PKK e pirojeyek ji bo jinavbirina bizava netewî a Kurdan – Beşa 6
Beşekî pirtûka “PKK e pirojeyek ji bo jinavbirina bizava neteweyî ya Kurdan, lekolîneke li ser aydiya û dîroka Partiya Karkerên Kurdistanê”
Qonaxa sêyemîn ji jiyana îdolojîka Ocalan yan jî qonaxa Nasiyonalîzm – Sosiyalîzm
Ocalan di vê qonaxî de cuda ji îdolojiya Markisîzm – Lînînîzm, Nasyonalîzmê jî têkilî îdolojiya xwe kiriye. Ew di vê derbarê de dibêje sala 1974an di demekî de ku mijûlî danîna hêlên siyasî yên PKK ê bûm, min konferansek encam da, di wê demê de ez li ser du peyvan di şuxlîm, ku “Kurdistan kilonîye” bû û di astekî wiha de nebûm ku pirr bi zane bûn û rêxistî bipeyvim, lê bi hember kirin di gel xelkê normal ez di asteke bilind de bûm. “Ocalan: 2008 ropel 53”.
Ocalan bi hilgirtina taktîkî ya silogana “Bakur, Başûr, Rojhilat yek wilat û yek xebat” bi awayekî şeklî ji xweserî û federalîzmê derbas bû û silogana serxwebûnê û Kurdistana yek parçe bilind kir. Ku ev ne ji hêla bawermend bûn bi serxwebûna Kurdistanê, belku ji bo komkirina hêza zêdetir û dijatî kirina Partiyên din ên Kurdistanê bû, ku li dawiyê ew bi xwe îtîrafê pê dike û di vê pirtûkê de bas lê dike.
Ew heya ku wî astî diçe pêş ku partî û hêzên din ên Kurdistanê ji ber ku siloganên serxwebûnê nîne, bi mamele kirin li ser meseleya Kurdan tewanbar dike û tek alî bi bal kêşane ser hez û daxwaza saykolojî ya netewa Kurd anku serxwebûna Kurdistanê, pêngav ji bo kontirol kirina cewê siyasî û rewşenbîrî yê Kurdistanê avêt, lê belê piştre “ew bi xwe” di girtîgehê de bo dujminê damezrandina dewleta Kurdî.
Ocalan: bi eşkere dibêjim ez ne ew merovim ku di rêya netewatyê de jiyana xwe bêxim xeteriyê de û ez jiyana xwe jî di vê rêyê de nakim qurbanî
Ocalan di berdewamiyê de gefa li bizava netewî ya Kurdan dixwe û dibêje: “PKK ê rastî diyar kirin, bi vê yekê bizavên din fonksiyona xwe ji dest da, van bizavane du rê zêdetir li pêşiya wan nîne, yan wê van rastiyane qebûl bikin û bibin beşek ji wan, yan jî wê ji nav biçin. “Ocalan: 2008 ropel 62”.
Lê belê “hevdem” Ocalan dibêje ez merovek neteweperist nînim û ev yek jî pirr zelale, eger li dûv xebata gelê Kurd ketbim ji ber vê yekê ye ku ez pir girêdayî xebata tepeser kirîya me. Ji ber vê yekê ne ku ez Kurdim, belku ji ber ku Kurd tepeser kirî ne, ez jî nîştîmanperwer û rizgarîxwazim. Bi eşkere dibêjm ez ew merove nînim ku di rêya netewatîyê de jiyana xwe bikim xeteriyê de û ez jiyana xwe jî di vê rêyê de jî nakim qurbanî”. “Ocalan: 1996, 46”.
Hêjayî amaje pêdanê ye ku binemayên guherîna Ocalan di vê qonaxê de detspêdike, jiberku hevdem di gel vê yekê ku PKK e silogana Kurdistana yekparçe û serxwebûna Kurdistanê hilgirtiye, Ocalan serxwebûyî xwazîya PKK ê dibe jêr pirsiyarê. Diyare di vê qonaxê de alternatîv nebûye, ger na wê her da di vê qonaxê de ragihîne.
Ocalan di hevpeyvînekê de di gel Deyvîd Kiron de dibêje: Bangeşe û pêdagirî li ser vê yekê ku Partîya me rêxistineke serxwebûn xwaze yan ev ku Partîya me her tiştekî xwe xistiye xizmeta damezrandina dewleta serbixwe, ne raste û ev mezinkirine, pilebendîya cur bi cur a dewletê bi awayek reha yan yekparçe yan serbixwe di gel rastiyên cîhana îroa de nagucin, rastiyên nav neteweyî cudane, bi li ber çav girtina van rastiyane zelal dibe ku bas kirin li ser vê yekê ku PKK e bi her buhayekê be serxwebûn xwaze rast nîne. “Ocalan: 2002 ropel 159, 162, 163”.
Heya vê derê ji bo me zelal bûye ku îdolojîya Ocalan têkeleyeke ji Îslam, Nasiyonalîzm û markisîzim- Lînînîzmê, Ev qonax heya sala 1999an û girtina Ocalan a berdewam bû, hemû siyasyetên PKK ê di serdema şerê di gel Tirkiyê de li salên 80 û 90an de ji sedsala 20an li ser fikarên vê qonaxê yên Ocalan dihatin servîs kirin.