Pêwendiyên PKKê û Îranê, rabûrî, niha û dahatî – Beşa «4»

  • Beşa çaremîn

Weke di beşa sêyemîn de amaje ji bo hatîye kirin, siyaseta komara îslamîya Îranê ya bikaranîna grûpên çêkirî li navçeyê, li salên notan de pêtir zêdebûn û karî bi awayekî herî baş û serketî PKK ê li dijî Tirkiyê bikar bîne, Îranê di siyaseta xwe ya navçeyê de metodeke girîng heye, ew jî parastina asayîşa xwe ya netewî li dervey sînorên welat û xaka welatên navçeyê weke kûrahiya stratejîya xwe bikartîne, ji bo pirsa Kurdan jî her ev yek kir, rewşa Kurdên li dervey sînorê xwe têk da û ew rastî alozî û neseqamgîryê kirin.

ÎRANÊ BI AMANCA SERKETINÊ DI PÎLANA XWE DA, 3 ERK BI PKK Ê SIPARTIN, ERK EVIN:

  • Dewam kirina şerê PKK ê li dijî Tirkiyê.

  • PKK bername û pirsên leşkirî li Başûrê Kurdistanê bi hemahengî li gel Îranê bi cî bike, anku rola hêzên parastina sînorên Îranê bibîne û rê nede partîyên rojhilata Kurdistanê, nêzî sînorên Îranê bibin.

  • Ji bo PKK ê nîne li rojhilata Kurdistanê tu çalakiyekê encam bide, yan tevgereke siyasî bi rêve bibe.

Îran ji bo ku bikare xetera cih girtina hêzên Natoyê li Başûrê Kurdistanê dûr bixe, hêzên PKK ê li sînorê xwe belave kirin

Îranê erkek din bi PKK sipart, ji bo ku li Başûrê Kurdistanê çalakiyan bi navê wê encam bide, jiberku başûr weke navçeyek li jêr parastina Natoyê û neteweyên yekbûîy tê hesab kirin, her wiha ji bo ku Îran bikare xetera cî girtina hêzên Natoyê li Başûrê Kurdistanê ji xwe dûr bike, hêzên PKK ê li sînorê xwe belave kirin.

Ya rast bi cî girtna hêzên Natoyê li Başûrê Kurdistanê, komara îslamîya Îranê weke çawa li navçeyên sînorî yên li gel Tirkiyê ku endama Natoyê ye, li sînorê li gel Başûrê Kurdistanê jî wê biba cîraneke nexwestî, lewma PKK erkdar kir û li sînorê xwe belave kir.

ÎRANÊ RÊ BI PKK Ê DAYE LI NAVÇEYÊN SÎNORÎ CÎ BIGRE

Yek ji wan navçeyên sînorî ku PKK ê  lê bicî bûye, bi “Dambat” tê nas kirin, PKK  li wir hat belavekirin ji bo ku bikare li çiyayê Agirî hereketê bike, her wiha navçeya “Şehîdanê” ji bo ku bikare hereketê li navçeyên “Esender û Şemzînanê” li aliyê Tirkiyê bike, lê belê yek ji ciyên stratejîk ku Îranê PKK  lê bi cî kirine bi navçeya “Kela Reş” tê nas kirin, “Kela Reş” weke enîyeke piştgiryê ji bo navçeyên Colemêrg û Wanê tê hesab kirin, evan navçeyan ji bilî ku asankarî ji bo hereketên PKK ê çêkirine, ji bo veguhastna çekan û alîkariyên locistîk bo gerîlayan li Bakurê Kurdistanê, hemwext weke rêyek abûrî dahatek pir mezin ji bo PKK ê dabîn kir.

Emê di mijarên bihên de bas li çalakiyên PKK ê yên abûrî li ser van rêyan bikîn.

JI BO ÎRANÊ ZELAL BÛYE KU PKK Ê EW AMADEYÎ TÊDE HEYE KU ŞERÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIKE

Ji bo Îranê zelal bûye ku PKK ê ew amadeyî têde heye ku şerê Başûrê Kurdistanê bike, ji ber vê Îran ketîye nava hewlên mezin ji bo xurt kirina têkilîyên hinek baskên YNK ê li gel PKK ê.

