Bi fermana Qendîlê, Mezlûm Ebdî “Şahîn Cîlo” ji fermandarîya hêzên Sûriyaya demokratîk hat dûrxistin, tev desthilat jê hatin standin, nêz bûna Mezlûm ji Herêma Başûrê Kurdistanê, sedema sereke a vê biryara Qendîlê ye.
Pêgeha “Darka Mazî” agahî li derbara fermana Qendîlê, ya guherandina Mezlûm Ebdî bi dest xistine û li gorî wan agahîyan, çend rojan berê Konseya Rêveber a PKKê li Qendîlê civîyaye, Mezlûm mijara sereke a civînê bû.
Di civîna Konseya PKKê de, biryar hat girtin ku Mezlûm Ebdî ji fermandarîya hêzên Sûriyaya demokratîk HSD’ê were dûr xistin û kesê bi navê “Mehmûd Berxwedan” bi kod navê “Mehmûdê Reş” li cihê wê were erkdar kirin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, Mezlûm bi vê fermanê hatîye haydar kirin, ew hêjan di erka xwe de ye, lê belê tev desthilat jê hatine standin, mayîna Mezlûm bi koalîsyona navnetewî a dijî DAIŞê ve elaqedare, ji ber ku hevpeyman bijlî Mezlûm ne amadene serederiyê li gel tu kesên din bikin.
Agahiyên me dest nîşan kirine ku nêz bûna Mezlûm ji Herêma Başûrê Kurdistanê, Hikûmeta Başûr yêk ji sedemên sereke yên fermana guherandina wî bûn.
Li rojên rabûrî û bera civîna Konseya PKKê, Qendîlê hişyarî da bû Mezlûm, ji ber vê sedemê ceneral Mezlûm li roja 10 cotmehê ev yêk li twittera xwe de nivîsand bû:
“Rêber û Hizirmend Ebdulla Ocalan damezrînerê fikra hevjiyana azad e, kilîla çareserî û aştiya Rojhilata Navîn di destê wî de ye, azadkirina rêber Apo wê aştîya domdar li pey xwe bîne”.
Ya rast ev hewla Mezlûm ya pesin dayîna Ebdulla Ocalan ji bo wê bû ku wusa xwe nîşan bide ku hêjan mirîdê PKKê ye.
PKK’e çima ji Mezlûm aciz bû?
Rêxistina PKKê ji dema derketina navê Mezlûm weke ceneral, her wiha berniyas bûna wî, pirr jê aciz bû, taybet tevgeryana wî ya bi Emerîkîyan re û herweha civaka navneteweyî ew weke nûnerê kurdên rojava Kurdistanê nas kir, zêdebarî vê nêz bûna wî ya ji herêma başûrê Kurdistanê û spas kirina wî ji boy serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, aczîya PKKê gihand lotkê.
Rêxistina PKKê ji bo ku rê li ber Mezlûm bigre, tumet ji boy çêkirin û her wiha hewla teror kirina wî da, lê belê Emerîkîyan zêrevanî li Mezlûm dikir, loma ev pîlana PKKê rastî şikestinê hat.
PKK’ê digo: Mezlûm bi Emerîkîyan û Başûrê Kurdistanê re li dijî rêxistina PKKê ketîye tevgerê, ji ber vê PKK’ê rê li ber hemû hengavên Mezlûm girtin û nehişt danûstandinên rojava jî encaman bigrin.
Paş êrîşa dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, Mezlûm Ebdî ku bi “Kobanî” jî tê nas kirin, bêy rêveberiya PKK’ê helwest girt û bi Rûsya û Tirkiyê re peyman ji boy rawestandina şer çêkir, vê yekê navudengiya Mezlûm çêkir û li hinek navendan ew weke qaremanekî neteweyî hat naskirin.
Piştre li sala rabûrî jî, bi hewlên Amerîka û Firansayê, Mezlûm bi aliyên Kurdistanî yên Rojava re dest bi danûstandinan kir û ev yêk bo hêvî ku qonaxeke nû a jiyana siyasî li Rojava dest pê bike, ev yêk û li gel pêwendiyên Mezlûm yên li gel serkirdatiya siyasî ya Herêma Başûrê Kurdistanê bûn sedem ku PKK’e jê aciz bibe, ya rast PKK’e ditirsîya ew li Rojava bi van liv û tevgerên Mezlûm bêbandor bibe, ji ber ku Emerîkîyan ji Mezlûm xwest bû ku PKK’e ji Rojava were derxistin.
