Peywendiyên PKK ê û Îranê, rabûrî, niha û dahatî – Beşa «3»
Qonaxa diduyan a peywendiyan, 1990an heya 2000an ber bi hevpeymaniyeke stratejîk
Li salên 90an ji çaxê rabûrî sîstema siyasî a cîhanî guherîneke berçav bi xwe ve dît, bi helweşana Yekîtiya Soviet, binaxê cîhana cût qutbî jinav çû û pirose û qonaxa dujminê nû û hevpeymaniya nû destpêkir. Rojhilata Navîn jî ji vê rewşê bê par nebû û navenda vê rewşê li navçeyê Îraq bû.
Gelo Kurd dikarin çarenvîsa xwe ji dewletên dagîrkar cuda bikin?
Vê rewşê ji Kurdan re jî girîngîyeke taybet hebû, bajarên Başûrê Kurdistanê piştî êrîşên rejîma Sedam ji bo ser Kuwait ê û koça milyonî ya Kurdan li Başûrê welat, danîna hêla 36 ji bo parastina Kurdên Başûr. Ev nuqte di dîroka Kurdan de bi nuqteya werçerxanê tê hesab kirin, jiberku paş şerê yekê ê cîhanî û parçebûna Kurdistanê, pirsgirêka Kurdan di nava civaka navdewletî de tu girîngîyek nemabû. Li sala 1920an virr de pirr hevpeymanî û lihevhatinên navdewletî hatbûn encamdan lê belê di tu yek ji wan berjewendiyên netewî ên Kurdan girîngî pê nehatbû dayîn û Kurdistan weke xaka dagîr kirî û bê nav û nîşan her carekî li ser dewletek dagîrkar dihat parve kirin.
Li sala 1920an virr de pirr hevpeymanî û lihevhatinên navdewletî hatbûn encamdan lê belê di tu yek ji wan berjewendiyên netewî ên Kurdan girîngî pê nehatbû dayîn û Kurdistan weke xaka dagîrkirî û bê nav û nîşan her carekî li ser dewletek dagîrkar dihat parve kirin.
A eşkere ye ku tu yek ji van rewşan Kurd ji xebata wan ji bo destve anîna mafên wan yên netewî nesekinand û hejmarek zêde ji serhildan û berxwedanên çekdarî ji aliyê Kurdan ve ji bo dest xwe xistna mafên xwe hatin encamdan, herçend ku ew qurbaniyên di van serhildan û berxwedana de Kurdan day pirsgirêka wan a rewa û berheq bi cîhana derve da nasandin, lê belê civaka navdewletî çav û guhên xwe li ser van berxwedan û serhildanên Kurdan girtibû.
Di hevkêşeyên navdewletî de xwedî maf bûn hêz nîne, belku şer’îyeta navdewletî ye ku weke hêz tê hejmar kirin. Hêla 36 delîveke baş dirust kir daku Kurd şer’îyeta navdewletî bi dest xwe bînin.
Di hevkêşeyên navdewletî de xwedî maf bûn hêz nîne belku şer’îyeta navdewletî ye ku weke hêz tê hejmar kirin. Hêla 36 delîveke baş dirust kir daku Kurd û pirsgirêka wan a rewa di wê rewşa navdewletî ku li paş şerê yekê ê cîhanî derzek têketibû, şer’îyetek navdewletî bi dest bîne. Ya ku li ser Kurdan pêwîst bû di wê rewşê de bikin ev bû ku: Başûrê Kurdistanê ku ji ber vê rewşê weke derzekê lêhatbû li ser cemedê dagîrkariya li ser Kurdistanê, pêwîst bû Kurd li hemû parçeyên din li derdora wê kom bibin û alîkarî wê bin ji bo ku bikare wê derzê bi awayek weha mezn bike ku ciyê 40 milyon Kurdan têde bike. Lê belê bi mixabinî ev yek pêk nehat, ev destpêka ezmûna başûrê welat bû ku PKK ê di beyanekê de ragihand ya ku li Başûr diqewme kevneşopî û pîlana împiryalîzmê ye û em qebûl nakîn.
Ev destpêka ezmûna Başûrê welat bû ku PKK ê di beyanekê de ragihand ya ku li Başûr diqewme kevneşopî û pîlana împiryalîzmê ye û em qebûl nakîn.
