Pêwendiyên PKK ê û Îranê, rabûrî, niha û dahatî – beşa “10”

Alîkariyên PDKê wisa kir ku PKKe ji dorpêça Îran û YNKê derbas be.

Di beşa rabûrî de me bas li vê yekê kir ku di 26î Îlona sala 2000an de PKKe êrîşî baregeheke YNKê li gundê Alî Reş dike û hejmarek ji pêşmergeyên YNKê şehîd dike, bi vê yekê şerê navbera PKKê û YNKê dest pê dike. Ev şer heya destpêka meha yekemîn a sala 2001an berdewam bû û paşan her li dawiya vê mehê agirbest hat îlankirin.

Di dema şer de Generalên supayê pasdarên Îranê alîkariya YNKê dikir daku PKKê dorpêç bikin. Di wê demê de rêveberiya PKKê di telefizyona xwe de a bi navê “Med” Tv , daxuyaniyên yek li pey yek didan, Murad karaylan li 24/12/2000an de ragihand YNKê bi dewleta tirkiyê re li hev kiriye. Karaylan got yek ji bendên lihevhatina di nêvbera YNKê û Enqerê de, kuştina rêveberên PKKê ye û amaje bi vê yekê kir ku Tirkiye dixwaze bi alîkariya YNKê di senaryo yeke weke a kuştina “Cewher Dudayev”, ê serokê Çîçanê, rêveberên PKKê jî bikuje.

PKKe dixwest vî şerî jî weke komployek navnetewî bide naskirin

Li 25/12/2000an de Alî Heyder Qaytan li ser ekranên telefizyona PKKê de ragihand: “YNKê 1000 leşkerên tirkiyê anîne Silêmaniyê daku êrîşî PKKê bikin, tevî van leşkerên tirkiyê YNKê hejmarek leşkerên Îsraîlî û Birîtanî û Emerîkî jî anîne û alîkarya YNKê dikin. Got armanca wan desteserkirina rêveberên PKKê ye.

Armanca Îranê îmhakirina PKKê nebû bi tenê dixwest hinekê wan tengav bikin

A ku bala mirov dikşîne eve ku ti yek ji rêveberên PKKê basî Îranê nekir, di demekî de ku pirr eşkere bû ev Îran e ku şerê li dijî PKKê îdare dike. Ti yek ji propaganda yen PKKê rast nebûn û tev bê esas û bi tenê ji boy çewaşekirinê bûn, di rastî de yên ku şerê PKKê dikir bi tenê leşkirê Îranê û pêşmergeyên YNKê bûn. Bi tu awa şer wisa nebû ku PKKê qala wê dikir û dixwest bike pîlan û komployek navnetewî, bi tenê Îranê dixwest hinekî PKKê tengav bike û bêxe bin fişarê de.

PKKe di rewşeke pirr xerab de bû, bi awayekî ku Îran dikarî dirbek mezin lê bxe û Rêveber û gerîlayên wê desteser bike. Lê aliyê ku pîlana Îranê pûç kirî PDKe bû. PDKe rê li himberî PKKê vekir û ji aliyê locîstî jî alîkarya PKKê kir. Alîkariyên PDKê PKKe ji dorpêça Îran û YNKê rizgar kir.

Şehîd ketina 120 gerîlayan û serdagirtina pirsgirêkên navxwe

Ev şer bû sedem ku PKKe 120 gerîlayan wenda bike. Lê tevî vê yekê vî şerî ji PKKê re hindek qazanc jî hebûn. Qazanca PKKê a herî berbiçav ev bû ku PKKe karî bi vê şerê prisgirêk û aloziyên di nava rêxistna xwe de veşêre û bêdeng bike. Hejmarek ji qadroyên blind ên PKKê, ji helwestên Evdila Ocelan di dadgeha tirkiyê de nerazî bûn û hinek qadroyên din bahwerî bi rêveberên nû yên PKKê nebû. Hev dem baskê jina jî di nava PKKê de ji rewşa xwe nerazî bûn bi awayekî ku hinek ji wan hatbûn zindankirin. Her weha bi sedema şerê bi YNKê re ev prisgirêk tev hatin îmhakirin. PKKe bi alîkarya PDKê xwe ji dorpêça Îran û YNKê derbas kir û karî bû erdê li bin desthilata xwe de berfirehtir bike.

Xweya bû armanca Îranê îmhakirina PKKê nebû, belku Îranê dixwest PKKê zêdetir bxe bin kontrola xwe û wê bike yek ji rêxistinên tam guhdarî siyaset û stratejîya Îranê. Jiberku Îranê wisa hest dike PKKe carna ji kontrola Îranê derdiçe.

Îranê bi rêya leşkirî PKKê neçar dike serê xwe li himber hemû xwastekên Îranê bitewîne

Komara îslamî ya Îranê her dema ku hest bi vê yekê kiribe ku PKKe dixwaze li bin kontrola Tehranê derkeve, şerek xulqandiye û bi rêya leşkirî PKKe neçar kiriye serê xwe ji boy tev fermanên Îranê bitewîne. Lê belê, di şerê sala 2000an de alîkarya PDKê ji boy PKKê rêgrî li Îranê kir ku bikare pîlanên xwe bi temamî bi cî bîne û têde serkeve, bi vê yekê PKKe karî xwe ji teslîm bûna yekcarî rizgar bike.
Piştî şerê sala 2000an, tevî ku pêwendiyên PKKê û Îranê bi dawî nebûn, lê belê, hinekê sarî têde dirust bû ku emê di beşa bê de bi horgilî bas bikîn.

Ev mijar didome…

Pustên heman beş