Peywendiyên PKK ê û Îranê, rabûrî, niha û dahatî – Beşa «2»

  • Beşa Duyemîn

Ev pêwendî netenê di berjewenda Kurdan de nebûne, belku ziyan bi PKK ê bi xwe jî gihandîne

Her wek me di beşa yekemîn de bas kirî li sala 1986an de, PKK e û Komara Îslamî ya Îranê lihevhatinek îmze kir û bendên sereke yên vê lihevhatinê me bas kirin, her çend ku hinek guherîn têde hatîne encam dayîn, lê belê hêjan heya niha sitrakçera pêwendiyên di navbera Îran û PKK ê de li ser vê lihevhatinê di domin.

Di çarçoveya vê lihevhatinê de, Partiya Karkerên Kurdistanê li navçeya “Dambat” li Îranê ku dikeve beranber bajarê Agirî li Bakurê Kurdistanê, her wiha li ser hêla siteratejî ya çiyayên Zagrosê ku dikeve di navbera Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê de cêgîr bû, her wiha li navçeya Şehîdan li aliyê Îranê de ku dikeve beranberî Şemzînan li Bakurê Kurdistanê cêgîr bûn.

PKK e berevajî siloganên xwe ji bo damezrandina Kurdistanek serbixwe û yekgirtî, di praktîk de digel dagîrkarên Kurdistanê mamelê dike û lihevhatinan digel îmze dike.

Li vir pêwîst dike zîdetir bas li wê xala pirogramê PKK ê bikîn ku bas li berhingarbûna dewletên dagîrkar li her çar perçeyên Kurdistanê û damezrandina Kurdistanek serbixwe û yekgirtî dike, ew Kurdistana ku di qada raya giştî ya Kurdan de bi “Kurdistana mezin” tê nav kirin.

Lê belê em dibînîn ku PKK e berevajî siloganên xwe di praktîk de mamelê digel dagîrkarên Kurdistanê dike û lihevhatinan digel de îmze dike ku piranya xalên di nava lihevhatinê de dijatîya Kurdistanê û Kurdatiyê dikin, eşkere ye ku pêş niha jî hinek ji partiyên Başûrê Kurdistanî li Îranê bûn, lê belê xebata wan li dijî Îraqê bû û bas li rizgar kirina hemû perçeyên Kurdistanê ku Rojhilatê Kurdistanê di destên Komara Îslamî ya Îranê de ye ne dikir.

Lê belê PKK ê di programê xwe de bas li her çar perçeyên Kurdistanê dikir, bi ew perçeya Kurdistanê ku li jêr dagîrkarîya rejîma Îranê de ye jî, lê belê di heman demê de digel Îranê lihevhatinekê îmze dike, eve paş wê yekê ku lihevhatinek din digel rejîma Sûriyê îmze kirî, lihevhatin digel dewletek din a dagîrkar weke Îranê jî îmze kir.

Ev yek jî wê rastyê îsbat dike ku PKK e berevajî peyrew û programa xwe tev digere û her dema berjewendiyên vê rêxistinê pêwîst bikin, dest ji berjewendiyên netewî berdide û wan siloganan ji bîr dike ku di programa partîya xwe de bas kirîne.

PKK e di siyasetê de xwe bi şopînerên mekteba mîkavêlê dizane ku ew jî bi kurtî bi wateya berjewend perêsiyê tê, lê belê ji bo PKK ê mebest berjewendên rêxistinê ne, nek berjewendiyên netewî.

Alîkarîya PKK ê li gel Îranê – bi li berçav girtina wê îhtmala ji bo xebata neteweyî ku li Bakurê Kurdistanê hebû û rû li PKK ê kirî – ew rêxistin rastî zirarê kir

Lihevhatina navbera Îranê û PKK ê tu destkeftek ji bo xebata rizgarîxwazîya Kurdî pê nayê bi dest xistin, heger mifayeka wê jî ji aliyê Îranê ve hebe, ew mifa tenê wê di berjewendîya Partiya Karkerên Kurdistanê de be, dujimnatîya desthilata dagîrkar ya Tehranê li gel doza Kurd û Kurdistanê kûritre ji wê yekê ku ji ber xatira PKK ê roleka erênî di berjewendîya neteweya Kurd de bigêrît, heger em bi hûrî li rewşa Partiya Karkerên Kurdistanê mêze bikîn, paş destpêka alîkarîya wê li gel Îranê – bi li berçav girtina wê îhtmala ji bo xebata neteweyî ku li Bakurê Kurdistanê hebû û rû li PKK ê kirî – wê ji bo me bi zelalî eşkere be ku alîkarîkirina Îranê mifaya wê ji bo PKK ê jî tune bû, belku ew rêxistin bi xwe jî rastî zirarê kirîye, lê ciyê daxê ye ku rêberên PKK ê heya niha alîkarîya rejîma Îranê di domînin û pêtir ji caran xwe radestî karbidestên Îranê kirine.

Pêwendiyên PKK ê û Îranê gihîştine asteke sitratejîk û ew rêxistin neçar ma dujimnatîya hinek aliyên din bike

Ji salên notan û paş, pêwendiyên PKK ê û Îranê roj bo rojê kûrtir lê hatin û geşeyeke pêtir di xalên lihevhatinê de dît, heya gihane wê astê ku dikarîn navê pêwendiyên sitratejîk lê bê kirin, bi wî awayî ku dewleta Tirkiyê nema dujimina yekem ya PKK ê, lê belê pêwîst kir êdî PKK e dujimnatîya hinek aliyên din bike.

Ew aliyên ku Partiya Karkerên Kurdistanê weke dujminên xwe yên nû mêze dike, kî bûn? Şerê navxwe kengî û li ku derê serhilda? Ji encama vî şerî Kurdan çi ji dest da? Bersiva van pirsan û hinek zanyariyên din li beşên bihên emê bidin.

 

Pustên heman beş