PKK e projeyek bo jinavbirina bizava netewîya kurdan – Beşa 8
Beşekî pirtûka “PKK e projeyek bo jinavbirina bizava neteweyî ya kurdan, lekolîneke li ser aydiya û dîroka Partîya Karkerên Kurdistanê” ji nivîsîna Cemîl Kulahî
Qonaxa çaremîn a jiyana îdolojiya Ocelan û dewlet-netewe
Yek ji mijarên germ ên Ocelan di qonaxa Bûkçînîzmê de, dijatî kirina dewlet-netewe ye. Ocelan dibêje di rewşa îro ya me de netewe û neteweperwerîyê ti girîngîyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê nîne. Xala girîng eve ku pêwîst dike di siyaset û tekoşîna îdolojîk de sûdê ji neteweperweriyê neyê wergirtin û rê neyê dan netewe ji bo alîkarî kirina çareserkirina pirsgirêkên civakê bikin binema. «Ocelan: 2006- rûpel 41».
Ocelan: “netewe û neteweperweriyê ti girîngîyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê nîne”
Her weke hat bas kirin Ocelan di qonaxa sêyemîn de digo: PKK ê bi du peyvên (Kurdistan Koloniya ye) destpêkir. Lê belê Ocelan di qonaxa “Bûkçînîzm”ê de dibêje: “giringtirîn mijar ku li ser hêla siyasî a PKK ê pêwîste zelal bibe eve ku gelo PKK ê dixwest dewletek serbixwe ava bike yan na? Digel vê yekê ku silogana Kurdistana serbixwe sûdek zêde ji bo PKK ê hebûye, lê pirr zehmete bibêjim ev silogane bi wate û armanca damezrandina dewleta serbixwe bûye. Ez weke kesekî ku ji nêzîk ve min zanyarî li ser hemû mijaran hene, pêwîste bibêjim ku me bas li dewleta serbixwe û bi taybetî Kurdistana serbixwe bi kûrî nekir bû. Her çend ku di warê yotopiya yê xwastekek ji bo vê mijarê hebe, lê belê di warê rîyalîstê de danîna wê weke projeyek rind nebû… «Ocelan: 2004- 306»
Her ji ber vê yekê danîna (Projeya Kurdistana Demokratîk) li ciyê (projeya Kurdistana dewletxwaz û neteweperest) dibe sedema vê yekê ku neteweyên Tirk, ‘Ereb û Fars reftarek baştir û çaresersaz li beramberî kurdan bigirin ber xwe. Kurdan weke çavkaniya xetereyê mêze nekin û digel wan de weke dost û bra tev bigerin. “Ocelan: 2003- 158 û 159” jiber vê yekê silogana sereke dikare bi awayê (yekîtîya demokratîk di gel wlatên cînar, paşeroja rojhilata navîne û rojhilata navîn a demokratîk, bi wateya yekîtîya demokratîk a Kurdistanê) were dariştin. Pêwîste giringîyê bi berev pêş birina yek parçeya demokratîk di gel her welatekê were dayîn. Ji bo cuda xwaziyê bi sedan salane xwîn tê rêştin, her wek li Ewropayê jî hat dîtin, di encam de yekîtiyeke dilxwazane a federalî wê li dûv da were, jiber vê yekê Kurdistan di rewşekî de ye ku yekîtiya demokratîk ji bo wê baştire ji Kurdistaneke goşegîr. «Ocelan:2001- 337»
Li ser civaka kurdî Ocelan amaje bi vê yekê dike “kurd digel vê yekê ku hemwilatiyên hinek wilatane ku di nava sînorên wan de dijîn, lê belê endamên neteweya desthilatdar nîne. Dikarin şûnasa netewî û nejadî ya xwe bi awayekî cuda berev werarê bibin, lê qebûlkirina şûnasa fermî û tevahî a wilatekê ku têde dijîn û qebûl kirina hindek girêdanên netewî ku parastina yek parçeîya nîştîmanî li pey xwe tîne digel buhayên netewî yên wan di paradoksê de nîne. Bo mînak gotina vê ku ez endamekî netewa Îranê me lê belê hev dem jî ez kurdim, ne bi tenê pirisgirêkan na xulqînîne, belku wê şûnaseke din a berfirehtir bide me. Ev yek ji bo Tirkiyê û ‘Îraqê jî raste. Gotina vê ku ez beşekim ji gel yan neteweya tirkiyê, lê şûnasa kurdî ya xwe biparêzim, rasttire û bi wateya bi hevre bûna hevbeş di şûnaseke berfirehtir û giştgîrtir”. “Ocelan: 2006- rûpel 11, 12”
Ocelan li ser wê bawerê ye “wergirtina kurdan weke beşek ji dewlemendîya netewî ya nîştîmanî a hevbeş, ji bo neteweya tirk alîkariyeke rasteqîne ye. Ger na heya radeyeke pêwîst hatiye selmandin ku bê bawerî, nîfaq û tedbîrên çekdarî dibe çavkaniya mezintirîn ziraran. Ger di xwandina sûdê de xwastiye ji çaksazî û reftarên faşîzm dest helgirin, wê demê astengek cidî li ser rêya kurdan ji bo bûne hemwelatîyeke bi ageh û bawerpêkirî yê komarê (komara tirkiyê) namîne. Di esas de jî çareser ji bo pirsgirêka kurdan di vê nuqtê de ye ku bi parastina şûnasa azad û hebûna taybetî ya wan di çarçûvê komarek ku têde dijîn dest pê dike. Rêya çareseriyê ne di çarçûveya damezrandina dewletek serbixwe, ne haşa kirin û ne rêyên çekdarî ye, xwedî mafên beramber di hemû biyavekî de di komara demokratîk, bi plan û rêxistna şaromendên wê ên azad wê were bcî krin. Ev jî ne bi wateya cudaxwazyê, belku bi hevre jiyana biratî û sûd wergirtina hevbeş di hemû mafan de. Di vê şêwazê de ya ku eger zimanê kurdî bibe zimanek fermî û li dûv wê de xetereya federasyonê peyda bibe, hebûna xwe nîne. Hinek rêbazên faşîstî yên netewî hertim van dîmagojîyan tîne ser ziman, jiberku vê yekê fêm nakin ku demokrasiya heqîqî rejêmek pir bi buhatir û xwedî maftir ji dewleta cuda û serbixwe û federasyone”. “Ocelan: 2006- rûpel 14, 13”
Ocelan di konfedralîzma demokratîk de li pey rêyeke cuda ji dewlet- netewe digere. Ku wê di beşek din de zêdetir liser biaxivîn .