PKK e pirojeyek bo jinavbirina bizava netewî a Kurdan – Beşa 4
Beşekî pirtûka “PKK e pirojeyek ji bo jinavbirina bizava neteweyî ya Kurdan, lekolîneke li ser aydiya û dîroka Partiya Karkerên Kurdistanê”
û şexsîyeta Ocelan” kîn û têde dirêjahiya lêkolînên li ser hewlên Ocelan ji bo hevberkirina xwe di gel pêxemberan û her weha şêwazê axaftina Ocelan di gel derdorên wî êxîn ber çavên we yên birêz.
Berdewamiya girêka pêxemberî yê
Ocelan dibêje: di rastî de bera sala 1979an dewletê ji bo jinavbirina me gelek hewl dan, min jî fêm kirbû ku bi wî terzê berê em nikarin serkevîn… Min du rê hebûn: yan biçim ser çiya, yanjî çûn ji bo rojhilata navîn. Min berê hinek hevalên xwe da çîya. Ew karê hezretê Îbrahîm kirî min jî kir û ber bi rojhilata navîn bi rê ketim, ber bi Qudsê. Ji ber vê yekê ye ku dibêjim hezretê Îbrahîm di wî bajarê ku ez têde ji dayik bûme, serîhildaye… Nemrûd û kesên din jî li Orfayê serîhildan, lê belê ez Apo me ne Nemrûd û keseke dinim. Ez li ser rê ya pêxemberan tevgerîyame di demekî de ku Nemrûd dîktator bû. Serpêhatiya min weke ya Îbrahîm ê Xelîl e ku Nemrûd rêya kîstana lê girt û bi neçarî ber bi başûr bi rê ket. Digel serpêhatiya Mûsa jî hev şêwe ye. Bi vî rengî di rojhilata navîn de xwecîh bûm. Dewlet hertim li pey me digeriya heya ku derbeya 1980an rûday. Piştî derbeyê feşarên li ser me zêdetir bûn. 90٪ ji hevalên me hatin desteser kirin û bi tenê digel grûpek biçûk da ez karîm berê xwe bidim rojhilata navîn. “Ocelan: 2008, rûpel 116 û 117”
Ocelan: “ez û Îbrahîm li Orfayê ji dayik bûyn, Îbrahîm li Orfayê serhildan kir û bû pêxember”
Li virr Ocelan PKK ê weke Ola Îbrahîm ê sedsala bîst û yekan bi nav dike û dibêje: “ez û Îbrahîm li Orfayê ji dayik bûyn, Îbrahîm li Orfayê serhildan kir û bû pêxember”. Ocelan di vê ristê de ku min li serî baskirîye dibêje: “ez li ser rêya pêxemberan tevdigerim”, ew baş fêm dike ger îdîaya pêxemberatiyê bike, nabe wan pêxemberan red bike, ji ber vê yekê ne bi tenê wan red nake belku ji bo hemû karên wan hinceta dirust dike û dibêje: ez jî weke wanim û serpêhatîyên me weke hevin. Ocelan her weha dibêje: rêkxistina bizava ‘Îsa ya serdem pêwîstî bi ev la û ew la kirinê ye, di rastî de jî lêkçûnek seyr jî heye. Livîna “Esnîyên” ser dema ‘Îsa xwedî hinek taybetmendiyan e ku di bizavên jêrdest pirr nêzîke, yehya lêkçûnek zêde digel bangeşe karên Sosyalîst de heye. A seyrtir ji wan grûpa yekem a damezrînerên PKK ê 12 kes bûn ku yek yan du sîxur jî dinava wan de bûn. “Ocelan: 2001, 365”
Li vêr mebest ji ‘Îsa yê serdem Ocelan bi xwe ye ku pêwîste serhilbide, rêxistina nihênî û endamên PKK ê weke “Esnîyan” û Yehya bas kirîne. A ji vê ecêbtir, dibêje damezrînerên PKK ê 12 kes bûn ku wan weke 12 hevalên ‘Îsa ku navê wan “Hewarîyun” bû wêna dike. Piştî hingê bas li sîxuran dike, di nava “Hewarîyan” de “Yehûda” sîxur bû, di nava 12 kesên damezrînerên PKK ê jî “Fatîme” hevjîna Ocelan û “Necatî Kaya” ku pîlot bû û bi gotina Ocelan sîxurên dewleta Tirkiyê bûn ku paşan bi hûrgilî li ser wan diaxve.
