Mihemed Selîm Çurukkaya çima û çewa ji PKK’ê veqetiya?-7

Mihemed Selîm Çurukkaya Çima û çewa ji PKK’ê veqetiya?-7

Mihemed Selîm Çurukkaya yek ji damezrînerên PKK’ê ye, ew rojnamevan, siyasetmedar û nivîser e, jiber wilatparêzî û kurdperweriya wî dema 11 salan di zindanên cuda yên Tirkiyê de, di rewşeke herî xereb de li ber xwe da û teslîm nebû, dema ji zindanê azad dibe, berê xwe dide çiya, bi Evdila Ocalan re dîsa têkildar dibe, dema ji zindanê azad bûy û vegeriyay nava PKK’ê de ji gelek tiştên di nava PKK’ê de bûyî qanûn nerazî bû, lê nekarî nerazîbûna xwe bi azadane beyan bike, ji ber ku diyarkirina nerazîbûnê bi wateya dijatîkirina Ocalan tê, bêy guman ev yek jî da bibe sedema sûçbarkirina wî bi îxanetê û piştre tasfiyekirina wî, ji neçarî biryara revînê ji nava PKK’ê û veqetîna ji vê partiyê dide, wî bi nivîsandina pirtûkekî bi navê “Ayetên Apo” hewl da rastiya Ocalan û PKK’ê ji gelê kurd û cîhanê re eşkere bike.

Di vê pirtûkê de baş xweya dibe ku gelek tengasî dîtine heya ku bikare xwe bigihîne Ewropayê, dema ji PKK’ê vediqete û li Libnanê bêy pere û pasport dikeve koçe û kolanên Beyrotê, pirr caran di xeyalên xwe de hin pirsên girîng ji xwe dike ku mirov dikare wusa şîrove bike ku ger ew bihatiba girtin da Ocalan jî heman pirsan ji wî bike. Emê hewl bidin di çend nivîsan de basî hin ji sedemên veqetîna Çurukkaya ji PKK’ê û helwest û biryarên Ocalan di nava PKK’ê de ku nivêser bi “Ayetên Apo” dide naskirin bikin.

Ocalan di derbara kadroyên PKK’ê de ku weke koleyên xwe dihesibîne çi dibêje?

Ez mafê axaftinê pirr didim bendeyên xwe, lê nikarin bipeyvin, nikarin hin peyvan bi hev re kom bikin, pir mejî hişkin, pirr sivik in, her ez dipeyvim û ew guhdariyê dikin.

Rojnamevaneke Elmanî hat virr û ji min re got: di cîhanê de kes weke te rewanbêj tuneye, ez çi bikim zilamek tune li himberî min bipeyve, min jê re got, civaka me wusa bê ziman kirîne, wê rojnamevanê bi xwe jî nedizanî bipeyve û hizir bike, min ew jî bêdeng kiribû, min bê deng kiribûn û pêwîst bû wan bêdeng bikim, ji ber ku xwedawend diaxve û kole guhdariyê dikin û dibêjin amîn, yê ku bendeyê min be bi tenê dikare gotinên min dubare bike, bi tenê bi wan gotinên ez bikar di înim dikare bipeyve, afrandina her hizir û bîrek din ji bilî wê ya ez dibêjim minafiqî ye, min mejîkê bendeyên xwe wilo kiriye ku li şûna hizir bikin, hizir û bîrên min dubare bikin, loma bi heman şêwe hizir dikin û dema dinivîsin jî bi heman şêwaz dinivîsin, dema dipeyivin bi heman  şêwaz dipeyivin, ev rêyek pirr başe, wusa yêk curê mirovan tê afirandin, ev mînaka wî civakê êk core yê bizavan dikim bi afirînim, dema hizir û bîrên cuda nebin, prisgirêk û sergêjî û şeredev dirust nabin, opozisyon jî li dijî min dirust nabe, ez dibêjim û ew dubare dikin û dema hemû bi hev re dubare dikin ew dibe bîr û raya giştî.

Da bi awayek eşkeretir bas bikim, ez bi tenê hiziran di afirînim, wusa baştire! Karubar birêve diçin yan na? Ez bi vî awa lê dinêrim, hetta pêwîst nake kole hizir jî bike, ma li himber gotinên xwedê koleyan hizir hene?

Min yasayên xwe danîne û min gotiye, her kesê ku van yasayan bi wan peyvên min gotî dubare neke, ew li dijî PKK’ê ye û minafiqe û li ser rêbaza partiyê nîne, koleyên min li dema gotina waneyan li akadimiyê dikarin bi destûr wergirtin bipeyivin, bi wî awayî dipeyivin yê min ji wan re şîrove kirî û ew ji min re dubare şîrove dikin, min azadiya dubarekirinê daye wan, lê dema ku ez di waneyê de amade bibim pêdvî nake ew pirr biaxivin, ji ber ku dê her wê dubare kin ya min ji wan re gotî, ma pêdvî dike nanî bifiroşî nanpêjî? Bêy goman nexêr, gava yekem ji boy xwedawendiyê eve: rê nedin kole hiziran biafirînin, bila ya tu dibêjî dubare bikin û cîbecî bikin, her dema te koleyên bi wî awayî afirandin wê demê te gava yekem ber bi xwedawendiyê avêtiye, loma ez rewanbêjiyê dikim, wan nizim dikim, rê nadim hizran biafirînin û wan dixim rewşekî ku bi tenê gotinên min dubare bikin, ji ber ku ew koleyên minin, her kes rast yan çep biçe dê vê li ser peyrew bikim.

Pustên heman beş