Kê nakokî ya dinavbera Kurdan de pêtir kir?
Li salên 1992an heya 2000an de, hejmarek zêde ji şer û pevçûnan dinavbera Kurdan de rû da. Zanyarî yên giştî û destpêkê weha xweya dikin ku dewleta dagîrkar a Tirkiyê li pişt hemû wan şer û pevçûnan de bû. Tirkiyê êrîşên xwe ji bo ser Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ê pêtir kirin û PKK ê jî ji bo xwe parastinê şer bi Başûrê Kurdistanê firot û ev jî bû sedemek ji bo serhildana ne aramî û pevçûnên dinavbera aliyên Kurdistanî.
Sînaryo danerê sereke û veşartî ê şer û pevçûnên navxwe di Kurdistanê de, komara îslamî ya Îranê ye.
Lê di rastî de û li gorey zanyariyên me, sînaryo danerê sereke û veşartî ê şer û pevçûnên navxwe li Başûrê Kurdistanê de, rejîma dagîrkar a komara îslamî ya Îranê bû. Rejîma Îranê aliyeke sereke ê wan nakokîyan bû û pirsgirêka Kurdan kûrtir kir. Pirsgirêkên dinavbera aliyên Kurdan de bi awayek weha kûr kirin ku gihîştin astê şerê navxweyî. Dîrokê ev yek îsbat kiriye her dema her dema li wilatek cîran ê Îranê rewşeke ne normal û awarte dirust bûbît, komara îslamî ya Îranê evca çi b awayek raste rast û aşkera yanjî ne raste rast û nepenî li pişt perdeya wê rewşê ye. Ji bo Başûrê welat jî tedaxulên Îranê berçavtir bûn, jiberku li salên 90an pirsa Kurdan û dirustbûna statoyek Kurdî li wê parçeya Kurdistanê di rojeva Îranê de diyar bibû û Îran û Tirkiyê weke du dewletên dagîrkarên Kurdistanê ev rewş pê xweş nebû jiber vê yekê li dijî wê sekinîn.
Ev du welat zêdebarî wan pirsgirêkên kûr yên dinavbera wan de, li ser dijatî kirina Başûrê Kurdistanê û rêgirî kirin li bihêz bûn û cêgîr bûna statoyek Kurdî li Başûrê Kurdistanî hevra û hevkar bûne. Ger bas li dîroka peywendiyên dinavbera Tirkiyê û Îranê de bikîn take nuqteya hevpar a ku nayê guherîn dijatî kirina Kurdistanê û pirsgirêka Kurdane, her du alî dixwazin Kurdan bikin bin destê xwe lê belê desthilata dagîrkar a Îranê di vî bîyavî de ji dewleta Tirkiyê pisportire û baştir karîye yariya bi karta Kurdan bike, dibe ji bilî pisporiya Îranê amadebûna rêxistineke wek PKK ê di vê serkeftina Îranê de a bê rol û kênc nebe.
Îran hem li rabûrî a siyaset û stratejî û navçeyî û navdewletî a xwe de û çi d vî serdemê niha de zor bi başî karîye grûpên li bin çengên xwe li wlatên navçeyê de dirust bike û bi baştirîn awa wan bikar bîne, ku dikarîn “Hîzbollaha Libnanî, Hemas, Hosî yên Yemenê, PKK ê û…..” weke mînak bas bikîn.
Ev siyaseta Îranê di salên 90an pêtir berbelav bû û karî bi baştirîn awa PKK ê li dijî Tirkiyê bikar bîne. Îran di siyaseta xwe a navçeyî de pirensîbek girîng heye, ew jî eve ku asayîşa xwe ya netewî li derveyê sînorên welatê xwe diparêze û axa wilatên navçeyê weke kûratîya stratejîya xwe bikar diîne. Ji bo pirsgirêka Kurdan jî her ev yek encam da û rewşa Kurdan li dervey sînorên xwe tevlîhev kir.
Îranê ji bo serkeftina xwe di vê pîlanê de 3 erk dan PKK ê ku dê li beşên bihêt de amajê bi wan erkan kîn û şîroveya wan kîn.
Ev babet didome…