Pêywendiyên PKKê û Îranê, rabûrî, niha û dahatî – Beşê «11»

Guherînên Îraqê û kallbûna pêwendiyên, nêvbera PKKê û komara Islamiyah Îranê

Paş şerê sala 2000an, pêwendiyên nêvbera PKKê û Îranê qut nebûn, Îranê bi rêya kadiroyên xwe yên li nava PKKê weke “Cemîl Bayîk û Mistefa Karasu” fermanên xwe bi guhê rêxistunê de bang didan, lê belê bi awayekî giştî, pêwendiyên nêvbera Tehranê û Qendîlê hinekî sarbûn têde dihat jiyan kirin.

Li sala 2003an û paş guherînên Îraqê, hevkêşeyên siyasî jî guherîn bi serda hatin, bi wê sedemê li nava rêxistina PKKê jî hinek balên cuda çêbûn, sedema sereke ya vê cudatîya li nêvbera balên PKKê de çêbûyî ev bû ku bi tu awayî reftar li gel rewşa nû bê kirin, her wiha li gel Amerîkayê de ku niha bi awayekî berfireh hatîye navçeyê bi tu awayî reftar were kirin û bi tu awayî rêxistin di vê rewşê de were birêvebirin.

Nakokiyên nêvbera balên PKKê roj bi roj aloztir dibûn

Nerîna balekê nava rêxistina PKKê ew bû ku pêwîste alîkariyên nêvbera “PKKê, Îranê û Sûriyê” werin sînordar kirin yan bi dawî bên, Partîya Karkerên Kurdistanê jî tev baregehên xwe li nava xaka Başûrê Kurdistanê bi cî bike û pêwendîyan li gel Amerîkayê de ava bike, lê belê beşeka rêveberên PKKê û li pêşîya hemûyan “Cemîl Bayîk, Mistefa Karasu” û Doran Kalkan yên dostên Îranê li dijî vî balî rawestan û jêre gotin: “Ev wê bibe bacdan bi împiryalîzmê û destberdan ji sosyalîzmê, lewma nabe PKKe karekî wusa bike”, nakokiyên nêvbera balên PKKê bi vî awayî roj bi roj aloztir dibûn.

Paş rûxandna rejîma Sedam Hisên li Îraqê, tev rêxistinên siyasî yên Rojhilata Navîn guherîn kirin û xwe li gel rewşa nû rêxistin, paş rûxandina rejîma Be’s, rewşa Başûrê Kurdistanê û destihlata Kurdî ya ku li wir hatibû ava kirin guherîn, berv pêş çûneke berçav bi xweve dîtin, vê yekê dewletên dagîrkerên Kurdistanê dilgiran kirin, bi taybet ev rewşa ku li Başûrê Kurdistanê çêbûyî bandor li perçeyên din yên Kurdistanê kirbû, tiris hebû ku hêza tevgerên rizgarîxwanên Kurdî li wan perçeyan jî geş û aktîv bibin.

Amerîkayê bi rêya efserên xwe yên li Îraqê pêwendî li gel PKKê çêkirin

Her di vê rewşê de, Amerîkayê bi rêya efserên xwe yên li Îraqê, pêwendî li gel PKKê çêkirin, Amerîkayê daxwaz ji rêxistina PKKê kir xwe li jêr hejmûna Îranê rizgar bike, PKKe li destpêkê wusa reftar kir ku ew dixwaze li jêr balê Îranê derbkeve û li nîsana sala 2004an de rêxistineke dûvelank ji bo Rojhilata Kurdistanê ava kir û navê “Partîya Jiyana azadîya Kurdistanê” PJAK li ser dana, Amerîkayê hewl dan pêwendîyan li gel PJAKê jî ava bike.

Ev rewşa li nav rêxistina PKKê çêbûyî pir ecêb bû, ji ber ku ev balên wê yên cuda ji bo armancên cuda ketine nava çêkirina pêwendî û hevdîtinan, yek ji balên PKKê, “Balê Reformîstan” bû, Ocalan navê “Girûpa Rastgeran” li ser danabû, ev bal ji hêla “Nîzameddîn Taş” û “Osman Ocalan” dihat rêberatî kirin, balê reformxwaz bi rêya dû dîplomatên xwe bi navên Kanî Yilmaz “Feysel Donlaycî” û Sîpan Rojhilat “Şapûr Badoşîva” li Mûsilê û Bexdayê li gel Amerîkîyan pêwendî ava kirin, ev balê PKKê armanca wan ew bû ku bi awayekî rêpêday û meşrû siyasetê bikin û xwe li jêr balê Îranê rizgar bikin, lê belê ev dû dîplomate bi cînayeta îxanetê ji hêla PKKê ve bi awayekî hov hatin teror kirin.

Balê ddûyan yê PKKê balê “Kunservatîv” yan Kevne Şop bû, kevne şûp bi wê watayê tê ku dixwazin li ser mîtod û şêwazên berê bidomin û guherînan ji boy xwe bi pêwîst nizanin, ev bale ji hêla Ocalan ve bi navê “Balê Çepgeran” dihat nav kirin, ji rêveberên PKKê yên diyar di vê balê de dikarîn amaje bi “Cemîl Bayîk, Mistefa Karasu û Duran Kalkan” bê dayîn.

Nûnerê PKKê di civîna li gel îsixbarata Îranê “Êtîlaatê” de Cemîl Bayîk bû

Hemwexta civînên balê reformîstan yên li Bexdayê li gel Amerîkîyan ku Ocalan ew bi balê rastgeran bi nav kirbûn, balê kevneşopan yan bi qewla Apo balê Çepgran li çiyayê Qendîlê li ciyekê nêzî gundê Suret li gel şanda îstixbarata Îranê di civînan de bû, nûnerê şanda PKKê di vê civînê de Cemîl Bayîk bû.

Di beşa bihêt de emê bas li derencamên civîna Bayîk û Êtîlata Îranê bikin.

Pustên heman beş