Pêwendiyên PKK ê û Îranê, rabûrî, niha û dahatî – Beşa «6»

Pêwendiyên PKK ê û Îranê, rabûrî, niha û dahatî – Beşa «6»
  • Beşa şeşemîn

Rola PKK ê di ticareta maddeyên hişber de, di hejmarek herî zêde a raporên cîhanî de ev yek hatîye bas kirin

Di beşa 5an de me bas kir ku Îranê hinek navçeyên ser sînor bi rêxistna PKK ê dane, rê jî daye ku hinek çalakiyên abûrî ji boy xwe bke, wergirtina bacê li ser wan kerûperên ku di sînor re derbas dibin, ev kar eşkere ji aliyê PKK ê ve tê encam dayîn û her kes dizane, lê belê mijareke din heye ku cudaye û PKK e naxwaze û rê nade were eşkere kirin, ew jî ticareta maddeyên hişber e, gelo bi rastî PKK e ticaretê bi madeyên hişber dike? Kîjan belge piştrast dikin ku PKK e vê ticaretê dike? Haya Îranê ji vê ticareta PKK ê heye?

Weke eşkere hinek navçe hene ku bi xeta ticareta hişberê tên nas kirin, anku rêja herî zêde a maddeyên hişber di vê xetê re derbasî navçeyên cuda yên dinyayê dibin, bê şik ev xet ji wan navçeyan dest pê dike ku pêtirîn maddeyên hişber lê tên berhemanîn, Efxanistan li rêza yekê û piştre cînara wê Pakistan pêtirîya erdên maddeyên hişber têde ne û beşa herî zêde a maddeyên hişber li dinyayê ji van dû dewletan tê berhem anîn, Îran jî xeta sereke a parvekirina wê ye ku li va dû dewletan tê berhem anîn, bi rêya Îranê ev maddeyên hişber diçin dewletên Îraqê, Tirkiyê piştre Ewropayê.

Beşa herî zor a sînorên maddeyên hişber têde tên derbas kirin li jêr kontrola PKK ê de ne

Ev sînor ji salên heştêyan a sed sala rabûrî bi awayekî çalak û berçav ji bo derbas kirina maddeyên hişber li ser Ewropayê û cîhanê tê bikaranîn, eşkereye ku ev madde neqanûnî ne, nabe bi rêkên qanûnî û bi gomirkên hikûmetan de werin derbas kirin, gelo ev madde bi tu awayî û di ku derê re derbas dibin? Gelek zelale ku bi qaçaxî ji Îranê derbasî Îraqê û Tirkiyeyê dibin, pirs eve, gelo ev ticaret ji bal kê ve tê kontrol kirin? Bê şik beşa her mezn ji hêla PKK ê ve tê kontrol kirin û ji ber vê sedemê navê rêxistna PKK ê li gel qaçaxçî û ticarên maddeyên hişber tê gotin û bihîstin.

Di hejmarek zêde a raporên cîhanî de li ser qaçaxçîtî û ticareta maddeyên hişber bas li rola PKK ê tê kirin, pir normale baweriya me kurdan bi van belge û dukomêntên navdewletî ên li ser PKK ê tune be, ji ber ku di rastî de kes ji me weke kurd kêfxweş nîne ku bawer bke rêxistineke kurdî tenê ji boy bi dest xistina pereyan amadeye ticaretê bi maddeyên hişber bke, pir caran ev xercîyên herî zêde yên PKK e  di warên cuda cuda de dike gomanê li pey xwe tîne ku merov bibêje çavkaniya dahata PKK ê çî ye? Bi tu awa ev rêxistin dikare van hemû mezaxtîya bi stoyê xwe ve bigire? Lê belê demara me ya kurdayetîyê dilive û hesta me bi ser hizra me de zal dibe û dibêjîn: ev endam û alîgrên PKK ê ne alîkariya darayî bo rêxistinê dişînin û ev hemû saman û serwet ji vê alîkariya endam û alîgiran tê!.

