Baştirîn belge ji bo vê yekê ku xîyaba partîyên netewî yên Rojhilata Kurdistanê derfet ji bo werara PKK ê dirust kirî eve ku di demekî de berdewam sivkatî bi wan rêxistina dikir û bi rûniştvanên kampan navê wan dibir lê belê dema ku di çend salên rabûrî de hêzên pêşmerge yên Rojhilata Kurdistanê di destpêka qonaxek nû a pêşmergetiyê de li bin navê “RASAN” de vegerîn çiyayên di nêvbera Başûr û Rojhilata Kurdistanê pêş Komara Îslamî ya Îranê, PKK e li dijî wan seknî û şer bi wan re firot û hejmarek ji wan şehîd û brîndar xistin. Pişt re dema ku pêşmerge bicî bûy jî di bombebaran kirina baregeh û stargehên wan de PKK ê alîkariya rijêma Îranê kir û kordînat bi supayê Îranê didan. Xwe ger grûpekî pêşmergeyan xwastiba ji bo encam dayîna çalakîyekî biçe nav kûrahiya Rojhilata Kurdistanê pêdvî bû xwe ji PKK ê biveşêre, ger na yan PKK e da pêşiyê li wan bigre yanjî da raporan li ser wan ji Îranê re din.
Hinceta wan jî ev bû ku digo ev hêze bi plana Tirkiyê û PDK ê hatîne sînoran û dixwazin HDP di hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê de rastî şikestinê were.! Lê di rastî de HDP ê di wan hilbijartinan de pirr deng anîn û bû xwedî 80 kursî yên parlamentoyê û astenga 10٪ derbas kir. Lê belê ji ber sîyasetên şaş yên grûpa Enqerê li Qendîlê, ew beşdarî hikûmeta Tirkiyê nebûn û careke din hilbijartin hatin kirin di dubare kirina hilbijartinan de HDP ê bi rêjeyek berçav dengên xwe kêm kirin. Vê yekê jî îsbat kir ku şer firotina PKK ê bi Partîyên Rojhilata Kurdistanê ti pêwendiyek bi hilbijartinên Tirkiyê re nebû belku rêveberên PKK ê fêm dikir bi vegerîna Partîyên Rojhilata Kurdistanê û berev pêş birina çalakiyên wan wê gel li Rojhilata Kurdistanê kêmtir tevlî nava refên PKK ê bibin.
Sedemeke din ji bo tevlî bûna ciwanên Rojhilata kurdistanê bo nava refên PKK ê, vedgere bo siyaseta populist ya vê rêxistnê ku ew jî dîsan bi hevkariya rijêma îslamî ya Îranê tê cîbicîkirin. Endamên PKK ê ger bi şî’eyekî bajarê Îlamê re bi axvin wê demê Apo wê bikin şî’e, ger di gel Yarsaniyekî bi axvin wê bibêjin Apo pirr ji Yarsanê re hez dike û Yarsanî ye, bi awayekî ku hinek ji kesên nêzî rijêma Îranê pirtûkek derbara ola Yarsan bi zimanê Kurdî “Devoka Kelhorî” û zimanê Farsî nivîsandibû û rijêma Îranê ew pirtûk di nava Yarsanyan bi navê Apo parve dikir. PKK e di gel Mokiryaniyan rûdine û xwe bi xwendkarên pêşewa di hesêbînin û li navçeyên Ormîyê, Xwê û Selmas bas li devoka Kurmancî dikin.
Sedemeke din eve ku ev ciwanên Rojhilata kurdistanê dema bi merema tevlî bûn di şoreşê de berê xwe didin navçeyên sînorî yên başûrê kurdistanê ji hêla hinek aliyên hevpeymanî û PKK ê û komara îslamî ya Îranê ve bi gef xwarin û xapandinê, têne şandin ji bo Qendîlê û dema ku dizanin bi şaşî hatîne êdî nikarin xwe derbas bikin. Jiberku di nava PKK ê de qut bûnê encamekî pir giran heye û dibe bi buhayê ji dest dayîna canê wan bi dawî be, ji ber vê yekê kes nikare bi eşkere ji PKK ê qut bibe û bi neçarî li wir dimînin.
