Peywendiyên PKK ê û Îranê, rabûrî, niha û dahatî – Beşa «1»

  • Beşa yekemîn

ESASÊ PEYWENDIYÊN DI NAVBERA PKK Ê Û KOMARA ÎSLAMÎ YA ÎRANÊ BI TI AWA DIRUST BÛN?

Ew xwepêşandanên ku li 15/11/2019an de li Îranê hatye encamdan, herçend ku li serve weha dihat nîşan dan ku jiber blind bûna bihayê benzînê ne, lê belê di rastiyê de helçûnek cemawerî bû li dijî sîstema birêve birina Îranê. Ev helçûna cemawerî, xaleke werçerxanê bû di dîroka siyasî ya Îranê de û careke din pirsên taybet bi rewşa navxwe ya Îranê anîn rojevê de. Ger em bixwazîn şiroveyek bingehîn ji bo rewşa Îranê bikîn, wê ji bo me zelal be li Îranê jî, Rojhilatê Kurdistanê di rojevê de ye. Jiberku di Îran a pir netewe û pir ol de, nûtirîn û rêxsitîtirîn û ektîvtirîn dijberên Komara Îslamî a Îranê ku kar ji bo jinav birina vê rejîmê dikin, di etîmolojî a civaka Rojhilatê Kurdistanê de serhildaye. Lênêrînek bi lez li ser karvedanên rejîmê li himber çalakiyên siyasî û sivîl û her weha xwepêşandanên vê dawyê li Rojhilatê Kurdistanê bi hevber kirin digel navçeyên din yên îranî vê rastiyê baştir ji bo me rûhin dike.

Bizava rizgarîxwaza Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hinek rêxistinan ve tê rêberî kirin ku hejmarek ji wan hêzên pêşmerge hene û ji bo jinavbirina komara îslamî ya Îranê dixebitin. Ji wan aliyên ku hêzên çekdar hene, Partîya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) tê dîtin ku helwesta wê bi temamî cudaye li himber komara îslamî ya Îranê û pirsa kurdan li Rojhilatê Kurdistanê. PJAK li sala 2004an de ji aliyê PKK ê ve weke stratejîya dirustkirina rêxistinên bin kontirola xwe li parçeyên din yên Kurdistanê hat avakirin, û bi şêweyeke rijd dijatiya Komara Îslamî ya Îranê nake. Paş sala 2011an PJAK û şaxa wê ya çekdar HRK, agirbest di gel Îranê ragihand û çalakiyên xwe yên leşkirî li dijî Îranê sekinandin. A rast ev lihevhatin ne lihevhatina dinavbera PJAK ê û Îranê ye belku lihevhatina dinavbera Îran û PKK ê ye.

BIZAVA RIZGARÎXWAZA ROJHILATÊ KURDISTANÊ JI ALIYÊ HINEK RÊXISTINAN VE TÊ RÊBERÎ KIRIN KU HEJMAREK JI WAN HÊZÊN PÊŞMERGE HENE Û JI BO JINAVBIRINA KOMARA ÎSLAMÎ YA ÎRANÊ DIXEBITIN

Li vir pirsa sereke eve ku çima PKK ê digel Îranê de agirbestê radigihîne? Yan jî zelaltir bibêjîn gelo bi rastî dinavbera PKK ê û Îranê de ti pevçûnek serbazî a rast hebûye daku pêwîst bke agirbestê ragihînin? Ji bo ku em van pirsan bi bersiv bînîn pêwîst dike em li dîroka 30 salî ya peywendiyên dinavbera PKK ê û rejîma Îranê binêrîn. Ta ku em bizanin di dema van 30 salan de peywendiyên dinavbera PKK ê û Îranê bi t qonax de derbas bûne û ti lihevhatin û dijberî bi xwe ve dîtîne.
Destpêka hevnasîna PKK ê û rejîma Îranê vedgere ji bo sala 1982an
PKK û rejîma Îranê peywendîyek dîrokî heye û destpêka dirustbûna van peywendiyan ji bo sala 1981-1982an vedgere. Rejîma Sûriyê ew alî bû ku rejêma Îranê û PKK bi hevdu nasandin. Piştî kodetaya sala 1980an li Tirkiyê, PKK ê hêzên xwe li Sûriyê û Libnanê cêgîr kirin û bû beşek ji aliyê dijberê împiryalîzmê û dijatî kirina Îsraîlê. Dijatî kirin gihîşt asteke wiha ku di şerê dinavbera Libnanê û Îsraîlê de li sala 1982an, mil bi milê hêzên Felestînî li dijî Îsraîlê şer kir û di wî şerî de 13 gerîlayan canê xwe ji dest da.

