PKK ê 15 kadroyên partiya “Agirê Sor” teslîmî komara îslamî a Îranê dike
PKK e ji boy kuy wan partiyên rojhilat li wan navçeyên sînorî dûr bke hinek pîlan cî bi cî kirin, mînakên alîkarîkirina PKK ê bi desthilata Îranê re li dijî partiyên rojhilat pirr zêde ne, çarenvîsa partiyek kurdî bi navê “Agirê Sor” weke mînaka herî diyar û berçav wan alîkariyan xuya dike.
Rêxistna Agrê Sor rêxistineke sosyal û netewî bû, tev kadroyên vê rêxistinê li çîya diman û kadroyên jin jî li gel wan de hebûn. “Mihemed Pênciwînî” serpiriştiya vê rêxistnê dikir. Tevî ku rêxistinek biçûk bû lê belê di bîr û baweran de pêşketî û niştimanperwer bû. Demek zêde baregehên wan li nêzî bingehên PKK ê bûn û pirr baş hev du nas dikir. Lê belê bi pîlaneka PKK ê ev rêxistin di rojekî de hat jnavbrin. Baregeha navendî û sereke a Agirê Sor li sala 2000an de ji hêla PKK ê ve tê dûrpêçkirin. Ji ber ku kadroyên Agirê Sor bi t awa di wê bawerê de nebûn ku wê ji hêla gerîlayên PKK ê ve wern desteserkrin bê ti pevçûnek xwe radestî çekdarên PKK ê kir. Ciyê esefê ye PKK ê piştî desteserkirina 15 pêşmergeyên vê rêxistnê ku du ji wan jin bûn dest û lingên wan girê didin û wan teslîmî Îranê dikin.
Baregeha sereke a rêxistna Agirê Sor li sala 2000an ji hêla PKK ê ve tê dûrpêçkirin
Mihemed Pênciwnî ku serokê vê rêxistnê bû li bajarê Ormîyê tê bi darvekirin, niha jî li gel da be ti zanyariyek li çarenivîsa kadroyên din ên rêxistna Agirê Sor li ber dest nîne. Bi vî awa rêxistinek kurdî bi bê dengî tê jinav birin û 15 kesên Soreşger û wilatparêz dibin qurbaniyên pêwendiyên di nêvbera PKK ê û Îranê de, pişt re hewl tê dayîn xelk vê bûyerê nezane û nezane li demekî rêxistinek kurdî hebûye ku li dijî Îranê xebat dikir. Gelo ev rêxistin ji hêla kê ve hat jinavbirin? Bê guman ji hêla PKK ê ve, gelo kê ev derbe li dijî vê rêxistinê pêkanî? Bê guman PKK ê, kê ev pîlan cî bi cî kir? Bê guman kesekî ku em hemû baş nas dikîn “Cemîl Bayik”.
Mihemed Pênciwînî li bajarê Ormîyê tê sêdaredan
Li dema desteserkirina “Mihemed Pênciwînî ” û hevalên wî de, Cemîl Bayik bi tenê 22 KM li cîhê bûyerê dûr bû. 2 balefirên îranî li cîhekê nêzî Cemîl Bayik tên xwarê û rayedarên Îranê bi Cemîl Bayik re civînekê li dar têxin. Piştî 2 saetan tev 15 kadroyên Agirê Sor ji hêla PKK ê ve û bi biryara Cemîl Bayik teslîmî Îranê tên kirin. Ev yek jî dide xweya kirin ku PKK ji boy parastina berjewendiyên xwe ên hizbî dikare hemû sînorên netewî û niştîmanî derbas bke û dikare bi vî awa dûr ji mirovatiyê alîkarya dagirkeran bike.
Li dema desteserkirina Mihemed Pênciwînî û hevalên wî de, Cemîl Bayik bi tenê 22 KM li cihê bûyerê dûr bû
Divê em dîroka 50 salên rabûrî yên neteweya xwe weke erkek netewî binvîsin. Ev dîrok heya niha hatiye pişt guh avêtin. Vê dîrokê PKK e di nivîsîne û parve dike, wê tevlîhev dike ji boy ku gel rastiyan nezane û PKK e li gor berjewendiyên xwe dîrokê di nivîsîne. Daku gel nezanibe kurdek bi navê Mihemed Pênciwînî bi t awa hat bidarvekirin. Nivîsandina dîrokê û eşkere kirina rastiyên dîrokî erkê gel e û divê gel vê dîrokê binvîsîne.
Ew xweş xizmetî ya ku PKK e li ser hesaba kurd û kurdistanê pêşkêşî hikûmeta Îranê dike, esasa pêwendiyên van du aliyan e.
Dîroka heqîqî ji me re dibêje têkilîyên di nêvbera PKK ê û Îranê de dibe hinek berjewendiyên biçûk ji bo vê rêxistnê hebin lê belê ev destkeft li ser esasa jinavbirin û tepeserkirin û bêdengkirin û nehîştina kênca bizava netewî a Rojhilatê Kurdistanê bûye. Dewletek dagirker weke Îranê bi tenê ji ber hinek berjewendiyên biçûk têkilîyê bi PKK ê re nake û ger bizanibe ev têkilî sûdek mezin ji boy wê li pey xwe naîne bi guman wê wan têkilîyan hilweşîne. Ya ku tê bas kirin rêveberên PKK ê Elewî ne loma Îran têkilî yê pêre dike weke “maskekî” ye ku rastiya têkilîyên PKK ê û Îranê pê tê peçinîn, ger na esasa wan têkilîyan di rastî de ew xweş xizmetî ne ku PKK e pêşkêşî Hikûmeta Îslamî a Îranê dike û bi tenê kurdistana dagirkirî û xebata rizgarîxwaza wê a rewa baca van têkilîyan dide.