Partîya karkerên Kurdistanê çima di berjewendîya rijêma Tehranê de kar dike?
Pêwendiyên di nêvbera PKK ê û Îranê de gihiştîne asta stratejîk û ti yek ji wan jî haşatiyê lê nake, lê belê PKK e dixwaze bi rêya dirustkirina rêxistinên sîber tûzê bike çavên gelê parçeyên din ên Kurdistanê. Ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî bi avakirina PJAK ê li pey vê meremê bû. Herçend ku di avakirina PJAK ê de jî ew wêrekî nebû ku xwe bi yek slogan jî bas li jinavbirina rijêma Îranê bike û di bernameya PJAK û Kodar ê jî ku du şaxên rojhilat ên PKK ê ne, bi yek peyiv jî bas li dijatî kirin û jinavbirina Rijêma Îslamî ya Îranê nekiriye. Ne bi tenê basî jinavbirina rijêmê nekiriye belku tekezîyê li ser hevbeşî û girêdayîna tund dinavbera fars û kurdan de jî dike. Di demekî de ku ew pêwendiya neveqetiyayî ya ku PKK e bi kelecan ve bas dike, di rastî de pêwendiya di nêvbera du neteweyên serdest “fars” û jêrdest “kurd” dike. Ew dirba ku farsan li kurdan û çanda wan dayî di dîrokê de ti dagîrkarekî bi bin destên xwe nekiriye. Her ji jinavçûna împeratoriya Mad bigre heya digehe jinav çûna komara Kurdistanê di dîroka hevçerx û niha jî di gel de be neteweya dagîrkar û serdest a fars berdewam hewl dide kurdan asmîle bike û ji bilî nexweşî, kawilkarî, birîn û janan nebe ti sûdek ji bo kurdan nebûye.
Ango PKK e xwe di nava xwe de di hizir û têfikirîna xwe de di esas de bawerî bi jinavçûna komara îslamî ya Îranê nîne û weke dostekî stratejîk ê xwe mêze dike, jiber vê yekê di wan çalakiyan de jî ku ji bo jinavbirina rijêma îslamî li Îranê tên bi rêve birin beşdar nabe. Lê belê ya ku cihê balkişandinê eve ne bi tenê beşdar nabe belku ji bo şikist û berevajî kirina wan çalakiyan jî hewl dide. Bi lênêrînek sade di dîroka PKK ê de ji me re eşkere dibe ku ev rêxistin di hemû jîyana siyasî ya xwe de biçûktirîn gav li dijî komara îslamî ya Îranê ne avêtîye û di qonaxên cur bi cur de jî sûdek pir mezin bi Îranê gihandiye.
Sedemeke din eve ku piştî şikestina poletîkayên PKK ê li himber dest bi serdagirtin û monopol kirina qada siyasî li başûr û rojava Kurdistanê û eşkere bûna xwastekên wê li van 2 perçeyên Kurdistanê û şikistina wê li bakurê Kurdistanê, bihêztirîn çavkaniya hêza mirovî ya wê ji aliyê hejmarê ve di niha de Rojhilatê Kurdistanê ye. Bê guman ev derfet jî ji aliyê komara îslamî ya Îranê ji bo wan hatiye çêkirin. PKK e bi rastî ji vê yekê ditirse ku eger ev rijêm bi rêya xelkê û xwepêşandanên wan jinav biçe, serê wê li Rojhilatê Kurdistanê bê şewqe bimîne. Jiberku serkirdeyên PKK ê pir bi başî di vê rastiyê gihiştîne ku rewşa siyasî û civakî ya rojhilatê Kurdistanê digel rojava cudahiyek mezin heye û bi vegerîna partîyên netewî ên rojhilatê Kurdistanê ji bo nava cemawerê xwe û eşkere bûna meremên rast yên PKK ê ev rêxistine wê giringtirîn çavkaniya dest xistna hêza xwe ya mirovî ji dest bide.
