Mihemed Selîm Çurukkaya Çima û çewa ji PKK’ê veqetiya?-6

Mihemed Selîm Çurukkaya Çima û çewa ji PKK’ê veqetiya?-6

Mihemed Selîm Çurukkaya yek ji damezrînerên PKK’ê ye, ew rojnamevan, siyasetmedar û nivîser e, jiber wilatparêzî û kurdperweriya wî dema 11 salan di zindanên cuda yên Tirkiyê de, di rewşeke herî xereb de li ber xwe da û teslîm nebû, dema ji zindanê azad dibe, berê xwe dide çiya, bi Evdila Ocalan re dîsa têkildar dibe, dema ji zindanê azad bûy û vegeriyay nava PKK’ê de ji gelek tiştên di nava PKK’ê de bûyî qanûn nerazî bû, lê nekarî nerazîbûna xwe bi azadane beyan bike, ji ber ku diyarkirina nerazîbûnê bi wateya dijatîkirina Ocalan tê, bêy guman ev yek jî da bibe sedema sûçbarkirina wî bi îxanetê û piştre tasfiyekirina wî, ji neçarî biryara revînê ji nava PKK’ê û veqetîna ji vê partiyê dide, wî bi nivîsandina pirtûkekî bi navê “Ayetên Apo” hewl da rastiya Ocalan û PKK’ê ji gelê kurd û cîhanê re eşkere bike.

Di vê pirtûkê de baş xweya dibe ku gelek tengasî dîtine heya ku bikare xwe bigihîne Ewropayê, dema ji PKK’ê vediqete û li Libnanê bêy pere û pasport dikeve koçe û kolanên Beyrotê, pirr caran di xeyalên xwe de hin pirsên girîng ji xwe dike ku mirov dikare wusa şîrove bike ku ger ew bihatiba girtin da Ocalan jî heman pirsan ji wî bike. Emê hewl bidin di çend nivîsan de basî hin ji sedemên veqetîna Çurukkaya ji PKK’ê û helwest û biryarên Ocalan di nava PKK’ê de ku nivêser bi “Ayetên Apo” dide naskirin bikin.

Dema Apo pesna xwe dide, di nerîna Mihemed Selîm Çurukkaya de:

Heya niha her pêxemberekî yêk pirtûk bi tenê hebûye, hin ji wan jî pirtûk nebûye, lê pêxember bûn, lê ez li pêşya hemûyan ketime, niha bi melyona kes hene min diperêsin û bi dûv min ketine, pir bi ciwanî edebiyatan ji wan re çêdikim, belê, ez kesayetîya wan şîrove dikim, her pirtûkek romaneke, ya ku Yaşar Kemal nivîsandî hevber yên min nivîsandî ti tiştek nîne, ez dibêjim Yaşar Kemal bi tenê çeteyek bû, ez dubare kesayetiyan ava dikim û bi rêya dijûnan careke din diherfînim, ez mirovan dubare diafirînim, bi hemû wateyên peyvê ez mirovan diafirînim, mirov afirandin ji boy min karekî bi zehmet nîne, ew kar pêş niha ji erkên xwedê bû û niha ez dikim.

Berî niha min pir hez dikir bizanibim xwedê çewa mirovan diafirîne, wusa xweya bû karekî pir hêsan û sade ye, rê û çawaniya wê divê bizanibî, yên tên cem min bi tev hêz û desthilata xwe ez wan pirr dikim: tu bibe Sîxurekî karpêkirî, tu koleyê Kemalîzmê, tu kesekî bi ferman hatiye dirustkirin, tu kesekî bê buhayî, tu yê di serda çûyî, tu li dûv serê xwe diçî û ew ketwarê tu tê de jiyan dikî ne ketwarê teye, her weke tu heyî tu çi nînî, yên ji nû hatine cem min jî bi aqil guhdariya min bikin.

Koleyên min, nezan, serdaçûyî, nizim, ajan yên min kirîne birêkarên karê xwe, pêdivîye bi destûra min bi axvin wusa bi axivin: em pir sivikin, em ti tiştek nîne, em bûyne kirê girtî û ajan, çima di nava me de xebatkar û rêberên baş dernakevin? Çima rêbertî ji me hemûyan pêtir kar dike? Ew rêberê ku bi tena serê xwe hem rêbertîya stratejî û hem rêberatîya taktîkî birêve dibe rojane giringiyê bi hemûyan dide, em rojane giringiyê bi çend kesan didin, û ji boy xwe radikêşîn? Bila carekî berê xwe bidîn dûratiya di nêvbera xwe û rêberatiyê de, rêber li serê çîyayê Araratêye û em hêjan negehiştine binê çiyay jî.

Pustên heman beş