurdên Îranê ne bi tenê pirsgirêkên wan tunene belku dikarin piştevaniya kurdên parçeyên din jî bikin”. Bi kurtî Îranê rê bi kurdan da ji bo ku bi xwepêşandanên girseyî li himber tirkiyê hezên xwe yên pengîyayî yên netewî bi rûyê Tirkiyê de biteqînin û enerjî ya netewî ya civaka Rojhilatê Kurdistanê vala bibe û hem jî ji xwe re piropagand yê pê bike û weke kartekî jî li dijî Tirkiyê bikar bîne.

Li sala 1999an li bajarên Sine û Ormîyê bi merema pirotesto kirina desteserkirina Ocelan, xwepêşandan hatin encam dayîn. Lê belê gelê Rojhilatê Kurdistanê huşyartir bûn ji wê yekê ku rijêma Îranê wan bikar bîne û bi tenê desteserkirina Ocelan pirotesto nekir, belku pirisgirêkên xwe yên rewa û netewî jî di xwepêşandanan de bas kirin û plana rijêmê jinav bir. Rijêmê pirr hovane xwepêşandan vemirandin û li Sine zêdetir ji 40 kesî û li Ormîyê nêzî 10 kesî şehîd xistin. Pişt re rijêmê ragihand xwepêsander “kirê girtî yên împiryalîzmê û sehyonîzmê” bûn. PKK e li komara îslamî tundtir bû û di daxweyaniyeke nivîskî de ev xwepêşandan e pirotesto kirin û ragihand: “xwepêşandan ji hêla kirêgiritîyên împiryalîzmê û sehyonîzmê û Kemalîzmê ve” bi arasteyek xerab hatin bin. Yanî PKK ê kemalîzm jî zêde kirbû. (Xweya ye li wê demê hêjan têzên Ocelan ne gihîşt bûne rayedarên PKK ê û berevajî niha kemalîzm li cem wan tiştekî xerab bû!).

Mînakek din çawaniya desteserkirina mamoste Ferzad Kemanger bû. Şehîd Ferzad Kemanger mamosteyê dibistanê bû û li navçeya Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê zarokên kurd fêrî xwendin û nivîsandinê dikirin. Hestek blind û bê kêmasî ê netwî hebû û piştî nasîna PKK ê dibe endamekî wê rêxistinê. Pişt re şehîd Ferzad li hêvîya helwestê cidî yê PKK ê li himber komara îslamî dimîne û vê rêxistnê ji ber nerm bûna wan li himber sîyasetên dagîrkarane yên rijêma tehranê rexne dike. PKK e di pilanekî de daxwazê jê dike bomba (TNT) bibe û li tehranê biteqîne. Piştre dema ku şehîd Ferzad ji nu gihîşt bû nava bajarê tehranê û erebeya wî ji cureya Peykan bû li cîhekî disekine, raste rast hêzên ewlehîya Îranê êrîşî wî dikin û ew tê desteserkirin. Şehîd Ferzad bi xwe di zindanê de bi eşkere bas li vê yekê kirbû ku PKK ê ew firoştiye. Ferzad gotbû di wê bajarî de yên ku herî zêde bûn trombêlên peykan bû, ger raporên bi horgilî li ser min nebûne çewa bû ku raste rast hatin û bê ku karekî bkim ez desteser kirim û ji nû ve pê zanî ku ez dixwazim teqînê encam bidim. Şehîd Ferzad hat bi darvekirin PKK e weke beşekî ji siyaseta “şehîd xistinê” xwe, bi tenê hizir di vê yekê de dikir ku hinek ji xizim û dust û kes û karên şehîd Ferzad dikare ji bo aliyê xwe bikêşe. Xweya ye ger li ser mînakên bi vî awa were nivîsandin bi pirtûkekê jî bi dawî nabe.

Ev mijar didome…

Pustên heman beş