Bê guman piraniya wan kesên li Rojhilatê Kurdistanê tevlî PKK ê dibin, kesên şoreşger, wilatparêz û Nîştîman perwerin ku daxwaz û hêvîya wan ya sereke rizgarkirina Kurdistanê ye û ji bo bicî kirina vê armancê jî tevlî PKK ê dibin. Take rexneya mirov dikare ji wan kesan bigre eve ku bi başî PKK e nas nekirye û haya wan ji merema rêveberên PKK ê û pêwendiyên mukim yên PKK ê digel Îranê nîne. Diyare di vî warî de jî çi qas ew ciwan hêjayî rexne kirinê bin, ew qas jî ew kes û aliyên rûyê rast ê PKK ê nas dikin û li ser na axvin jî hêjayî rexne kirinê ne. Herçend ku hinek ji wan kesan hêjan li hêvîya wê yekê ne ku PKK e vegere ser xeta netewî, lê belê bê guman bêdengiya zêdetir di vî warî de bi tenê enerjî ya zêdetir a xebata rizgarîxwazane ya Kurdistanê bi ba dide, û di zirara kurdan bi tevahî û gerîla û şoreşger û alîgrên dilsoz û Nîştîman perwerên PKK ê bi taybetî bi dawî dibe.
Ciwanên rojhilatê Kurdistanê pêwîste haydarî vê rastiyê bin ku Konseya Serkirdatiya PKK ê ti bersiveke netewî û mentiqî ji bo çareserkirina pirsa netewî ya Rojhilatê Kurdistanê û Kurda bi giştî nîne. PKK e dixwaze hemû enerjî ya kurdan li her 4 perçeyên Kurdistanê li bin navê bakurê Kurdistanê ji bo xizmet kirin bi berjewendiyên rêxistna xwe bikar bîne. Mijarek sade ye û ne aloze, rêxistinek çewa dikare rizgariya netewî ya rojhilatê Kurdistanê bicî bîne di demekî de ku baregehên wê di bin çavdêrî û kontirola rijêma dagîrkar ya wê perçeya Kurdistanê de ye û pêwîstiyên locîstî yên wê ji hêla rijêma Îranê ve tên dabîn kirin û birîndarên wê li nexweşxaneyên Ormîyê û bajarên din yên Îranê de tên tedawî kirin?!!
Çewa dibe bi PKK ê bi bawer bin ku rojhilatê Kurdistanê rizgar bike di demekî de ku ji bo parçeya xwe ango bakurê kurdistanî bas li biratîya gelan dike û Kemalîzmê bi pêşketin, erênî û di sûda kurdan de pênase dike? Çewa dibe bi PKK ê bi bawer bin di demekî de ku hemû ew sembolên netewî ku li komara netewî-demokratî ya kurdan bi serokatîya pêşewayê mezin Qazî Mihemed hatbûn danîn, bihên piştguhkirin û hinek kes û tiştên din li ciyê wan were danîn? Ew sembol weke navê pîroz yê pêşmerge û ala Kurdistanê û….
Ciwanên rojhilata Kurdistanê çewa dibe bawer ji PKK ê bikin ku endamên xwe wisa perwerde kirîne ku li rojhilatê Kurdistanê rêxistinên nihênî yên partîyên din ên vê perçeya Kurdistanê ku ji bo mafê netewî xebatê dikin, ji rijêmê re bidin nasandin?
Ciwanên rojhilatê Kurdistanê çewa dikarin li pey PKK ê bikevin di demekî de ku di bin pirojeya “şehîd sazî” yê de komek ji ciwanên vê perçeya Kurdistanê bi şehîd kirin dan?
Ciwanên rojhilatê kurdistanî ji bo ku baştir PKK ê nas bikin bi tenê pêwîst dike li rabûrî ya vê rêxistinê û bernameyên wê ji bo dahatû ya Kurdistanê binêrn û paşan bo demekî kurt digel wîjdan û mentiqê xwe bi tenê bimînin. Vê rêxistnê di rabûrî de ti rêxistineke netewî ya kurdan nemaye ku şer li dijî wê ne kiribe, li himber vê yekê ti dagîrkarekî Kurdistanê jî nemaye têkilî digel de ne kiribe û alîkariya wê ne kiribe.
Nivîserê van rêze nivîsan bi xwe ji bo dema çendîn salan di gel PKK ê kar kiriye û ji nêz ve hest bi vê yekê kiriye ku serkirdeyên PKK ê çi qas bi çavekî xerab û sivik li rojhilatê Kurdistanê û xebata rabûrî ya wê perçeya Kurdistanê dinêrin. Ev nerîna piraniya wan kesane ku kurdên rojhilatin û digel PKK ê kar kiriye.
Ev mijar didume…