PKK e projeyek bo jinavbirina bizava neteweyî a Kurdan – Beşa 5

Ocelan di civînekê de li beramberî gerîla û rêveberiya PKK ê de dibêje: "yek ji taybetmendiyên we têhnî bûna we ye ji bo desthilatê û xulqandina rewşek xweşe, ev yek di şexsîyeta we de heye yanjî hûn bi vî awa mezin bûne. Ev şêwaz ê girêdayî rewşa mezin bûnê ye... Ger hûn li ciyê min bane yanjî desthilat û pileya min we hebaye, wê demê da beramberî xwe weke feodalekî, bavekî yan zelamekî red kin, da wî bin dest kin yan jî bi sozeke bê biha wî xendiqînin... Ez wisa difikrim ku êmaneta ber bi mezin bûna PKK ê hûn weke mîras xor lêkirîne". "Ocelan: 2002 rûpel 89, 193" Li ser qut bûna'Usman Ocelan  bi acizî ve dinvîsîne û dibêje: "'Usman rola kerekî heye ku ji bo nava meydanek pirr mîn û teqemenî wî pal didin, karên wî ji bilî bûn bi qirêjtirîn kereste yê dest, tişteke din nîne"! "Ocelan: 2008 rûpel 334" Emê di beşê bihêt de bas li jiyana aydolojîk ya'Ebdulla Ocelan bikîn, ya ku alîgrên wê bi "Apoîzm" nav dikin, daku bizanîn Apo ji aliyê aydolojîk ve, bi tu awa ji Ocelaneke îslamî digehe Bûkçînîzim. [/vc_column_text][/vc_column][/vc_row][vc_row][vc_column][mpc_alert preset="mpc_preset_24" icon="eti eti_link" icon_color="#ffffff" icon_size="30" icon_background_color="#df5461" icon_padding_divider="true" icon_padding_css="padding-top:25px;padding-right:25px;padding-bottom:25px;padding-left:25px;" font_preset="mpc_preset_13" font_color="#ffffff" font_size="20" font_transform="none" font_align="center" content_padding_divider="true" content_padding_css="padding-top:15px;padding-right:15px;padding-bottom:15px;padding-left:15px;" background_type="gradient" background_gradient="#d14945||#e5825e||0;100||90||linear" border_divider="true" border_css="border-top:0px;border-right:0px;border-bottom:3px;border-left:0px;border-color:#bc3a5d;border-style:solid;border-radius:5px;" padding_divider="true" margin_divider="true"] Ji bo dîtna beşa pêncemîn vir kilîk bike [/mpc_alert][/vc_column][/vc_row]
  • Beşê pêncemîn

Beşekî pirtûka “PKK e pirojeyek ji bo jinavbirina bizava neteweyî ya Kurdan, lekolîneke li ser aydiya û dîroka Partiya Karkerên Kurdistanê”

  • Nivîsîna: Cemîl Kolahî

Apoîzm û jiyana îdolojîk ya ‘Ebdulla Ocelan

Jiberku Apoîzm pêk tê ji hizir û bûçûn û bawerên Ocelan, pêwîste ji bo şirove kirina vê îdolojîyê balê bikşînîn ser jiyana îdolojîk ya navbûrî. ‘Ebdulla Ocelan dibêje: “PKK e anku Apo” “Ocelan: 2008 ropel 186” û dibêje: “PKK e malbata mine” “Ocelan: 2002 ropel 144”. Jiyana îdolojîk ya ‘Ebdulla Ocelan li ser çar qonaxên cuda de parve dibin ku pêk tên j:

Qonaxa pêş damezrandina PKK ê: Ocelan ê îslamî

  • Qonaxa piştî damezrandina PKK ê: Ocelan ê Markisîst- Leninist
  • Qonaxa Markisîst-Sosyalîst
  • Qonaxa paş desteserkirina Ocelan: Bokçînîzm
  • Qonaxa yekemîn ji jiyana îdolojîk ya Ocelan

Ocelan her ji dest pêka zaroktiyê kesek îslamî bûye, bi axaftina wî bi xwe li dibistanê melayekî baş bûye û heya asta pêşnimêjê gundê xwe çûye pêş. Paşan bi axaftina wî bi xwe dema ku li Enqere yê xwendkar bûye pirtûka “Eve Ol” ji nivîsîna Seyîd Qutib dixwîne heya demekî hemû bîyavên jiyan kirina xwe li ser amujgariyên vê pirtûkê rêxsitîne. Li Enqere yê bi berdewamî seredana Mizgefta “Mal Tepe” dike û dibêje, min bi kelecanek bê mînak di konferansên “Necîb Fasil Ksakorek” îdolog û îslamîstê Tirk beşdarî dikir. “Ocelan: 2008 ropel 28, 37, 22”. Her weha dibêje: “hêvîya min ya yekemîn berdewamîdan bi xwendinê bû li debistanên olî de, min ji xwe re digo divê ez biçim zanîngeha Alezher.” «Ocelan: 1996 23, 22»

Ev paşxana îslamî ya Ocelan xwe dema ku serokê PKK ê ye “ku partîyeke li ser binemayên Markisîst– Leninist hatiye avakirin” beroka wî ber nade. Ew dibêje Rojhilata Navîn derketinek pêxemberane dixwaze û rêberên vê navçeyê pêwîste pêxember bin.!