Ocelan xwe digel pêxemberê Îslamê hevber dike
Ocelan berdewame li ser hevberkirina xwe digel pêxemberan heya ku digehe Mihemed pêximberê Îslamê. Ew di vê derbarê de dibêje: jîyana hezretê Mihemed kêncek kûr li ser min hebûye û jîyana wî gelek pirsyar li cem min çêkirîne, jiberku min jî li ser çîya û di şikeftan de jiyan kirîye. Reftarên min û wî gelek ji hev nêzîkin û lêkçûnekî ez di reftarên me de dibînim. “Ocelan: 2008, rûpel 26”
6- şêwazê axaftina Ocelan di gel kesên derdora wî
Şêwazê axaftina Ocelan di gel derdorên wî xwe di du taybetmendiyên sereke ku pêk dihên ji xwe bi mezin zanîn û girêka pêxemberiyê serokaniyê werdigirin. Ew bi awayekî dipeyve ku ew li ser her kesekî de ye û ger ew nebe wê belayek pirr xeter biqewme! Ocelan dibêje kesên derdora xwe: hûn PKK ê weke meydanekê ji bo bihêzkirina xwe mêze dikin, weke tiştekî ji bo bedelvekirina kêmasiyên xwe û bê desthilatî û aloziyên xwe sûdê jê werdigirin… Ger niha rêbertiyê pêşkêşî baştirîn xebatkarê partiyê bikim nizanim wê di yekemîn derfet de çi bke? Dibe bifroşe! Ji ber vê yekê ez neçarim parêzvaniyê jê bikim… Ezê ji hemû şiyanên xwe sûdê wergirim daku bikarim rêgirîyê ji kerkirina pirte nanekê jî bigirim, lê belê hûn bi milyonan bi heder didin. Dinavbera çav li darayî kirina min û we de pirr cudahî hene, reftarên we di bîyavê darayî de wê rêxistnê di demeke kurt de helweşîne, lê belê ya min wê berdewamiya wê misoger bike… Ger rojekî çavdêrî li ser hejmarek zêde ji we nebe, di nava PKK ê de wê ewqas xwe mezin nîşan bidin ku dê bin karesatek mezin.. Eşkereye ger pîçekî derî vekîn pîçekî feşaran kêm bikîn, hûnê xwe jinav bibin. “Ocelan: 2002- rûpel 27, 28, 53, 82”
Ocelan ji bo hevalên xwe: hûn di astekî de nîne ku îdîaya şerefmendiyê bikin
Hûn di wê astê de nîne ku bikarin heya wê radeyê “radeya Ocelan” azadiya desthilat û azadiya kiryaran we hebe, xwe hûn di astekî de nîne ku îdîaya şerefmendiyê û rizgariyê di rewşa xwe ya bi şerim bikin. Ez û PKK e ciyawazîn. Min kar bi stûyê xwe ve girtîne û wan cîbicî dikim, lê belê ev bi wê ramanê nayê ku bi temamî we şeref bi dest xistiye û we pêşrewî kiriye ber bi azadiyê û layiq bûna çek hilgirtinê we bi dest xistîye. “Ocelan: 2002 rûpel 83”
Ew dibêje “min di jîyê 7 saliyê de xwe amade kirîye, hûn di 23 saliyê de digehin wê astê”… Her weha li himber gerîlayan dibêje: “tu hêjan nkiarî du bizinan biçerînî, dema du roje bûye fermandarê desteyekê yan grûpekî yan fermandarê eyaletekê yan navçeyekê, xwe dixapînî… We hêjan ageh ji jiyanê nîne û wateya çek, rêxistin û berxwedan û rakêşana mirovekî nizanin, hûn xwe têxin ciyê rêberiyê û supa û çekdaran bikartînin, ev şaşitîyek pirr mezine”. “Ocelan: 2002 rûpel 84”
Ocelan di civînekê de li beramberî gerîla û rêveberiya PKK ê de dibêje: “yek ji taybetmendiyên we têhnî bûna we ye ji bo desthilatê û xulqandina rewşek xweşe, ev yek di şexsîyeta we de heye yanjî hûn bi vî awa mezin bûne. Ev şêwaz ê girêdayî rewşa mezin bûnê ye… Ger hûn li ciyê min bane yanjî desthilat û pileya min we hebaye, wê demê da beramberî xwe weke feodalekî, bavekî yan zelamekî red kin, da wî bin dest kin yan jî bi sozeke bê biha wî xendiqînin… Ez wisa difikrim ku êmaneta ber bi mezin bûna PKK ê hûn weke mîras xor lêkirîne”. “Ocelan: 2002 rûpel 89, 193”
Li ser qut bûna ‘Usman Ocelan bi acizî ve dinvîsîne û dibêje: “‘Usman rola kerekî heye ku ji bo nava meydanek pirr mîn û teqemenî wî pal didin, karên wî ji bilî bûn bi qirêjtirîn kereste yê dest, tişteke din nîne”! “Ocelan: 2008 rûpel 334”
Emê di beşê bihêt de bas li jiyana aydolojîk ya ‘Ebdulla Ocelan bikîn, ya ku alîgrên wê bi “Apoîzm” nav dikin, daku bizanîn Apo ji aliyê aydolojîk ve, bi tu awa ji Ocelaneke îslamî digehe Bûkçînîzim.