Mezine ticarên maddeyên hişberê bera derbas kirina her barekê qaçax, diçin cem rêveberiya PKK ê ji bo ku li ser hecmê zerîbê ji bo derbas kirinê lihev bikin

Lê belê ya rast eve ku cihê daxê ye mezine ticarên maddeyên hişber ku peywendîyeke mukim li gel supayê pasdaran û saziyên ewlehîya rejîma îslamî de hene, li destpêka derbas kirina her barekê qaçax diçin cem rêveberiya PKK ê ji bo ku li ser hecmê zerîbê ji bo derbas kirinê lihev bikin, di berê de her yek ji Reza Alton, Mistefa Karasu û Cemîl Bayîk li Ormîyê raste rast karubarên taybet bi qaçaxçîtiya maddeyên hişber bi rêve dibirin û beşa PKK ê ji ticaran werdigirt, lê belê niha PKK e beşekî girîng û hevbeş e di vê ticaretê de û vî karî bi agehiya komara îslamî a Îranê dike û li gorî wê peymana li nêvbera rêxistina PKK ê û Îranê ku destûrî bi PKK ê daye hinek çalakiyên abûrî ji bo xwe encam bide.

Ji salên notan PKK ê rê bi hîç partîyeke siyasî ya Rojhilata Kurdistanê nedaye li sînorên rojhilat cî bigire

Yek ji wan xalên ku Îran û rêxistina PKK ê li ser lihevhatin kiriye eve ku nabe PKK e rê bi ti partîyeke siyasî ya Rojhilata Kurdistanê bide li navçeyên sînorî yên nêzî Îranê cî bigirin.

Tê zanîn PKK e bi sedema parastina ticareta maddeyên hişber vê xalê cî bi cî dike, rêxistina PKK ê ji bo vê zehmetîyeka pir mezin dît, ji berku ji aliyekî hewl da nakokîyan li nêvbera partîyên kurdî yên Rojhilata kurdistanê bixulqîne, ji alîyekê din rapor û agahiyên îstixbaratî li derbarê qadroyên van partîyan bi dezgeha îstixbarata Îranê didan û caran PKK ê bi xwe qadroyên van partîyan desteser dikirin û radestî Îranê dikirin, lewma bi sedema zexta Îranê û PKK ê heya niha van partîyan nikariye li navçeyên sînor cîhekî ji boy xwe çêbikin.

Heta salên notan hejmareke partîyên Rojhilata Kurdistanê li navçeyên sînorî yên li gel Başûrê Kurdistanê cî digirtin û çalakiyên xwe birêve dibirin, di salên notan de rêxistina PKK ê kete nava hewlên mezin de ji bo ku navçeyeke rizgar krî ji bo xwe çêbike ku dujmin! Têde nebe, lê belê nikarî vê navçeyê di xaka Bakurê Kurdistanê de ava bike jiberku karîna şerkirinê li gel Leşkirê dewleta Tirkiyê nebû, loma ji boy avakirina vê navçeya rizgar kirî, wê berê xwe da Başûrê Kurdistanê û şer firoşte partîyên Kurdistanî, PKK ê ya ku nikarî li himberî dewleta Tirkiyê bike, li himberî partîyên kurdî kir û hewl partîyên Rojhilat ku li sînoran cî digirtin ji wir derxe, ji berku rêxistna PKK ê biryara xwe girtibû ku nabe dujmin di navçeya rizgarî de hebe.

 PKK e ji bo ku partîyên Rojhilat ji navçeyên sînorî dûr bixe, hinek pîlan cî bi cî kirin, di beşa bihêt de emê mînakên alîkariya PKK ê û Îranê li dijî partîyên Rojhilata Kurdistanê û çarenvîsa rêxistina kurdî ya bi navê Agirê Sor weke mînakeke zîq û berçav a vê alîkariyê bi hûrgilî ve bas bikin.

Pustên heman beş