PKK e pirojeyek bo jinavbirina bizava netewî a Kurdan – Beşa 3

PKK pirojeyek bo jinavbirina bizava netewî ya kurdan - 3
  • Beşa sêyemîn

Beşekî pirtûka “PKK e pirojeyek ji bo jinavbirina bizava neteweyî ya Kurdan, lekolîneke li ser aydiya û dîroka Partiya Karkerên Kurdistanê”

  • Nivîsîna: Cemîl Kolahî

Nivîserê pirtûkê, di beşekî lekolîna xwe de bi pişt bestin bi nivîsan û daxuyaniyên şexsê Ebdula Ocelan, babetek belgeyî li ser “tîpolojîya reftar û kesatîya Ocelan” di şeş birgeyan de şîrove dike ku di beşa rabûrî de me êmaje bi 2 birgeyan kir û di vê beşê de dê bas li 3 birgeyên din kîn.

3- dizîkirin û bertîl wergirtina Ocelan

Yek ji wan fakterên ku bûye sedema kiryarên Ocelan di dema zaroktîyê û xwe li dema mezin jî bûy, hejarîya malbata wî di warê abûrî û ferhengî de bûye û ji ber birçîtîyê û bê pereyî yê ev karane encam dayîne. Di vê derbarê de dibêje me li destpêkê nanê cehî hebû, lê paşan me nan bi genimî çêkir. Hêşta min ew şer li bîrin ku min digel dayîka xwe kirî ji bo bi dest xistina pirte nanekî, bi dest xistina pirtek nanê zêde di mala me de weke armancekî bû. Herçend ku dayîka min nan li cîyekê diveşart lê ez bi dizî ve diçûm û min ji xwe re dibir. Ger weke pêwîst nan bi dest min neketiba ez diçûm çûl û çiya û rîhên gîya û fêqî min ji xwe re peyda dikirin û dixwarin û hinek caran jî min dizî dikirin. Li gor axaftina wî bi xwe rojekî çûye nava baxekî merovekî xwe û bi dizî ve hinek fisteq birîne, xwedîyê baxî pê dizane, û li wî dixe. “Ocelan 2008 rûpel 20 û 16”

Ew dibêje: hinek ji fêqîyê weke Tirî û Fisteqên xwedîyên mulk û merovên dewlemend min didizîn! Tirî û Fisteq ku bi ked û tekoşîn û rîsk kirinê min bi dest dixistin li cem min ji wan fêqîyên din ku min bê ti zehmet kişandin bi dest dixist pir bi bihatir bû! “Ocelan 2008 rûpel 33”

Dema ku li Amedê karmendê Dewletê bû, xelkê ew bi ‘Ebdula Beg bang dikir. Wî cotkar pirr êşandîne û feşarek zêde li ser wan dirust kiriye! “Ocelan 2007 rûpel 146” bi awayekî ku cotkaran jê re gotîye te xwîn ji difna me anîye. Ocalan dibêje her bi rastî jî wisa bû, ew qas min feşar li wan dikir ku wan xuh dida “Ocelan 2008 rûpel 39” her wiha bas li vê yekê dike ku li Amedê pir pere bi dest xistîne û ji bo cara yekemîn fêrî wergirtina rîşwê “bertîlê” bûye û pir rîşwe ji cotkaran wergirtîne. Ev yek di demekî daye ku dibêje li Amedê mesela kurdan û sosyalîzmê beşekî mejîkê min bi xwe ve mijûl kiribû! “Ocelan 2008 rûpel 37 û 38”

4- Taybetmendiya xwe bi mezin dîtinê

Xwe bi mezin zanîn yek ji taybetmendiyên sereke yên Ocelan e, ev taybetmendî bi awayekî ye ku Ocelan xwe dibe rêza pêxemberan û kesên li derdûrî xwe bi kole û bê fam dizane. Ger çavekî li pirtûkên wî bigêrîn wê bibînîn ewqas ku peyva “min” bikar tîne û dubare dike ku merovî dibe di nava têfkirînê de. Di du pirtûkên wî de hinek riste weke “min grûp dirust kir”, babetê kurdan bi tenê bi min wê were çareserkirin”… Bi zêdeyî bi berçav dikevin. Ew dibêje: şexsîyeta min bi awayek bê mînak bi hêze, “Ocelan 2008 rûpel 222” ne dost û ne dujmin nikarin ji şexsîyeta min bilindtir biçin, “Ocelan 2008 rûpel 152” derketina min dije kareke li himber wan hemû şûndemayî yên civakî, ez rêberim û beramberim digel Kurdistanê. “Ocelan 2002 rûpel 23 û 250” her ji roja yekê heya niha, di wê demê de ku min xwe naskirî bi awayek bê mînak ez zîndîker bûme. “Ocelan 2007 rûpel 128”

