Pêwendiyên PKK ê û Îranê, rabûrî, niha û dahatî – Beşa «5»

  • Beşa pêncemîn

Her du aliyan lihev kiriye pirsgirêkên dinavbera xwe de le derve bas nekin

Her wek di beşên berê de me amaje pê da, pêwîste şehrezayên dîrokê lêkolînên baştir li ser şerê dinavbera Partiya Karkerên Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê bikin, jiberku ev şer, şerê di navbera KDP ê û PKK ê nebû, belku şerê di navbera Îranê û hêzên Natoyê de bû. Sedema wê jî ev bû ku Îranê dixwest axa Başûrê Kurdistanê bikit meydana stratejîya xwe ji bo encamdana şerên mezintir. Diyare di teorîya “Îrana Kevnar” de desthilata dagîrkar a tehranê û neteweya ser dest a fars, hemû parçeyên Kurdistanê weke beşek ji axa Îranê tên zanîn. Jiberku ew kurdan weke çeqek ji neteweya fars yan eva ku ew jêre dibêjn “Mlletê Îranê” dizanin û di wê bawerê de ne ku ji ber bi kêrnehatina hikûmetên berê yên Îranê, ji Îranê hatîne veqetandin û pêwîst dike careke din bihên vegerandin ji bo ser axa Îranê ve. Ger li vî alî ve li mijarê binêrîn wê bibînîn ku Îran wê mafê bi xwe dide Başûrê Kurdistanê weke axa xwe bikar bîne. Lê belê aya civaka navnetewî wê rêyê pê bide?

Pîlanên Îranê bûne sedemek ji bo wê yekê Nato rê bi Tirkiyê bide hêzên xwe derbas başûrê Kurdistanê bike û li wir baregehên serbazî dirust bike. Berevajî wê ya PKKe dibêje, supayê dagîrkarê Tirkiyê ji ber PDK ê û li ser daxwaza PDK ê li başûr nîne, belku ev Nato bû ku rê bi Tirkiyê day biçe Başûrê Kurdistanê û li wir bicî bibe.

Ji bo pûçkirina pîlanên Îranê, Natoyê rê bi leşkirê Tirkiyê da biçin Başûrê Kurdistanê û li wir bingehên serbazî ava bike.

Herçend dibe gelekî li ser pêwendiyên dinavbera Îran û PKKê û YNK ê bas bikîn, lê belê wê hewl bidîn bi kurtî û di çend risteyan de verêja vê pêwendiya sê alî bas bikîn. Herçend ev peywendî di dema salên berê de dirust bûye lê belê di vê dawyê de careke din hatye nû kirin. Komara îslamî ya Îranê her dema xwestibe pîlanên xwe ji bo tevlîhevkirina rewşa başûrê Kurdistanê cîbicî bike, pêwendiyên xwe digel PKKê û YNK ê kûrtir kirîne. Di destpêka hatina terorîstên DAIŞ ê ji bo Îraqê li sala 2014an heya niha pêwendiyên dinavbera PKKê û YNK ê de ên bûye sedemek ji bo têkdana asayîş û aramiya herêma kurdistanê, yek ji diyartirîn mînaka van peywendiyan 16ê Oktobera sala 2017an bû ku firotina Kerkûka Qudsa kurdistanê û dagîrkirina wê ji bal heşda şeibî û supayê Îraqê li pey xwe anî, cîhê esefê ye ku ev ne bi tenê bo sedema ser ji nû dagîrkirina beşekî ji axa Başûrê Kurdistanê, belku kênca xwe ya negetîv li ser hizra rizgarîxwaza gelê kurd û nerîna civaka navdewletî li ser xebat û tekoşîna rizgarîxwaza gelê kurd dirust kir, kêncek ew qas bi hêz ku dibe demek dirêj pêwîst be heya ku ev yek bê bedelvekirin.

Yek ji xalên lihevhatina dinavbera PKKê û Îranê de ku me di beşên din de bi horgilî bas lê krî, ev bû ku pêwîste PKKe di şerkirina digel Tirkiyê de berdewam be. Jiberku Îran li ser wê bawerê ye ku rawestana şerê PKKê di gel Tirkiyê wê zirarê bigihîne Îranê. Her dema PKKê şer li dijî Tirkiyê rawestandibe, Îranê hişyariyên tund bi PKKê dane û gelek caran hejmarek ji gerîlayên PKKê radestî Tirkiyê kirîne û Tirkiyê ew sêdare dane. Hinek caran jî baregehên PKKê bordoman kirîne. Bo mînak sala 1993an yekem agirbesta dinavbera PKKê û tirkiyê hat ragihandin, Îranê 30 gerîlayên PKKê teslîmî Tirkiyê kirin.

PKKê ti deman bas li teslîm kirina gerîlayan û pirsgirêkên din yên xwe di gel komara îslamî ya Îranê ne kiriye, jiberku PKKe wan pirsgirêka weke pisgirêkek malbatî dibîne û her du aliyan li ser vê yekê lihev kiriye ku prisgirêkên di navbera xwe de li derve bas nekin. Li ser vê mijarê ger bas li hinek peywendî û alîkariyên abûrî ên dinavbera PKKê û Îranê bikîn, mijar wê zêdetir zelal be.

Gelo raste PKKe bazirganiyê bi maddeyên hişber dike?

Pêş niha me bas kir ku Îranê hinek navçeyên sînorî bi PKKê dabûn û rê bi wan dabû ku li van navçeyan hinek çalakiyên bazirganî encam bidin. Yek ji wan çalakiyên abûrî, çalakiyên gomirkî ne, ku PKKe bi eşkere li xalên sînorî gomirkan werdigire. PKKe bi awayek rêxsitî, bac li qaçaxçî yên (mirovan, cixara, neft, mey, pez û…) werdigrt. PKKe dibêje jiberku ez vî sînorî kontrol dikim û diparêzim, mafê mine bacê wergirim. Wergirtina baca gomirkî li ser van tiştan bi awayek eşkere tê encamdan û her kes dizane. Lê belê mijareke din heye ku cudaye û PKKe naxwaze û rê nade were eşkere kirin, ew jî bazirganî kirin bi madeyên hişber e.

Gelo bi rastî PKKe bazirganiyê bi maddeyên hişber dike? Belgeyên bazirganî kirina PKKê bi maddeyên hişber çine? Gelo komara îslamî ya Îranê haydarî vê bazirganî kirina PKKê ye? Ji bo wergirtina bersîva van pirsyaran emê hinek zanyariyên din li ser pêwendiyên dinavbera hikûmeta Îranê û PKKê bas bikîn.

Pustên heman beş