PKK e projeyek ji bo jinavbirna bizava netewî ya kurdan – Beşa 9

PKK e projeyek ji bo jinavbirna bizava netewî ya kurdan -9

Beşek ji pirtûka “PKK e projeyek ji bo jinavbirna bizava netewî ya kurdan, vekulînek li ser aydîya û dîroka Partiya Karkerên Kurdistanê” ji nivîsandina: Cemîl Kulahî

Qonaxa çaremîn a jiyan kirina îdolojîk a Ocelan û dewleta-netewî

Ocelan binemayên îdolojîk ên dewlet-netewe yan jî her ewa ku bi nasyonalîzm tê nasîn, bi zanista positivist, sexism û ol mêze dikir. Ocelan ev mijar ji teorîya kar a Karl Markis wergirtiye, lê belê, Ocelan hatiye û ev berevajî kiriye û hemû pirisgirêkên di nava civakê de weke kar û dahat heya nakokîyên netewî xistîne milê dewlet-netewe yê.! Ocelan li ser wê bawerê ye ku ger Dewlet-Netewe li holê nemîne, prisgirêk wê çareser bibin.

Ocelan dibêje: “di berê de silogana kurdistana serbixwe, yek parçe û Sosyalîst hate bilindkirin. Çavkaniya vê siloganê li zêhnîyeta neteweperweriyê ye, ku hem di warê îdolojîk de û hem di warê siyasî de tiştekî ketwarî nîne! Ereb bûne zêdetir ji 20 dewletan, Tirk û Îran jî her bi wî awa, parve bûna kurdan cudatire û cudahiya taybet bi xwe ve heye. Eger her parçeyek ji gel cuda şerê netewî û nîştîmanî dest pê bike, hemû rojhilata navîn wê bibe meydana şer. Bi cudabûna zêdetir, pirsgirêkên erdnîgarî û olî wê kûrtir bibin. Wê her der bibe şerê Felestîn û Îsraîlê. A eşkere ye ku ev nerîn li ser netewe û wilatê yek parçe li zîhnîyetek neteweperwer serokaniyê werdigire û bûye sedema xwînawîtirîn şerên van du sedeya. Rêya dirust eve ku sînorên rojhilata navîn yên niha weke esas werin wergirtin û bi xebata demokrasî û mafên esasî di hemû wilat û dewletan de û bi parastina yek parçeya axa van wilatan, mafên wek hev û bi hevre jiyana azad were desteberkirin”. «Ocelan: 2006- rûpel 20-21»

Ocelan di vê derbarê de dibêje: “di deheyên dawî de kurdan bi tenê bi merema nasandina xwe xebat li dijî hêzên serdest nekiriye, belku ji bo azadkirina civakê li dest feudalism ê de jî xebat kiriye. Avakirina dewleta netewî ji bo min alternativ nîne. Çareseriya pirsgirêka kurdan pêwîst bi vedîtina rêyekî ye ku têde yan modernîteya kapîtalîstî were lawaz kirin yan ber bi paşve wê pal bide.! Ev ku cihê rûniştvaniya kurdan hatiye parçe kirin bi ser 4 wilatan de û bûye sedema pêkanîna rêye çareyek demokratîk a pêwîst.! Erdnîgariya cîyosteratejîka axa kurdan, şansekî mezin dide pirojeya demokratîka kurdan ji bo demokratîze kirina rojhilata navîn. Navê vê pirojeyê konfedralîzma demokratîke. «Ocelan: 2001- 19-20»

Tiştekî girîng ku Ocelan li virr amaje pê dide eve ku kurd hêjan di qonaxa “feudalîzm”ê dene, lê belê hizra konfedralîzma demokratîk hizra Bûkçîn e. Di vê nerîna Ocelan de ya ku bindestiyê û ne dadperweriyê pêk tîne, kapîtalîzm nîne, belku dewlet-netewe ye.

Di encam de Ocelan dibêje: dema serhildan bi merema pêkanîna dewleta serbxwe û şoreşên rizgarîxwaz wek yên pêş niha bi serve çûye. Serhildan ji bo merema pêkanîna dewletê û rizgariya netewî di encam de tiştek ji zêdetir ji dewleta kapîtalîstî nîne. Ne bi tenê tu yek ji pirsgirêkên gel pê çareser nabe, belku wê pirsgirêkan kûrtir bike. «Ocelan: 2006, rûpel  44-49-50»

Di nerîna Apo de pêwîst dike kurd bibin garantîkerên yekparçeîyê (merem pê yekparçeîya Îran, Tirkiyê, Îraq û Sûriyê) di çarçûve yek demokratîk de û di haleta hêzeke cudaxwaz û şoreşger ji bo wan wilatên têda jiyan dikin werin der. Çareser ne serhildane û ne jî cudaxaziye, belku sazişa demokratîk û aştîxwazane ye.  Parve bûna kurdan di rojhilata navîn de niha jiboy wan destkefteke. Xwe jehir pêdana kurdan bi neteweperweriyê derencamên pozîtîf li pey xwe anîne. Ger gelê kurd guherînên demokratîk lid nava xwe de pêk bîne, neteweyên din jî wê neçar bimînin guherîna demokratîk di xwe de bikin. Di berê de kurd bûbûne alavên cudaxwaziyê û alavên destê bîyaniyan. Îro berevajî rabûrî pêkanîna azdî, aştî û biratiyê garantî dikin. Bizava kurd esasa yekîtiya dewlet û parastina yek parçeya axa wan wilata ne. Li virr pêde, kur li her derê jiyan bikin, wê bi bîrhînerên berev pêş birina azadiyê û demokrasiyê bin. Kurd wê li Îranê roleke dîrokî wergirin, wê gavên bi hêz ji boy dirustkirina komara demokratîk a îslamî, yan sîstemeke modern bihavêjin. Di Îraqê de di çarçûveya federasyona demokratîk garantiya sereke a pêkanîna Îraqa demokratîk yan federasyona Îraqê bin. Li Tirkiyê jiboy serketina komara demokratîk û avêtina gavên hişyar û demokratîk rola sereke bibînin. Ji aliyeke din ve rola wan di pêkanîna Sûriya ya demokratîk nabe berçav neyê wergirtin. «Ocelan: 2008, rûpel 100»

Pustên heman beş