Yêk ji sedemên din yên acizbûna PKKê ji Mezlûm, “Sebrî Ok” yê berpirsê îstixbarata PKK’ê û endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê li Rojava bû ku bi fermana Mezlûm, ji rojava hatbû derxistin.
Mehmûdê Reş kiye?
Mehmûdê Reş yek ji Fermandarên PKK’ê yên li Rojavayê Kurdistanê ye, li sala 1986ê tevlî refên PKK’ê bûye, li rojava hin berpirsyariyên mezin wergirtine, yek ji Fermandarên berpirsyar ji şikestina Efrînê bûye, ew bi Mehmûdê cebilxaneçî jî tê naskirin, bi yek ji kadroyên PKK’ê yên herî radîkal tê nasîn, hin caran di medyaya PKK’ê de derketiye û li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşmergeyan gef xwarine, dawî car Mehmûdê reş ragihandibû, “ger pêşmerge êrişî herêmên gerîlayan bike, emê bê alî nemînin, diyare ku emê kê biparêzin”.
Pêgeha “Darka Mazî” ji destpêka weşana xwe li sala 2019ê, çendîn mijarên nihênî li ser nakokiyên Mezlûm û Qendîlê û herweha hewla teror kirina wî, êrîşên bê exlaq yên Mehmûdê reş li ser Başûrê Kurdistanê û pêşmergehan belav kiribûn, ev jî lînkên wan mijaran e:
Civîna ENKSê û HSDê, yekrêzîya derew ya PKKê îfşa kir
Yêk ji gîrîngtirîn civînên yekrêziyê duh di nêvbera ENKSê û HSDê de hat li darxistin. Tevî ku PKKe dewam qala...
Zêdetir »NY: HSDê û YPGê di 2023an de 460 zarok revandine û tevlî xwe kirine
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, eşkere kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û partiyên din ên girêdayî wê bi sedan...
Zêdetir »Mazlûm Ebdî berpirsê êrîşa li ser bîranîna Mele Mistefa Barzanî ye
Generalê nemir ê Kurd Mele Mistefa Barzanî di 45 saliya koça dawî de ji aliyê gelê Kurdistanê ve hate bibîranîn....
Zêdetir »Şoreşa Rojava ji bo Kurdan ber bi dawî bûnê hat?
Bihara Erebî bû payîza gelên Rojhilata navîn. Bihara ku bi hêviyeke mezin ji bo Kurdan dest pê kir, wê çawa...
Zêdetir »Cemîl Bayîk hewla tasfîye kirina Mazlûm Ebdî dike
PKKê dîrokek pir dirêj a tasfîye kirinê heye, ji ava bûna vê rêxistinê û heya roja me ya îro ev...
Zêdetir »Bisekine Mazlûm heya vir bes – Beşa 2
Beşa dûyemîn Ji damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê li sala 1978an, heya niha bi fermana serkirdatîya vê partiyê, bi sedan kadiro...
Zêdetir »Mazlûm Ebdî, ji xweştivêtîya Ocalanî ber bi tewanbarîya Cemîl Bayîk – Beşa 1
Beşa yekemîn Paş derbas bûna Ebdula Ocalan, rêberê zîndan kirî ê PKK ê ji bo Sûriyê û mayîna wî li...
Zêdetir »Gefa bê exlaqî ya fermandarê HSDê – «1»
Fermandarê HSD ê «Mehmûd Berxwedan» an jî navê wî yê PKKê «Mehmûdê Reş», axivîye, «Ger Pêşmerge êrîşî herêmên Gerîla bike,...
Zêdetir »Gefa bê exlaqî ya fermandarê HSDê – «3»
Beşa: 3 Fermandarê HSD ê «Mehmûd Berxwedan» an jî navê wî yê PKKê «Mehmûdê Reş», axivîye, «Ger Pêşmerge êrîşî herêmên...
Zêdetir »Gefa bê exlaqî ya fermandarê HSDê – «2»
Beşa: 2 Fermandarê HSD ê «Mehmûd Berxwedan» an jî navê wî yê PKKê «Mehmûdê Reş», axivîye, «Ger Pêşmerge êrîşî herêmên...
Zêdetir »