Ji bilî wan kesên ku bi heza xwe tevlî PKK ê dibin yan tên xapandin, PKK e weke perçeyên din yên kurdistanê li Rojhilat jî sûdê li mîtoda revandina zarokan dibîne. Ji bo vê yekê jî baştirîn mînak revandina çend zarokên gundê Nêy ê Merîwan ê ne. Di tomarek vîdyoyî de ku ji wan zarokan hatye parve kirin bi eşkere diyar dibe ku evane hatîne revandin. Yek ji wan zarokên ku hatîne revandin xwe navê Apo jî nizane û dema jêre dibêjin bibêje “Bijî Serok Apo” ew dibêje bijî serok Ako.!
Serpêhatiya Esrîn Mihemedî a berniyas bi Sonia, keçe Kurda 13 salî ji malbatek niştimanperwer a Serdeşta Rojhilata Kurdistanê, mînakek dine ji revandina zarokan li Rojhilata Kurdistanê ji bal PKK ê ve. Esrîn Mihemedî li havîna sala 2017an de ji hêla PKK ê ve hat revandin. Malbata wê ku pirr xizmet ji gerîlayên PKK ê/PJAK ê re kirbû, pir hewl dan carekî zaroka xwe bibînin yan jî her çi nebe ji wan re bibêjin ew li kuderê ye lê belê weke hemû malbatên gerîlayên din ew jî bê bersiv man. Hesen Mihemedî û Meryem Xizirî, bav û dayikên Esrînê, di gilî nameya xwe de ku daye dest hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îranê û saziyên nav dewletî daxwazê ji wan dike ku li hewara wan biçin. Lê belê gilî nameya wan weke gilî nameyên piraniya nîştîmanperwerên din kênca xwe li PKK ê nake.
Di çend mehên rabûrî de “Meryem Xizirî” dayîka Esrînê, bi rêya tomarek vîdyoyî nûçeya can ji dest dana keça xwe ragihand û got, herçend ku PKK ê bê ku êmaje bi ciyê wê bikin bi tenê ji wan re ragihandiye ku Esrîn şehîd ketiye, lê belê di rastî de di demekî de ku dixwest di nava refên PKK ê de baz bide ji hêla wê rêxistnê ve hatye şehîd kirin.
Ji bilî çavkaniyên mirovî, hevdem sînorên dest çêkrî yên Rojhilata kurdistanê di gel Başûr û Bakurê Kurdistanî çavkaniyeke girînge ji bo PKK ê û wê dahata ku bi rê ya keresteyên rê pê nedayî û ne qanûnî (madeyên hişber û çek û cibilxane) bi dest wan dikeve, di warê îkonomîk de jî PKK e gihandiye asteke wiha ku bûye yek ji dewlemendtirîn rêxistinan di astê cîhanî de. Bê guman her guherînek di Îranê de ku bibe sedema jinavçûna rijêma Îranê wê vê xezîneya bê dawî jî ji nav bibe.
Di beşa dawyê de ji vê mijarê emê bas li tirsa PKK ê ji pêşeroja pêgeha xwe li Rojhilata kurdistanê bikîn. Diyare li gor felsefeya siyasî ya ku PKK e bikar tîne (Felsefeya Machiavelli) pir hêsane ger bizanî jinavçûna komara îslamî rastîyek haşa helnegire, pişta wê rijêmê berde. Lê belê ya ku rêveberên PKK ê ne rhet krî ew tirsa wane ku ji pêşerojê heyî. PKK e fêm dike ku li Rojhilata kurdistanê bê komara îslamî rewşa partîya wê ya sîber ango PJAK ê dibe ji PÇDK e ya başûr baştir nebe. Jiber vê yekê li destpêkê dixwaze Komara Îslamî jinav neçe, pişt re ger her biryar be ew rijêm jinav biçe bi kelecan û xwepêşandanên girseyî ji nav neçe. Xewna PKK ê ji bo Rojhilat senaryoya Rojava ye. Bi wê wateyê ku Îran ew qas bê hêz bibe ku neçar be birêvebirina hinek ji navçeyan bide dest dosta xwe ya stratejîk PKK ê.
Ev mijar didome…