Axaftinên Ocalan li dadgehê û biryara vekşandina hêzên PKK ê ji Tirkiyê, Îran dilgiran kir
Her weke di beşa rabûrî de me amaje pê day ku paş desteser kirina Ocalan, Komara Îslamîya Îranê li gel rêberên PKK ê civîya û soz pê da ku piştgirîya wan bike, paş vê civînê, tev rêberên PKK ê li navçeyên sînor yên Îranê li nêzî baregehên sipayê Pasdaran cih girtin.
Abdullah Ocalan li dadgehê pûşmanîya xwe ji boy tevgera li himber Tirkiyê nîşan da, wî ferman ji bo tev Gerîlayan şand ku ji xaka Bakurê Kurdistanê vekşin, Îran ji vê biryara Ocalan bi guman derket, ew difikirî PKK e wê bixwaze ji peymana ku li gel wê de îmze kirî derkeve, lê belê ji alîyekê din, Îran pişt gerim bû ku PKK e hemû ne Ocalane, belku hinek kadiroyên rêveberiyê tam balê Îranê ne û ji xeta Îranê dernakevin.
Ev kadiroyên beriz yên PKK ê kî ne ku nêzî Îranê ne? Emê paş berisva vê pirsê bidin, lê belê li destpêkê pêwîste bas li hinek pîlanên Komara Îslamîya Îranê li dijî Kurd û Kurdistanê bikin.
Şerê PKK ê û YNK ê, şerê van dû alîyan bû, yan Îranê berê wan da şer?
Paş desteser kirina Ocalan û li salên 2000an, PKK ê kongireya xwe ya heftemîn saz kir, di kongirey de tu biryarek li dijî Ocalan ku helwestê pûşmaniyê li himberî Tirkiyê nîşan dabû nehat girtin, di kongirey de, biryar hat girtin konseyek were ava kirin û ew konse erkên Ocalan cî bi cî bike û PKK ê birêve bibe.
Wexta ku Îranê zanî PKK ê tu helwestek li himber Ocalan nabe, xwest hinekî wê tengasî bike
Ev yêk bi dilê Îranê nebû, wexta ku Îranê zanî PKK ê tu helwestek li himber Ocalan nabe, xwest hinekî wê tengasî bike, ev kar ji boy Îranê hêsan bû, çunke tecrube hebû û kanê bi tu awayî wê pêştir şer li nêvbera PKK ê û YNK ê û PDK ê çêkiribû, ev car jî şerê Yekêtîya Nîştîmanî Kurdistanê û Partîya Karkerên Kurdistanê çêkir.
YNK ê bi telîmatên Îranê, astengî ji boy rêxistina PKK ê çêkirin
Di destpêka salên 2000an de, YNK e bi telîmatên Îranê, kete nava hewlên asteng kirina rêxistina PKK ê de û dest bi ser baregehên wê de girt û hejmareke berçav ya kadiroyên wê desteser kirin, hinek alîgirên PKK ê jî hatin qetil kirin, YNK ê daxwaz ji PKK ê kir, navçeyên jêr kontirola wê çol bike, li tebaxa sala 2000an civînek li nêvbera PKK ê û YNK ê li dolên Qendîlê pêkhat, lê ji ber ku YNK e tore û aciz bibû, nûnerên xwe ji boy vê civînê neşandin û li şûna wan, endamên îstixbarata Îranê beşdar bûn.
Qadir Ezîz, serokê wê demê yê hîzba Zehmetkêşan di civînê de beşdar dibe û peyama Mam Celal Talebanî ji PKK ê re dibêje, Mam Celal di peyama xwe de gotbû: “Me li salên notê alîkarîya hewe kirbû, me çendîn caran hûn ji destê PDK ê rizgar kirine, niha hûn dixwazin me ji nav bibin? Hêz û baregehên xwe ji navçeyên jêr kontirola me derxin, ji bo ku tu pirsgirêke çênebe”.
Lê belê PKK ê bersiveke nihênî bi YNK ê dide û di civîna rêveberîya rêxistinê de, biryara îlan kirina şer li dijî YNK ê hat girtin.
Bi sedema êrîşa PKK ê, hejmareke Pêşmergehên YNK ê şehîd ketin
Li 26 îlona 2000an, PKK ê êrîşa ser baregehên YNK ê li gundê Elî Reş kir û hejmarek ji Pêşmergehên YNK ê şehîd kirin, tişta ecêb ev bû ku li sibeha wê roja êrîş pêkhatî, Gerîlayên PKK ê û Pêşmergehên YNK ê bi hevre li gundê Elî Reş cih digirtin, wan bi hevre nan û ça di xwar, lê belê li êvarê PKK ê êrîş kir û ew Pêşmerge şehîd kirin.
Wusa diyare siyasetê dijwarîya xwe heye û fêl û telhe têde ne, lê belê tişta girîng eve nabe siyaset bi awayekî bê exlaq were kirin, pêwîste Kurd di siyasetê de ew qas wefa hebe weke çawa mirovê Kurd bi kultûr û xwezaya xwe wefadare, PKK ê di dema 8 salan de têkiliyên baş li gel YNK ê hebûn, lê belê bi biryarekê YNK e kire dujminê xwe û destê wê bi xwîna Pêşmergehan sor bû.
Ev şer heya meha yekema sala 2001an dewam kir û piştre agirbest hat îlan kirin, di beşa bihêt de emê bas li rola Îranê di vî şerî de bikin.