Salên 2000an – PKK e ya bê Ocalan û Îran
Li 15 şubata 1999an, bi desteser kirina Ocalan û vegerandina wî ya ji bo Tirkiyê, rewşeke nû hate pêş, her kesê hêvî dikir Ocalan berxwedaneke mezin bike û rewşeke herî zehmet li ber Tirkiyê çêbike, lê belê ciyê daxê ye wiha nebû, Ocalan di yekem hengav de go: “Ez hatime ji bo ku xizmeta Tirkiyê bikim, wê rêxistina PKK ê guherînim ji bo ku xizmeta Tirkyeya demokratîk bike”.
Ev helwesta Ocalan û xizmet kirina bi Tirkiyê û Komara Demokratîk, hemû xeyal û hêviyên ku gelê Kurd di hişên xwe de ava kirîn şikandin, ev rewş ji boy Îranê jî wusa bû, çunke Îranê pîlanên xwe li ser bingeha berxwedana Ocalan çêkirbûn û bi bawer bû ku hevpeymanê wê yê sitratejîk wê li zîndanê berxwedaneke bê hempa bike.
Xeyalên paş 15 şubatê şkestin anî
Paş rêkên mayîna li Sûryeyê li ber Ocalan tune bûyn, yêk ji bijardeyên Ocalan ew bû ku biçe Îranê û li wir bimîne, her çend ku Îran jêre nabêje na, lê belê mercên mayîna wî jî li Îranê girentî nake, wusa diyare tirsa Îranê ji dû pirsgirêkan hebû, ya yekem ew bû ku Ocalan biçe dewleteke din û li wir bikeve jêr hejmûna wê deweletê û ji Îranê dûr bikeve, ya dûyemîn jî tirsa Îranê ji qebûl kirina Ocalan hebû, heya wê dema ku li 15î şubatê Ocalan ji bo Tirkiyê hatîye vegerandin û gelê Kurd li her derekê çalakiyên nerazîbûnê meşandin.
PKK ê jî çaverê nedkir ku li Îranê çalakiyên nerazîbûnê bihên meşandin
Kêm kesan çaverêya wê yekê dikir ku li Îranê li ser desteser kirina Ocalan çalakiyên nerazîbûnê werin encam dayîn, lê belê li destpêkê li Tehranê û piştre li bajarên din, xwendkarên zanîngehan daketin cadê û tevlî çalakiyên nerazîbûnê bûn, xwe PKK ê jî çaverê nedkir ku li Îranê çalakiyên bi vî awayî werin encam dayîn, ji ber ku çi rêxistinên wusa li Îranê nebûn û hem wext medya Îranê jî mîna niha bihêz nebû ku bikare gel li hev kom bike, lê belê pirsa girîng eve ku ev çalakî bi tu away û çima hatin encam dayîn?
Pir kes wusa di fikirin ku ev çalakî bi pîlaneke Îranê hatin encam dayîn, rejîma Îranê carna cadê di herkîne ji bo ku bizanibe bandora wê bi tu awayî ye daku ji bo xwe bike firsetek û sodê jê werbigre, di bûyerên 15î şubatê jî de Îranê ev mîtod bi kar anî, hemdem peyamek jî ji boy PKK ê şand ji bo ku bê hêvî nemîne û girentî jêre da ku êdî Îran wê piştigrîya wê bike.
Lê ya rast Îranê amanceke din ji van çalakiyên nerazîbûnê hebû, wê di xwest gelê xwe baş nas bike bi taybet ewên di çalakîyan de di xwestin li dijî rejîmê bi herkin, Îranê di xwest wan bixe jêr çavdêrî û tsqîba saziyên îstixbaratî ji bo ku ji pîlan, fikir û tevgeryana wan haydar be.
Li destpêkê çalakî pîlana Îranê bûn
Wusa dyare Îranê amanceke mezintir hebû, Îranê di xwest hesta netewey ya Kurdên Rojhilata Kurdistanê ber bi perçeyeke din ya Kurdistanê araste bike û ji nava Rojhilata Kurdistanê û Îranê dûr bixe, hemdem di xwest wusa nîşan bide ku Tirkiyê djimnê Kurdane û Îranê ji djimnatîya Kurdan dûre, ev taktîka Îranê heya van salên dawiyê dewam kir, wê sodeke mezin jê wergirt, Îranê xwest her wiha sodê ji navê Ocalan werbigre û li ser navê wî hinek pirtûkan parve bike.
Îranê paş desteser kirina Ocalan bi PKK ê ragihand ku ewê bi hemû karînên xwe piştgiriyê bide rêxistinê
Îranê paş desteser kirina Ocalan, civînek li gel PKK ê çêkir û jêre got ku ewê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide rêxistinê, hemdem kanê bi tu awayî Sûriyê rê bi Ocalan da, wusa Tehran jî amadeye ciyekî bi rêberên rêxistinê bide û ciyekî jî ji boy perwerdekirina Gerîlayan dabîn bike û birîndarên wan jî tedawî bike.
Paş vê civînê sercem rêberên PKK ê li nêzî navçeyên sînorî yên Îranê û li nêzî bingehên leşkirî yên vê dewletê cî girtin.