PKK e pirojeyek bo jinavbirna bizava netewî a Kurdan – Beşa 2
Tîpoljiya reftar û kesatiya Ocelan
Nivîserê pirtûka “PKK e projeyek bo jinavbirina bizava netewî ya Kurdan”, piştî pêşekiya pirtûka xwe, di çend birgeyan de bi horgilî zanyariyan li ser nasname û kurtîyek ji jiyana Ebdulla Ocelan weke damezrîner û teorîsyenê partîya Karkerên Kurdistanê aşkera kirîne.
Di birgeyekî de bi navê “‘Ebdulla Ocelan kîye?” nivîsandîye: “wateya navê Ocelan tolheldêre, li ser vê yekê ku çima navê malbata Ebdulla Ocelan, Ocelan e, rayên cuda hene. “‘Îsmet Îmsê” yek ji medyakarên bi navudeng yên Tirkiyê dibêje: bavê mezn ê Ocelan memûrê bidarvekirina Şêx Se’îdê Pîran bûye, ji ber vê yekê li wê demê memûrekî saziya regeznamê “Nifosê” dibêje nasnavê Ocelan ji bo wî danin. «Ocelan: 2008, S 182»”.
Her li ser têkildarî ya malbata Ocelan bi sêdaredana nemir “Şêx Se’îdê Pîran”, nivîser amajê bi çendîn rêzan ji nivîsanên ‘Ebdulla Ocelan dike ku têde Ocelan Şêx Se’îdê Pîran weke kirê girtî bi nav dike! Nivîser dibêje: “hêjayî amaje pê kirinê ye ku Ocelan di du pirtûkên xwe de bi dehan caran weke kirê girtî û zelamê Îngilîzan navê Şêx Se’îd diîne ku bûye sedema wê yekê Ataturk ji pêdana mafê Kurdan pûşman bibe. «Ocelan: 2007, S 55 û 56», «Ocelan: 2002, S 67 û 68 û 69», «Ocelan: 2002, S 113».
Kurtîyek ji jiyana ‘Ebdulla Ocelan
‘Ebdulla Ocelan berniyas bi Apo li roja 4/4/1949an li gundê ‘Omerlî yan ‘Emera yê navçeya Xelfetiyê ser bi bajarê Orfa li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. “Ocelan: 2008” navê bavê wî ‘Omer û navê dayîka wî «Ayîşe» yan jî «Oweyşe» û sê bra û sê xûşkin. «Kirîs Koçêra: 1999». Li gor hinek çavkaniyan dapîra Ocelan Tirk e û tiştek normale dayîka wî jî Tirk be. «Alîza Markus: 2007, S 15».
Di beşeke din a lekolîna xwe de “Cemîl Kulahî”. Nivîserê pirtûkê bi piştbestin bi nivîsîn û daxuyaniyên şexsî yên ‘Ebdulla Ocelan, babetek bi belge li ser «tîpolojî ya reftar û kesatiya Ocelan» berçav kirîye.
Tîpolojî ya reftar û kesatiya Ocelan
Nivîserî nivîsandîye: li gor axaftina Ocelan bi xwe, ew xwedî dayik û bavek ku bikarin bi başî wî perwerde bikin nebûye, jiber vê yekê wî reftarên pirr xerab hebûne ku dê ji zardevê wî bixwe bi horgilî amaje bi wan kim”. Li gor lêkolerî rewşa jiyana Ocelan bandoreke kûr li ser xebat û çalakiyên siyasî yên Apo hebûye û niha jî digelda be hêjan bandora wan berdewame! Ji ber vê yekê bi pêwîst dizane ji bo nas kirina Ocelan, PKK û îdolojiya PKK ê yan jî apocîtiyê, bi horgilî amaje bi reftarên Ocelan were kirin.!
Ji bo bas kirin li ser «tîpolojî ya reftar û kesatiya Ocelan», nivîserî girîngî bi reftarên serdema zaroktî û dibistanê, serdema wezîfeyê li Diyarbekir, pesna xwe kirina Ocelan û girêka pêxember bûnê daye û li 6 birgeyan de şîrove dike ku emê di vê beşê de bas li 2 birgeyan bikîn.
1.Reftarên serdema zarokatiya Ocelan
“Li ser dema zaroktiyê de, Ocelan zaroyek pirr lawaz bû, bi awayekî ku li derdorên wî tu kes ji wî lawaztir nebûye. Ev lawazîye bi awayekî bû ku xelkê henek bi wî kirîne û jêre gotîne xwelî bi serê ‘Omer were ji ber kurê wî heyî! Xwedê zarokên tu kesekî weke kurê ‘Omer lê neke! Ocelan dibêje ev rewş heya demekî berdewam bû. Ew îtîrafê bi vê yekê dike ku zaroyek tirsonek bûye! Bi gotna wî bi xwe li destpêkê hertim di rewşa bergiryê de bûye. «Ocelan: 2008, S 15 û 27 û 30».
Ocelan amajê bi vê yekê dike dema ku ew zarok di şerê di gel zarokek din de serê wî hatiye şikandin. Du kes ji wan kesane ku serê wî şikandibû bi navê «Cemo û Meho» bûn. Tiştê ku li virr girînge eve ku Ocelan dibêje «Cemo» astengek pirr mezin bû li himber min û wî pirr asteng ji bo min dirust dikirin.
