Rijêma komara îslamî ya Îranê weke desthilatek dagîrkar û faşîst berdewam tundtirîn bersiv ji bo daxwazên kurdan hebûye û kurd bin dest kirîne bi vê yekê bi nîşandana asta tundî ya xwe li himber kurdan, xelkê navçeyên din ên Kurdistanê jî pê tirsandîne. Sedema wê jî zelale, jiberku kurdan ti caran serê xwe li himber desthilata dagîrkar a Tehranê ne tewandiye û hertim li dijî wê rijêmê xebat kiriye û bûne hêvênê xebata rizgarîxwazane û azadîxwazane ya neteweyên din ên bin dest di nava Îranê de. Lê jiber berev pêş çûna teknolojîya pêwendîkirinê, rijêmê dixwest hênceteke hinekê mentiqî ji bo ku êrîşên xwe yên hovane dest xwe bixe daku di asta navdewletî de kêmtir fişar lê were kirin. Cihê daxê ye zanyarî bas li vê yekê dikin ku li kurdistanê yek ji amûrên dirustkirina hêncetan ji bo kuştina zêdetir, Partîya Karkerên Kurdistanê ye.
Rijêmê her ji destpêka xwepêşandana ku bi hênceta bi buha bûna benzînê dest pê kirin lê belê paş re weke xwepêşandanên pêş xwe bi siloganên siyasî û daxwazî ji bo guherîna rijêmê berdewam kir, ragihand ku ev karê dujminane û yên li ser cadeyan ji hêla hinek dujminên derve hatîne paldan ji bo dirustkirina kaosê û dest daye çekî û teqe li hêzên ewlehî û xwe xwepêşanderan jî kiriye.
Li Rojhilatê Kurdistanê ya ku zelal bû, 3 bûyerên bi guman yên bi vî awa li her yek ji bajarên Kirmanşan, Sine û Merîwan ê pêk hatin. Li Kirmanşan ê fermandarekê rijêmê bi çekî hat kuştin û hevdem êrîşî baregeheke hêzên ewlehiyê li taxa Cafrawa hat kirin. Pişt re eşkere bû ku cihê daxê ye êrîş ji hêla hinek kesên ser bi PKK ê ve û bi haydarî ya rijêmê hatiye encamdan. PKK ê bi xwe jî ji bo propaganda yê di nava gel de parvekir ku ji bo piştevaniya xelkê û dest xistina çek û teqemeniyên baregehê ewlehiyê êrîş encam daye. Lê ji ber vê yekê ya ku me pêş niha bas kirî dest birin ji bo çek ne bi tenê di feydê xelkê de nebû belku berevajî bû hêncetek ji bo êrîşên hovane û kuştina xwepêşanderan û bi zirara xwepêşanderan û daxwazên wan yên rewa bi dawî bû.
Hevdem yên ku dibêjin ji bo destxistina çekê baregehî êrîş kiriye ji ber çend sedeman ne dirust e. Ya yekê eve ku çekdarkirina PKK ê ji bal Îranê ve tişteke nû nîne û ger PKK ê pêwîstî bi çek hebe komara îslamî ya Îranê wan bê çek nahêle û pêwîst nake PKK e ji bo dest xistina çend parçeyên çekî êrîşî baregehekî ewlehiyê bike, di demekî de ku piraniya çekan jî çekên sivik bûn. Sedema diduyan eve ku piştî hatina Amerîkayê ji bo Rojava Kurdistanê û pêdana çek û cebilxaneya zêde bi YPG ê ku şaxa Rojava ya PKK ê ye, di rastî de çek û cebilxaneyeke zêde û bi hêz û pêşketî bi dest PKK ê ketin. Lawaziya YPG ê li himber êrîşên supayê Tirkiyê ji bo ser rojava kurdistanê hem li ‘Efrînê hem jî li Serê Kaniyê beşekî wê jiber vê sedemê bû ku PKK ê beşekî ji wan çekan veguhastibû Qendîlê û zanyariyên pişt rast krî li ber destin ku PKK e mijûlî firotina çekî ye û beşekî wan çekan firotine. Aliyekê ku ew qas çek hebe ku jêre zêde be û bifroşe beraqil nîne jiber destxistina çend perçeyên çekî êrîş baregeheke ewlehî ya rijêmeke dust bike ku xetere ya siyasî û serbazî û îstixbaratî ya wê ew qas zore ku bi hezaran parçe çekan jî nahê bedelvekirin.