Ocelan dibêje ger perwerde bi şêwazê cîhada ekber nebaye, wê demê da pêximberê Îslamê jî rastî şikestinê were. Jiber vê yekê min ji bo rêberî kirinê, şêwazê hewarîyunên ‘Îsa û xîlafeta Mihemed pêximberê Îslamê hilbijartiye. “Ocelan: 2008 106, 114”. Ocelan şêwazê serokatiya xwe û dirust nebûna kesê duyemîn û sêyemîn di nava PKK ê de vedigerîne ji bo perwerdeya xwe û rêberatiyê li ser binemaya cîhadî ya ekber û di vê derbarê de xwe digel pêximberê Îslamê û xelîfe yên piştî Mihemed pêximber hevber dike!

Qonaxa duyemîn ji jiyana îdolojîk ya Ocelan

Destpêka vê qonaxê vedgere ji bo xwandina pirtûka “elf û bê ya sosyalîzmê” a “Leo Huberman”. Di xwendina pirtûkê de her çi qas ber bi pêş çûye, bi vê yekê gihiştiye ku “ol rastî şikestinê hatye û Markis serkeftin anîye”. Ocelan dibêje hevdem hevalekî min ê zaroktiyê ku alîgirê “Çetîn Altan” kesatiyê çepê Tirkiyê bû li ser sosyalîzmê dipeyvî. Li sala 1969an de gihiştiye vê biryarê ku îdolojiya edetî “gelerî” wê rastî şikestinê were û hizra Sosyalîst wê serkeftinê bîne, “biryara guherîna îdolojîk”! “Ocelan: 2008: 39”

Ocelan dibêje “piştî ku min ev pirtûk “elf û bê ya sosyalîzmê” xwendî, ez têgihîştim ku hizra Komonîst ê ji hizra netewî bihêztir bûye. Şêwazê wan pêwendiyên ku min digelda şer dikir, di vê pirtûkê de hebûn, ji ber vê yekê min ji xwe re digo ya ku ez heya niha li dûv digeram di sosyalîzmê de heye. “Ocelan: 2007- ropel 31”

Ocelan ew qas di sosyalîzmê de çûye pêş ku di buhara sala 1978an de manifesto ya rêya şoreşa Kurdistanê nivîsî. Di dawîya heman salê de PKK ê li ser binyatê îdolojîya markisîzm- lînînîzm avakir.

Ocelan di nasandina PKK ê de dibêje em li himber dîktatorên din de dîktatorî ya pirolîtarî deyne û dîktatorî ya me jî a rewa ye jiberku berhemê tekoşîna texa karker û rêncberane. “Ocelan: 2007- ropel 31” PKK e partîya tekez kirin li ser sosyalîzmê ye û bizava rast jî sosyalîzmê. “Ocelan: 2002- ropel 198, 240”

Her çend ku Ocelan bi tundî bas li sosyalîzmê dike lê belê di şêwazê rêberatî kirina PKK ê de dîsan destê xwe dibe girtina dehmenê olên Îbrahîmî. Ocelan dibêje: “mekteba siyasî, komîteya navendî û sekreterê giştî li cem min weke nasnav û pir şeklî dihatin pêş çav”. “Ocelan: 2008- ropel 105, 106”

Ocelan di civînekê de li beramberî gerîla û rêveberiya PKK ê de dibêje: “yek ji taybetmendiyên we têhnî bûna we ye ji bo desthilatê û xulqandina rewşek xweşe, ev yek di şexsîyeta we de heye yanjî hûn bi vî awa mezin bûne. Ev şêwaz ê girêdayî rewşa mezin bûnê ye… Ger hûn li ciyê min bane yanjî desthilat û pileya min we hebaye, wê demê da beramberî xwe weke feodalekî, bavekî yan zelamekî red kin, da wî bin dest kin yan jî bi sozeke bê biha wî xendiqînin… Ez wisa difikrim ku êmaneta ber bi mezin bûna PKK ê hûn weke mîras xor lêkirîne”. “Ocelan: 2002 rûpel 89, 193”

Li ser qut bûna ‘Usman Ocelan  bi acizî ve dinvîsîne û dibêje: “‘Usman rola kerekî heye ku ji bo nava meydanek pirr mîn û teqemenî wî pal didin, karên wî ji bilî bûn bi qirêjtirîn kereste yê dest, tişteke din nîne”! “Ocelan: 2008 rûpel 334”

Emê di beşê bihêt de bas li jiyana aydolojîk ya ‘Ebdulla Ocelan bikîn, ya ku alîgrên wê bi “Apoîzm” nav dikin, daku bizanîn Apo ji aliyê aydolojîk ve, bi tu awa ji Ocelaneke îslamî digehe Bûkçînîzim.

Pustên heman beş