PKK e projeyek bo jinavbirina bizava netewî ya kurdan – Beşa 7

PKK e projeyek bo jinavbirina bizava neteweyî ya kurdan -7
  • Beşa heftemîn

Beşekî pirtûka “PKK e projeyek bo jinavbirna bizava neteweyî ya kurdan, lekolîneke li ser aydiya û dîroka partîya karkerên kurdistanê” ji nivîsîna Cemîl Kulahî

Qonaxa çaremîn ji jiyana aydolojîk ya Ocelan

Di qonaxa çaremîn de guherîneke esasî li ser Ocelan dirust dibe. Ji pişta xwe dane Kurdistana serbixwe û dewleta kurdî bigre heya digehe nerîna wî li ser dayk û bavê wî. Ew ji karên xwe yên serdema zaroktiyê pûşmane û hemû şaşîyên xwe dixe milê modernîteya kapîtalîzmê.

Ocelan di qonaxa “Bokçinîzm” de bi temamî tê guherîn û dibêje: “pêwîst dike îtîrafê bi vê yekê bikim ku di beşekî ji jiyana xwe de ez rastî nexweşiya modernîteyê bûm û min xwest ji dest hemû tiştekî vî wilatî, heya dayk û bavê xwe birevim… Hewar birin ji bo bajarî û bazdan ji gundî weke gunehekî dibînim.” Ocelan di dirêjahiya axaftina xwe de dibêje: “xwasteka îdolojîk ya min digel îtîraf kirin bi vê hez jê kirinê û guneha serdema zaroktiya min di pêwendiyê de ye…” “Ocelan: 2009 rûpel 47 û 48”.

Nivîser li ser vê bawerê ye di helsengandina van du şêwazên wesifkirinê de du cur îdolojîk xwe diyar dikin. Di ya yekê de Ocelan rêberê partîyekê bûye ku mijûlî şerê çekdarî û avakirina dewleta kurdî bû, di ya duyemîn de Ocelan rêbereke ku bawerî bi dewleta kurdî û şoreşa sosyalîstî nemaye û hemû bi (av kirine di aştê sîstemê kapîtalîzmê de) dizanî! Her ji ber vê yekî reftarên xerab yên xwe dixe milê modernîteya kapîtalîzmê û ji bo bedelvekirina wan dixwaze sîstema îkolojîkî ava bike.!

Ocelan dibêje: “ji 9î Oktobera sala 1998an ku di rêya Esîna de ji bo Ewropayê dicûm, nerîna modernîstî di nava hizir û nerîna min de şikestin anî”. Ew dibêje: “ez îtîrafê bi vê yekê dikim ku ez nekarîm dogma bûna nerîna xwe li ser şaristaniyeta tebeqî bi giştî û bi taybetî kapîtalîzmê weke pêşkeftîtirîn qonaxa wê şaristaniyetê û siyaset û rêkarên riyal sosyalîzmê ku îdîaya cîhgirtina kapîtalîzmê dikir, derbas bikim. Herçend Îslam û Markisîzm di esas de xwedî rêberatî û îdolojyek cudane, lê belê di rastî de di rêyeke dogma ketim nava rêyeke din a dogma de. Di vê dawyê de hemû hizrên olî û netewî û hem baskê çep û rast di dinya û di rojhilata navîn de jî alîkara hêza îdolojiya kapîtalîzmê ne. “Ocelan: 2003 rûpel 8 û 21 û 22”.

Ocelan dibêje guherîna îdolojiya min bi awayeke pirr eşkere di şirovekirina siyasetê, dewlet û şaristanîyeta serdem de hatîye wicudê. Bi bawera Ocelan pêwîstiya avakirina civaka îdolojîk bi piştevaniya zansitî roj li pey rojê eşkere dibe. “Ocelan: 2003 rûpel 22 û 23”.

Ocelan: feudalisma îslamî û kapîtalîzma netewî hinek tiştin ku pêwîste kurd jê derbas bibin.

Ocelan dibêje: “pêwîste pirsgirêka kurdan û rêyên çareser kirinê girêdayî pêve li ser esasa vê guherînê (civaka îdolojîk), werin şirovekirin û helsengandin. Hem rêyên çareserkirinên kilasîkî yên îslamî yên rojhilata navîn û hem jî rêyên çareserkirinên rojava di demek zû de rastî şikestinê hatîne. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurdan di guherîn û pêşketina îdolojiya min de bi awayek rast û dirust derketiye.. Jiber vê yekê rêya çareserkirina pirsgirêka kurdan ne îslamî ye ne netewî. Feudalisma îslamî û kapîtalîzma netewî hinek tiştin ku pêwîste kurd jê derbas bibin. “Ocelan: 2003 rûpel 24 û 25”.

Di qonaxa çarê de Ocelan ew qas çûye pêş ku dibêje: “armanc ji şoreşa nû avakirina dewletê yan jî şaristaniyeta tebeqî nîne, belku weke alternativa wan derdikeve. Armanca bê dewlet bûnê û bê tebeqe bûna civakî bigirin pêş û bi hebûna pêwendiyên kûr di gel zansit, civaka îdolojîk digel gîya û heywanan bixulqînin. Ji ber vê yekê ger di vê rastiyê de şoreşa xwe bi (şoreşa îdolojîk û demokratîk) bi nav bikin, rasttire”. “Ocelan: 2009 , 26”.

Ocelan ku di qonaxa berê de weke markisîst-lînînîstekî Orthodoxies derdikeve, di qonaxa çaran yan jî Bûkçinîzmê de bi tundî Markis rexne dike û dibêje bi asta pêwîst zelal bûye ku sosyalîzma Markis-Engle’s ku weke bûçûna dijbera (sîstema kapîtalîzmê) derdikeve pêş, lewaztirîn şirove di civakî de ye û berevajî hemû îdîayan, zêdetir ji her lîbralîzmekê xizmet bi kapîtalîzmê kiriye. “Ocelan: 2009 , 11”.

Pustên heman beş