PJAK LI SALA 2004AN DE JI ALIYÊ PKK Ê VE WEKE STRATEJÎYA DIRUSTKIRINA RÊXISTINÊN LI BIN KONTIROLA XWE LI PARÇEYÊN DIN YÊN KURDISTANÊ HAT AVAKIRIN, Û BI AWAYEK RIJD DIJATIYA KOMARA ÎSLAMÎ YA ÎRANÊ NAKE

Ji aliyekê beşdar bûna PKK ê li şerê dijî Îsraîlê pîvereke baş bû ji bo helsengandina PKK ê ji aliyê Sûriyê û Îranê, ji aliyeke din aciz bûna Tehran û Dîmeşqê ji Hikûmeta Tirkiyê a endam di Nato de, ev derfet ji bo PKK ê dirust kir daku peywendiyên xwe digel Dîmeşq û tehranê berev pêş bibe.

PKK ê li beramberî vê yekê ti alîkarî pêşkêşî Îran û Sûriyê kirin? Gelo di wê mamleya kirîn û firotina dinavbera PKK ê digel Îran û Sûriyê de hatye encamdan, PKK ê çi feyde dît? Vê mamelê ti destkeftek ji bo gelê kurd û bizava wê ya rewa hebû?

XALÊN SEREKE YÊN HEVPEYMANIYA DINAVBERA ÎRANÊ Û PKK Ê ÇI BÛN?

Îranê bi awayek lêzan PKK li dijî Tirkiyê bikar anî û PKK jî karî rêxistinên xwe bihêz bike û piraniya rêberên PKK ê bi rêya balefirxaneya Tehranê û Dîmeşqê di hatin û çûnê de bûn û di hêla Şemzînan û Xwakurk û Badînan bicî bibûn. Peywendiyên telefonî dinavbera Ocalan û qadroyên Rêveber yên PKK ê de bi awayek sîstematîk berdewam bûn û rênma yên Ocalan bi hêsanî di gihiştin hêzên PKK ê ku ev yek jî bibû sedema dirust kirina rewşek pir baş ji bo bihêz bûna PKK ê. Rejêma Îranê li destpêkê bi awayek sînordar alîkariyên locîstî û xwarinê pêşkêşî PKK ê dikirin wan dixwest bizanibin hêza PKK ê çi qase û dixwaze çi bike.

Li sala 1984an de û paş destpêkirina şerê dinavbera PKK ê û hikûmeta Tirkiyê, peywendiyên di navbera rejîma Îranê û PKK ê pêtir berev pêş çûn û li sala 1986an parta karkerên Kurdistanê û Hikûmeta Îslamî ya Îranê lihevhatinek îmze kir ku xalên wê yên sereke evin:

• nabe PKK ê li navçeyên sînorî yên di navbera Tirkiyê û Îranê de bi dirêjahiya 50 kîlometran çalakiyên serbazî hebin.
• nabe PKK ê li nava civakê Rojhilata Kurdistanê de çalakî hebin gelê rojhilat çekdar bike.
• nabe ti peywendîyek di navbera PKK ê û partîyên din yên Kurdî ên dijberên Îranê de hebe.
• pêwîste ew zanyariyên digihin dest PKK ê, Îranê jî pê agahdar bikin.
• Îran wê rê bi PKK ê bide li hinek navçeyên Îranê bingehên xwe ava bike.
• Îran wê di bîyavê serbazî de alîkarya PKK bike û wê rê bi PKK ê jî bide ji bo xwe çekan bikire.
• Îran wê rê bi PKK ê bide ji bo xwe hinek çalakiyên abûrî yên sînordar encam bide.
• di dema pêwîst de hikûmeta Îranê wê pênas û passport a Îranê bide çekdarên PKK ê.
• li ser wê binemayê ku Îran û PKK her du li enya dijî împiryalîzmê de cî digrin, her dema pêwîst be li dijî împiryalîzmê ceng bikin.
Vê lihevhatinê herçend hinek guherîn têde hatîne encamdan, lê belê di niha de jî esasê peywendiyên Îran û PKK ê li ser vê lihevhatinê ye.

Pustên heman beş