Ji aliyeke din çekên hêzên ewlehiyê li Îranê di baregehên ewlehiyê de ji cureyên “J-3” ne ku bi kêr hatina wan di şerên partîzanî de pirr kême û ev cure çek ji bal PKK ê ve nayê bikar anîn. Dibe sedemek din hebe ji bo vê yekê ku mebesta PKK ê ji vê êrîşê û dest xistina çek û cebilxaneya nebûye, lê belê ev sê sedem bi zelalî diyar dikin ku propaganda PKK ê tam digel mentiq û lojîkê de yek nagire û dibe armancên li pişt vê êrîşê bin.
Li bajarê Sine û Merîwan jî 2 bûyerên bê encam yên teqe kirinê rû dan ku alîgrên PKK ê ragihandibû em bûyn. Bi kurtî dikarîn bibêjîn bê sedem teqe kirbû. Van teqe kirina ne bi tenê sûd ji bo xwepêşandanan nebû belku bi kêmasî ji du aliyan ve zirar gihande xwepêşanderan bi giştî û xwepêşanderên rojhilatê kurdistanê bi taybetî.
Ji aliyekê her weke me bas kir her cure tundutîjî yek di wê kelecana cemawerî de bi tenê di mifa yê rijêmê de bû. Ev yek bi wateya dijatî kirina xebata çekdarî nayê jiberku van karên PKK ê ti pêwendiyek bi xebata çekdarî ve nebû. Ger na ger rêxistinên rojhilata kurdistanê digel PKK ê jî, bikarîban bi çekî bajarekî azad bikin û ji leşkerên dagîrkar pakij bikin, ji hêla hemû dilsozên kurd ve da hêt pêşwazî kirin û da bi pîroz nav lê hêt kirin. Lê belê araste kirina kelecan û serhildanek cemawerî ber bi tundutîjî yê di rastî de xwasteka rijêmên dîktatore, jiberku pir eşkere ye ku di qada tundutîjî yê de rijêmek bi leşkirek 1 milyon kesî ve bi hezaran caran ji hinek kesên sivîl bi destên vala bihêztire, û ne bi tenê wê bikare xwepêşandanan sinahî tir jinav bibe, belku tiris û xofeke wisa jî wê li cem civakê dirust bke ku cesaret neke careke din nerazîbûna xwe diyar bke û hevdem morala hêza dije gel a ser bi rijêmê jî wê blind bike.
Pirseke din ku pêwendî bi kurdan ve heye eve ku di Îrana fire netewe de rijêma dagîrkar a komara îslamî û şofînîsta netewî ya serdest a farisan berdewam bas li vê yekê kiriye ku bizava Kurdistanê bizavek tundutîjî xulqîne û armanca wê dabeşkirina Îranê ye. Diyare ku cudabûna kurdistanê ji Îranê û wlatên din yên dagîrkarên Kurdistanê ji hêla kurdan ve yek girtina Kurdistanê ye û hemû wilatparêzek kurd bi şev bi vê hêvîyê di raze, lê belê ev di nerîna farisekê cudaye û wê wan pal bide palpiştiya rijêmê bikin. Bê guman jiberku kurdan bi xwe ew hêz nîne bi tenê komara îslamî jinav bibe û çarenvîsa xwe diyar bike, neçare di qonaxa hilweşandina rijêmê de di gel dijberên desthilatê li Îranê digel kesên fars û ne yên fars re hemahengiyê bike. Piştî hilweşandina komara îslamî ya Îranê, kurd bi yekîtî û hevdengî ya gelê xwe dikare ji bo mafên xwe yên rewa ku serxwebûnê pêngavan bihavêje. Bi kurtî ev cure karên PKK ê valahiyê di nava rêzên dijberên komara îslamî ya Îranê de dirust dike û bi tenê yên ji vê rewşê sûd werdigirin her bi tenê rijêma dîktator a Tehranê ye.
Ev mijare berdewame…