YNK ê ji bo çêkirina van têkilîyên li gel PKK ê, amancên xwe hene, yek ji wan amancan, belavbûna wê ya pêtir li navçeyên xeta temasê yên li gel partîya demokrat ya Kurdistanê, her ji bo vê hinek deryên sînorî û xalên stratejîk kirin amanc, YNK ê hem ji Îranê û hem ji PKK ê alîkariyên darayî werdigirtin, li ser dema şerê navxwe, PKK ê mûçeya pêşmergeyên YNK ê dabîn dikir û Îranê jî kelupelên xwarinê û çek jêre dabîn dikir.

ÎRANÊ DIZANÎ JIBO SERXISTINA HÎLALA ŞÎ’Î Û GIHÎŞTIN BI LIBNANÊ, PÊWÎSTÎ BI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HEYE

Amanca Îranê beranber YNK stratejîk bû, wê hewlên pir mezin dabûn ku li gel partîya demokrat ya Kurdistanê jî vî karî encam bide, lê belê PDK ê baş berjewendiyên xwe fêm dikirin û ji ber vê Îranê nikarî bandora xwe li ser bike û qadroyên nêzî xwe di nava PDK ê de bi cî bike, wexta ji bo Îranê zilal bûy ku PDK e ber bi aliyê Emerîka û wlatên rojava ve diçe, Îranê bi temamî dest ji PDK ê berda û ber bi alê YNK ê ve hat, jiberku xebata Îranê di vê demê de ji bo avakirina pirojeya “Hîlala Şî’î” bû û dizanî ji bo serxistina piroje û ji bo gihîştin bi Libnanê, pêwîstî bi Başûrê Kurdistanê heye, lewma wê dest ji YNK ê berneda û tev hewlên xwe xistin kar ku di vê nerînê de balansa hêzê li Başûrê Kurdistanê di berjewendîya YNK ê û PKK ê de bişkêne û PKK  were guhertin û li şûna wê hêla “YNK-PKK ” bihêz bikeve.

Ji bo gihîştin bi vê amancê, Îranê hewl dan lihevhatin û alîkarî li navbera PKK ê û YNK ê de li navçeyên ku kurdên Soranî têde ne karatir û zêdetir be.

EV ŞER DI RASTÎ DE ŞERÊ PDK Ê Û PKK Ê NEBÛ, BELKU ŞERÊ ÎRANÊ Û HÊZÊN NATOYÊ BÛ

Paş van bernameyên rejîma Îranê, li sala 1997an de, şerê navxwe dest pê kir, PKK  li nêzî sînorên Îranê hinek navçe xistin jêr kontirola xwe û bajarên Çomanê û Sîdekanê birêvebirin.

Paş vê salê, Îranê berdewam alîkariyên leşkirî û kelupelên xwarnê jibo PKK ê di şandin û PKK ê jî li dola “Ayşe û Berdenaz” li sînorê nêvbera Îranê û Başûrê Kurdistanê aşê şerê navxwe di gêra, amanca wan ev bû ku bigehe Hewlêrê û PDK ê li Dihokê û navçeyên wê dorpêç bikin, jiber ku PKK ê li çiyayên Badînan ê jî hêz hebû û dikarî li wir jî êrîşa ser PDK ê bike, bi vê yekê jî dorpêça ser PDK ê da kûrtir be û wê neçar maba navçeyê bi cî bihêle, lê belê ev pîlana PKK ê û Îranê bê bersiv nema, ji ber ku li meha 11 ya sala 1997an, arteşa Tirkiyê tê nava xaka başûr û PKK  neçar dibe sercem ew navçeyên ku xistine jêr kontirola xwe, careke din bi cî bihêle û vegere çiyayan.

Ev şer pêwîst dike bisporên dîrokê lekolînan li ser bikin û kûrtir were şîrove kirin, ev şer di rastî de şerê PDK ê û PKK ê nebû, belku şerê Îranê û hêzên Natoyê bû, ji ber ku Îranê di xwest Başûrê Kurdistanê bike kûrahiya stratejîya xwe ji bo ku pîlanên şerên mezintir têde bi rêve bibe.

Pustên heman beş