Peywendiyên PKKê û Îranê, rabûrî, niha û dahatî – Beşê “12”

Peywendiyên PKKê û Îranê, rabûrî, niha û dahatî – Beşê"12"

Hevdîtina Cemîl Bayîk bi îtîlaata Îranê, weke hevdîtina nêvbera dû hevrêyên nêzîk bû, şanda îtîlaatê 5 rojan li Qendîlê ma.

Her weke me di beşa berê de bas kirî, hemwexta civînên baskê reformxwazan li Bexdayê li gel Emerîkîyan, yê ku Ocalan bi baskê rastgiran bi nav kirî, baskê kevneşopan yan bi gotina Ocalan baskê çepgiran li nêzî gundê Suret li binara Qendîlê bi şandeya îtîlaata Îranê re di civîyan.

Nûnerê baskê çepgeran di vê civîna li gel îstixbarata komara îslamîya Îranê de, Cemîl Bayîk bû.

Bayîk bi tena serê xwe li gel îtîlaata Îranê di civînê de bû

Hevdîtina Cemîl Bayîk ya li gel îtîlaata Îranê de, ne tenê civînek siyasî bû, belku weke civîneka nêvbera dû hevrêyên nêzîk bû, şandeya îtîlaatê bo dema 5 rojan li Qendîlê ma, ew mêhvanên Cemîl Bayîk bûn, Cemîl Bayîk bi tena serê xwe beşdarî civînên li gel wan dibû, ya rast ev hevdîtin ne yên nêvbera PKKê û Îranê de bûn, lê belê hevdîtinên nêvbera Bayîk û îtîlaatê de bûn, paş derbasbûna 5 rojan, Cemîl Bayîk erk wergirt û êdî wî bi awayekî tundtir dijberîya baskê rastgeran kir.

Baskê reformxwaz ji PKKê qedîya

Cemîl Bayîk û nûnerên îtîlaatê çi bi hevdu go, çi peymanek bi hevdu dan? Ew pisgirêkên bûyne sedem ku PKKe bibe dû beş û 3 rêveberên wê ji sercema 5 rêveberên yekem û nêzî hezar gerîlayan ji rêxistinê qut bibin, heya meha 6 ya sala 2004an dewam kirin.

Grûpa reformxwaz ji PKKê qut bû û rêxistineka nû ava kir, lê belê Cemîl Bayîk jî nekarî bi awayekî lezgîn grûpeka bi bandor li nava PKKê ava bike, li nava grûpa wî jî hinek dijberî çêbûn.

Bayîk dijatiya Karaylan dike

Murad Karaylan dibe rêberê PKKê û dixwaze pêwendiyê, li gel dewletên rojava û Amerîkayê ava bike, Karaylan dixwest PJAK pêwendiyan li gel Amerîkayê de ava bike, lê belê Cemîl Bayîk li himberî van hewlên Murad Karaylan derdikeve û dijberiya wî dike, ji ber ku Bayîk soz bi îtîlaata Îranê dabû ku rê li ber nêzîkbûna PKKê li gel dewletên rojava û Amerîkayê de derkeve û hemû hewlekê bide ji bo ku wê soza xwe bi cî bike.

Sozên ku Bayîk bi îtîlaatê dayî ev bûn:

  1. PKKe dev ji îdolojiya xwe ya dijatîkirina împiryalîzmê bernade û bi tu awayekî alîkariya Amerîkayê neke, hemwext tev grûpên nava PKKê yên ku dixwazin nêzî Amerîka û rojava bibin, tesfîye bike.

  2. PKKe şerê dijî dewleta Tirkiyê dest pê bike û li gel Enqere yê tu pêwendiyên stratejî ji boy çareser kirina doza kurdî ava neke.

  3. PKKe bi rêya PJAK ê kurdên rojhilat û xwasteka wan ya rizgarîxwaz bê bandor bike, ji ber ku piraniya kurdên rojhilat vîna serxwebûn û avakirina dewleta xweser ya Kurdistanê heye, li vir pêwîste PKK bi navê PJAK ê vê vîna li cem kurdên rojhilat bê tesîr bike û fikra pêdvî nebûna bi dewleta kurdî li nava kurdên rojhilat û herweha li nava gerîlayên PJAK ê parve bike.

  4. Ew hêza ku baskê reformxwazên PKKê ji boy rojhilata Kurdistanê bi navê hêza azadiya Kurdistanê HAK were lawaz kirin û ji nav birin.

  5. PKKe weke hevpeymaniya stratejî ya Îranê bimîne û tev projeyên xwe li gel Îranê bi cî bike.

  6. Îran ji boy piştgiriya balê Cemîl Bayîk bikeve nava hewlên mezin de û di siyaseta rojhilata navîn jî de, piştgiryê bide PKKê.

Cemîl Bayîk nekarî tev sozên bi îtîlaata Îranê dayî bi cî bike.

Ev giringtirîn nuqte bûn ku Bayîk û şandeya îtîlaata Îranê lihevkirin liser kirî, lê belê Bayîk nekarî wan hemû sozan bi cî bike, di beşa bihêt de, emê bi horgilî bas bikin.

Pustên heman beş