5-Girêka pêxembertîyê

Ocelan di xwendina dîrokê de bi berdewamî li dûv wekhevîyên xwe digel pêxemberan de digerî û ew bi pêxember bûnê bi awayekî taybet teorîze dike. Ji bo vê yekê li cîyê ji dayîk bûna xwe dest pê dike û wî cîhî weke cîhek pîroz û girîng li dîroka mirovatîyê de dide nasandin ku dikare pîroztîyê û girîngîyê bi wan merovên li wê derê jiyan dikin bide. Anku di warê erdnîgarîyê de xwe bi pêxemberan ve girê dide. Di vê derbarê de Ocelan dixwaze bi her awayekê be xwe û PKK ê bi Îbrahîm ve girê bide. Ocelan dibêje navçeya Rojhilata Navîn derketink pêxemberane dixwaze, rêberên vê navçeyê pêwîste pêxember bin. “Ocelan 2008 rûpel 71”

Ew bas li vê yekê dike ku dema berê xwe dide rabûrî ji bo min xweya dibe ku formeke nûkirî û pêxemberekî berojim. Min û PKK ê têkildarîyek bihêz digel sed sala bîstan de nîne. Çima bi awayekî şeklî û di asta peyvên pêwîst ên rojê di gel vê sed salê min têkildarî heye, weke şexsekî pêwîste bibêjim ti deman min nekarîye digel ruha sedsala bîstan pêwendiyan dirust bikim. “Ocelan 2007 rûpel  44” piraniya çavkaniyan weke Tewratê dema bas li cîyê ji dayîk bûna pêxemberekî bi navê Îbrahîm dikin, navê bajarê Ûr tînin ku dibêjin li kêleka rûbarê Forat ê ye. Herçend ku çavkanî dibêjin bajarê Ûr dikeve navçeya Kildanîyan ku dibe beşek ji axa Îraqa îro li Başûrê Rojhilatê Bexdayê, Ocelan dibêje Ûr navê Orfa yê bûye û Îbrahîm li Orfa yê ji dayîk bûye.

Îbrahîm bi bavê Olên Îbrahîmî ku pêk dihên ji Xirîstîyan, Yehûdî û îslam tê zanîn, rola çavkaniya bi dest anîna meşrû’yetê ji bo wan Olan heye. Ocalan ji bo pêxember bûnê pêwîstî bi meşrû’yetekê heye ku ji bo bi dest xistina vê meşrû’yetê hewara xwe biriye ber çîroka Îbrahîm, lê belê Ocelan di vê serdemê de bi hêsanî nikare bibêje ez jî weke Mûsa û ‘Îsa û Mihemed ji malbata Îbrahîmim, bi neçarî dest avêtîye dîrok nivîsandin û xwe wênakirinê bi Îbrahîm pêxember û pîroz kirina Orfayê. Bi radeyek weha ku pirtûkek bi navê “Orfa Sembola Pîrozîyê’ nivîsandîye.

Ocelan dibêje Orfa makîtek ji civaka Rojhilata Navîn e, girîngî û cîhê Orfayê li Rojhilata Navîn da weke wateya Rojhilata Navîn di hemû cîhanêdaye. PKK li Orfayê, renge bi bê çav xişandin li kûratiya rastîya Orfayê dest bi ezmûna xwe kirbe. Nîyeta alîgrîyê ji azadîya zelalkirina rastîyê haşa hilnegire.

Yekemîn êrîşa wê ne ji bo ser saziyê dewletê, belku bo ser navendên kevneşûpên feodalîyê bûye. Gelo em dikarin bi berçav wergirtina vê rastîyê, PKK ê weke bizaveke serdem û nû ya Îbrahîmî bibînîn. Di derbara nîyetê de wekhevîyên pirr seyr hene. Îrîş ji bo ser navendên qirêj û Nemrûdî tiştek ku ji bo PKK ê û navçeya Orfayê girîngyek pêtir heye, dest pê kirin yan dest pê nekirina pîrozîya nû bûyî ya Îbrahîm li sed sala bîst û yekan daye. Bi hîsanî dikarim bibêjim PKK bi nav û şonasa xwe ya berê nedikarî li navçeyê guherînan encam bide û ev yek di dîtinek dîrokî de tiştek bê wate bû. “Ocelan 2007 rûpel 49 û 70 û 72”

Pustên heman beş