Fermandarên Emerîkî hatin Ruhayê

Alîkarê fermandarê hêzên Ewropayê a Emerîkayê general Stepihen Tutî û alîkarê fermandarê hêzên navenda Emerîkayê general Tomas Bergeson ji bo ku li ser sînorê Sûryê lêkolînan bikin hatin Ruhayê. General Stepihen Tutî, Tomas Bergeson û heyeta Emerîkî piştî hevdîtnên li Enqereyê bi balafireke taybet ve hatin balefirgeha Gapê a Ruhayê.

Cêgirên Serokê Herêma Kurdistanê dest bikar bûn

Serokê Herêma Kurdistanê fermaneke herêmî ji bo cêgrên xwe derkir û herdu cêgir bi fermî dest bi karê xwe kirine. Di ragihandinekê de Fewzî Herîrî serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê ragihand, Nêçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistanê fermaneke herêmî ji bo dest bi kar kirina her du cêgirên Serokê Herêmê derkirin,