Li ser dema zaroktiyê de dema xwendina dibistanê bi dawî anî. Piştî ku digel birayê xwe bi şer diçe û wî berbaran dike! Bavê wî li pey wî diçe daku li wî bixe, ew jî baz dide û diçe malê û 10 lîreyan li bavê xwe di dize! Paşan baz dide û diçe nêzî deşta «Barak» û li wir dest bi kar kirinê dike. Ji bo her rojekî 2 lîre û nîv ji wî re hatîne dayîn, her wek ew bi xwe dibêje, rojê sê car serê sibê, nîvrojê û êvarê nan û dew bi wî hatiye dan. «Ocelan: 2002, S 141 û 142», lê belê li cîyekî din de vê çîrokê bi awayek din bas dike û bûyeran diguhere! Li wî cihî dibêje piştî ku min gundê xwe bicî hiştî, li gundekî ku navê wî «Qamîş» bû û li nêzî “Trablosê” bû min dest bi kar kirinê kir, min du rojan kar kir, rojê pênc lîre bi min didan, di van du rojan de xwarna min bi tenê nanê hişk bû! «Ocelan: 2008, bi 31».
Li gor gotina Ocelan bi xwe dema ku ew xwêndkarê dibistanê melayekî baş bûye, xwe heya asta îmamê cum’ê yê gundê xwe ber bi pêş çûye! Dibêje min di gel 10 kesan ji xwendkaran grûpek pêkanî bû, ez berpirsê grûpê bûm, min ew di birin dibistanê, di rêya vegerîn ji bo malê de min bi zorê Nimêj bi wan dida kirin û ez dibûm pêş nimêjê wan! Dibêje dema ku min yekem Nimêj kirî melayê gund ji min re got ger bi vî awa berdewam bikî wê rojekî bigihî asta jûr! «çavkaniya berê: S 22 û 23 û 25», navê yekem mamosteyê wî «Mihemmed Meydan Kaş» bû. Bi gotina wî jiberku hejmarek hêk û mast ji bo wî dibe, bala wî ji bo xwe rakêşaye û paşan hatin û çûna mala wî dike û jêre dibêje niha jî yekem nan ku me bi hevre xwariye li bîra mine.
Di dûv de li dibistana navendî a bajarê “Nîzîp” xwandina xwe berdewam kiriye, lê belê li wê derê xwendkaran ew pirr êşandiye û li wî xistiye û henek bi wî kirîne. Ew dibêje bi axaftinên ne şirîn û kirêt û taneya sivkatî bi min dikirin. Take rê ya min jî ev bû ku xwe ji mamosteyan re nêzî bikim! Ev rewş li «Enqere»yê jî berdewam bû, hevalên wî li zanîngehê henek bi wî dikirin û sivkatî bi wî dikirin, Ocelan bi xwe vê rewşê bas dike daku diyar bike li bajaran de wî xwe neguherî û teslîmî cîhana borjowazî nebûye! Her ji ber vê yekê ji bo rizgar bûn ji dest civaka borjowazî hewara xwe ji bo Ol ê birîye û weke berê nimêj kirîne û li ser her tiştekî heram yan helal hestyariyeke bê wêne hebûye! «Pirtûka berê: S 22, 35, 36, 37».
Reftara wî di gel malbata xwe
Ocelan di nav malbata xwe jî digel bira û xûşkên xwe bi awayek nebaş tevgerîyaye, ew bi xwe dibêje dema di nava erdê çandinîyê de me kar dikir, xûşkeka min hebû ku nedikarî gelekî bişuxle, lê belê min fişar li wê dikir û jêre digot pêwîste tu jî weke me bişuxlî, dibêje dibe min xwastibe xwe li ser wê zal bikim! Kar kirin di erdên çandinîyê de pirr girîng bû, min jî li wir kar dikir. Veguhastina gîya ji bo me kareke pirr giran bû. Ez di wê bawerê de bûm ku nabe heya dawiya jiyana xwe bi vî karî ve mijûl bibim. «Ocelan: 2008, s20»
Li gor nivîsînên Ocelan “‘Oweyş” dayîka wî, keseke ku pêtirtirîn bandor li ser Ocelan hebûye û ew bi xwe dibêje dayîka min mezintirîn mamoste ya min bûye. Hevdem Ocelan li ser dayîka xwe di nivîsîne: “vê jinê ji hemû jineke din zêdetir şer dirust dikirin û kesatîyeke şeroke hebû. Min di vê derbarê de pirr şerim ji xwe dikir û min digot xwezî Dayikek bi vî awa min nebaye! “Ocalan dibêje: “ew qas digel dayîka xwe ez bi şer diçûm ku dergehê mala me jiber berbaran kirina min kun kun bûbû. «Ocelan: 2008, S 16, 22»
Herçend Ocelan dibêje ku dayîka min mezintirîn mamosteya min bûye û pirr pesina wê dike, lê belê tu caran alîkarya dayka xwe nekiriye. Her weke bas dike dayîka wî jêre dibêje çima çend metrên qumaşî ji min re nekirî? Ev di demekî de bû ku min mûceyek baş hebû lê tu caran min tu tiştek ji bo dayîka xwe nekirî û min jêre got niha ku tu li ser wê yekê mukirî ku ez ji te re çend metrên qumaşî bikirim, ez jî wê yaxî bibim û ji te re nakirim! «Ocelan: 2008, S 39» Ocelan dibêje heya dema mirina dayîka min, xwe min bo carekî jî ji rewşa wê nepirsî û min telefonek jî ji bo nekir. «Ocelan: 2004, s334».